Karsaza Kurd Nevîn Îl çû ser dilovaniya xwe

Karsaza Kurd Nevîn Îl ku ji bo karsazên jin xebatên gelek girîng meşand, vê sibê ji ber nexweşîna giran koça dawî kir.

Amed – Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl, koça dawî kir. Nevîn Îl, karsazeke navdar, parêzvana mafên mirovan û Seroka Meclîsa DTSO ya Amedê bû û ev demeke dirêj e, li nexweşxaneyeke Stenbolê dihat dermankirin. Mirina wê li bajêr xemgîniyek mezin çêkir. Nevî Îl, hem di nav civaka karsaziyê de, hem di nav karsazên jin û hem rêxistinên civaka sivîl de şopek kûr hişt. Nevîn Îl, wek “Xwişka Nevîn” dihat nasîn. Nevîn Îl, di avakirina Komeleya Penceşêrê ya Gun Işıgi de jî rolek çalak lîst.

Yekem seroka jin a Meclîsa DTSO’yê ye

Nevîn Îl, di sala 2022’yan de bi yekdengî wekî Seroka Jin a yekem a Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hate hilbijartin. Bi salan, di nav DTSO’yê de, bi taybetî di avahiyên wekî Meclîsa Jinan û Lijneya Jinên Karsaz a Amedê ya TOBB’ê de, ji bo pêşxistina karsaziya jinan û zêdekirina karê jinan, xebata pêşengiyê kir.

Nevîn Îl ku gelek projeyên ji bo pêşxistina aborî ya bajêr, zêdekirina potansiyela veberhênanê û danasîna wê li qada navnetewî (wek ITB Berlin û têkiliyên bi Endonezyayê re) birêve biriye, wekî yek ji wan kesan tê zanîn ku bi nêzîkatiya xwe ya rêveberiya dadperwer, wekhev û beşdar li herêmê deng vedaye.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, têkildarî Nevîn Îl daxuyaniyek nivîskî da û got: “Hevkara me ya birêz û Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Nevîn Îl, mixabin ji ber nexweşiyê penceşêrê jiyanê winda kir. Nevîn Îl, ku bi salan xebata xwe ya dijwar ji bo dîtina keda jinan, destekkirina karsaziya jinan û xurtkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan terxan kir, di du serdemên xwe yên di rêveberiya Odeyê de erkên xwe bi dilsozî bi cih anî. Wê di gelek rêxistinên civaka sivîl de rolek çalak lîst, beşdariyên hêja di jiyana civakî û aborî ya bajarê me de kir. Em ji ber koça dawî ya Seroka Meclîsa me ya birêz Nevîn ku dê her gav bi rêzdarî ji bo rastgoyî, xebat, berhemdarî û ruhê xwe yê têkoşînê were bîranîn, pir xemgîn in.”