Karwanê duyemîn berê xwe da Efrînê
Karwanê duyemîn ê koçberên Efrînê vê sibehê ji Qamişloyê ber bi Efrînê ve birê ket. Karwanê ku ji 200 malbatan pêk tê dê di riya navneteweyî M4 de rêwîtiyê bike û bigihîje Efrînê.
Qamişlo – Piştî tifaqa 29`ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya demkî de çêbû, yek ji bendek tifaqê vegera koçberan bû. Di 9`ê meha Adarê de, karwanek ji koçberan vegeriyabûn Efrînê. Îro jî li çerexeriya Şehîd Yusif Gulo ya bajarê Qamişloyê koçberên Efrîn kom bûn dûre ber bi Efrînê ve birê ketin. Karwan ji 200 malbatan ve pêk tê û dê di riya navneteweyî M4 de ber bi Efrînê ve bi rê bikeve.