Karwanê alîkariyê gihîşt Kobanê

Karwanek alîkariya mirovî ji Bakurê Kurdistanê, di bin înîsiyatîfa Platfroma Parastin û Piştgiriya Bajêr a Amedê de gihîşt bajarê Kobanê ya zêdetirî sê hefteyan e di bin dorpêçê de ye.

Kobanê – Bajarê Kobanê ji ber dorpêçê, kêmasiyên girîng ên xurek û pêdiviyên bingehîn dijî û bangên herêmî û navneteweyî ji bo vekirina korîdorên mirovî yên lezgîn zêde dibin.

Wek gaveke nîşandana hevgirtina mirovî û yekîtiya Kurdan, karwana alîkariya 11’ê Sibatê ji Bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê. Karwan di Deriyê Ezazê, piştre Cerablûsê û Pira Qereqozaqê re derbasî Kobanê bû. Heyva Sor a Sûriyeyê alîkarî wergirtin û gihandin Kobanê. Di çarçoveya kampanyaya piştgiriya bi gelê Rojava ku di şert û mercên jiyanê yên zehmet de derbas dibin de, ev alîkarî hatin şandin. Alîkarî ji xurek û pêdiviyên bingehîn pêk tê.

Di karwanê de cîgirê Serokê Odeya Sanayî Erdal Avşar û parêzer Rihan Gok jî cih girtin. Herduyan diyar kir ku ev alîkarî yekgirtina Kurdan û hevkariya wan a li tevahî herêman a li hember astengiyan nîşan dide.
Rewşa mirovî ya Kobanê roj bi roj xirabtir dibe, gel di dabînkirina xurek û dermanan de zehmetiyên mezin dijî. Hêjayî bibîrxistinê ye ku çend rojan alîkariyên gelê Bakur li ber sînorê li hemberî Kobanê li benda derbas bûnê mabûn, lê rayedarên Tirkiyeyê rê nedabûn ku derbas bibin.