Karkerên SEKOM’ê pênc sal in ji bo mafên xwe têdikoşin

Zêdetirî 300 jinên karker ên di fabrîkaya tekstîlê ya li Meknesê ji kar hatin avêtin, pênc sal in bi çalakiyên rûniştinê û meşan têkoşîna xwe didomînin. Karkerên ku li mafên xwe digerin, daxwaza edalet û tezmînatê dikin.

HENAN HERÊT

Mexrib – Karkerên tekstîlê zêdetirê 5 sal in li kargeha "SECOM" ya li bajarê Meknesê ya Mexriba Bakurê Navîn dixebitin, li dijî derxistina kar û windakirina debara jiyanê têkoşîneke mezin dimeşînin. Ev yek mîna yek ji dozên karker ên herî dirêj ku hê nehatiye çareserkirin, derdikeve pêş. Zêdetirî 300 jinên ku di nava zêdetirî 660 karkeran de cih digrin, nêzî 30 salên jiyana xwe di kargehê de derbas kirine lê niha bêyî tezmînat an jî parastina civakî li ber deriyên kargehan in û mexdûriyeta wan ji ber nebûna mudaxeleya fermî didome.

Şêwazeke taybet a xwepêşandanê

Karker,  li ber deriyê kargehê yan jî otêlekî aydê xwediyê kargehê ya li navenda bajêr, çalakiyên rûniştinê yên dorveger li dar dixin û piştre vedigerin malên xwe. Karkerên ku piraniya wan dayik an jî serwerên malê ne, diyar dikin ku ev çalakiyên dorveger nayê wateya paşvekişandina ji têkoşînê, tenê ji bo hevsengkirina xwepêşandanê bi pêdiviyên jiyana rojane re rêbazek e.

Karker bêkar man

Hal Hamna Mounîa ya nêzî 27 sal in li SECOM’ê xebitî, da zanîn ku di sala 2017’an de dema kargeh ji nişka ve hat girtin, jiyana wê ya pîşeyî serûbin bû. Ev girtina ku bêyî agahdarkirin an jî daxuyanîdayîna karkeran hat girtin, bû sedema xwepêşandanên kolanan ên nêzî 10 mehan domiyan.

Di sala 2018’an de, bi çareseriyeke demkî re kargeh ji nû ve hat vekirin û  karker vegeriyan ser kar û hêvî kirin ku qeyran bi dawî bûye. Lê belê, vê hêviyê zêde berdewam nekir. Di sala 2021’ê de kargeh ji nû ve hat rawestandin, mûçeyên meha Cotmeh û Mijdarê yên karkeran nehatin dayîn û kargeh careke din hat girtin. Piştî vê yekê, karker ketin nava qonaxek nû ya têkoşînê; çalakiyên rûniştinê, meş û nameyên ji bo saziyên têkildar hatin nivîsandin lê çareseriyek şênber nehat bidestxistin.

Çavkaniya qeyranê

Li gorî karkeran, qeyranê di sala 2007’an de dest pê kiriye; xwediyê kargehê bi navên cuda kargehên demkî ava kiriye û van di nava 4 salan de tasfiye kiriye. Di sala 2010’an de “bêkariya teknîkî" li ser karkeran hat ferzkirin, kar hat rawestandin û hejmara karkeran hêdî hêdî hat kêmkirin.

Di sala 2013’an de, erdê kargehê hat firotin û wesayîdên veguhestina karkeran ji bo şîrketên malbatî hatine veguhestin. Di sala 2015’an de rêveberî, teknîsyen û makîneyên nû bi hinek karkeran re ji bo şîrketên din hatin veguheztin.

Di Hezîrana 2016’an de, zêdetirî 660 karker û makîneyên mayî di berdêla peymanek kirê ya 5 salî ya nayê nûjenkirî de ji bo şîrketek fransî ya bi navê "Sicomik" hatin veguheztin.

Xwediyê milkê, doza vekir valakirina kargehê vekiriye û kargeh di sala 2017an de hate girtin. Pêvajoya şîrketê ya îlankirina îflasê hate redkirin, Wezareta Karên Hundir mudaxele kir û ji rayedarên herêmî û xwecihî 400 milyon sent piştgiriya darayî ji şîrketê re dabîn kir. Her wiha muafiyetên têkildarî ewlehiya civakî, kirê û veguhestina karkeran hat dayîn.

Lêbelê, şîrket bi rêya krediyên zêde deydarbûna xwe domand û qeyran kûrtir bû. Di encamê de şîrketê îflasa ragihand û 460 jin û 60 karkerên mêr bêkar man. Bi sedan karker bi bêkarî û bêmalîtiyê re rû bi rû ne.

Çalakiyên rûniştinê yên li qadên vekirî

Hal Hamna Mounîa, şert û mercên dijwar ên çalakiyên rûniştinên demdirêj ên li navenda Meknesê yên di mehên havîn û zivistanê de vegot ku diyar kir ku karker neçar mane bêyî stargehên guncaw di stargehên plastîk û karton ên demkî de li kolanan bimînin. Ev rewş, li rûmeta jinên ku bi salan ked dane mîna heqeretek hatiye dîtin.

Hal Hamna Mounîa, diyar dike ku di dema çalakiya li ber otêla xwedî kargehê de karker rastî tacîz û êrîşan hatine û hinek karker hê bi bandorên psîkolojîk û fîzîkî re têdikoşin.

Zarok êşên dayîkên xwe ji nêz ve dibînin

Hal Hamna Mounîa, destnîşan dike ku nêzî ji sedî 95’ê karkeran jin in û piraniya wan dayik û xwediyên malê ne û wiha didomîne: “Xwepêşandan ne tenê bandorê li karkeran dike, di heman demê de bandorê li zarokên wan jî dikin. Zarok êşên dayîkên xwe ji nêz ve dibînin. Ev rewş, dibe sedema encamên cidî yên civakî û aborî yên mîna windakirina dahatê, nekarîna dayîna perwerdeya zarokan, xanî û erkên darayî. Gelek karker debara malbatên xwe dikin û windakirina karên xwe bêyî piştgiriya civakî ya ji jiyanê re di mercên zor de man.”

Pêvajoyekî hiqûqî ya zelal

Hal Hamna Mounîa, da zanîn pêvajoya hiqûqî hê li dadgehan didome û rûniştinên mehane tên pêkanîn. Karker, diyar dikin ku doza wan hê jî çareser nebûye û ruxmê hewldanên dirêjkirina pêvajoyê û qelskirina berxwedanê jî ew ê daxwaza mafên xwe bidomînin.

Di destpêka daxwazên wan de tezmînata salan a ji bo kedê û naskirina mafên wan ên civakî-aborî hene. Zêdetirî 500 malbat bandor dibin. Têkoşîna karkeran aştiyane û berdewam dike. Hal Hamna Mounîa, destnîşan kir ku karker bang li rayedarên têkildar, Wezareta Kar û saziyên din ên têkildar dikin û wiha bi dawî kir: “Rewşa ku karkerên SECOM’ê pê re rû bi rû dimînin ne tenê pirsgirêkek karkeran e, pirsgirêkek rûmet û mafên mirovan e."