Karîkaturîsta Sineyî: Li dijî astengkirinan pêdîvî bi hevgirtinê heye
Hunermedên serbixwe yên li Rojhilat û Îranê bi astengiyên komên girêdayî hikumetê re rû bi rû ne. Karîkaturista bajarê Sineyê Şeyda Fedaî got li dijî vê yekê ji bo pêşeroja hunerê pêdîvî bi afirandina hevgirtin û qadek serbixwe heye.

MARÎA KADÎMÎ
Sine – Hinek hunermend diyardikin di xebatên xwe de astengî û zehmetiyan dijîn û bilêv dikin ku di hin qadên hunerê de komên mafyayê û kesên bibandor destûrê nadin ku berhem bên pêşandan. Li dijî vê yekê hunermendên serbixwe û xwedî tecrube piraniya xwe di atolyeyên biçûk de xebatê dikin û xwedî derfetên sînor ên pêşxistina pîşeyî ne. Hilbijartina serbixwe mayînê û yan jî tevlîbûna li komên girêdayî hikumetê, dikare bandor li ser rêya pişeyî û têkiliya hunermendan a bi civakê re bike.
Karîkaturista bajarê Sineyê Şeyda Fedaî derbarê kesên bibandor ên di qada hunerê de wiha got: “Kes û komên girêdayî hunerê, di qada karîkaturê de xwediyê her tiştî ne û hemû destûr di destê wan de ye. Di mala karîkaturê de kesên girêdayî hikumetê hene û plansazî di destê wan de ye. Ji xeynî koma ku ew bi xwe diyar kirine destûrê nadin xebatê tu kesî, ev kom jî girêdayî pergalê ne.”
‘Pêwîstiya me bi qadekî heye ku hemû kes li gorî qabiliyetên xwe kar bikin’
Fedaî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîstiya me bi qadekî wiha heye ku kes li gorî qabiliyet, liyaqet û fealiyetên xwe bikaribin xebatê bimeşînin, ne li gorî têkiliiyên xwe yên bi pergalê re. Hebûna komên serbixwe û tendurist ên fealiyetê nîşan didin, bi hêvî ye. Hinek ji wan dikarin ku pêşangehên azad û serbixwe li dar bixin û kes ji wan rexne nake.
Şeyda Fedaî diyar kir ku hinek hunermend xebatên xwe kirine yekdestî û hinek qadên hunerê di destê xwe de girtine, destûr nadin ku kesekî din bikeve û wiha got: “Ev kes piranî ne girêdayî pergalên dewletê ne, lê pîşeyên xwe bi yên din re sînordar dikin. Li dijî vê yekê, komekî din bi temamî girêdayî pergalê ye û ji bo xebata di qada hunerê de yan divê tevlî wan bibin yan jî xwe ji qadê bikêşin. Li aliyê din piranî kesên ku di bin piştgiriya pergalê de ne xwediyê pisporiyeke rast in ne jî xwedî paşerojeke xurt in. Di aliyê şêwe û teknîkê de gelek kêmaniyên wan hene. Dibe ku di çavê gel de wekî hunermend bene dîtin, lê hunermendên rast rexneyên tund li ser xebatên wan dikin.”
Tecrubeyên şexsî yên hunermendên serxbixwe
Ez di qada dizayna grafîkê û reklamê de xebatê dimeşînim û heta niha serbixwe mam. Min tenê hevkarî bi karên biçûk re, kargeh û şîrketên taybet re kir. Min ne bi reklamên kesên bipêwendî, ne jî meclîs û ne jî daîreyên dewletê re xebatê kir. Di hawirdoreke wiha de ji bo her kesî qadê bi tendurist tune ye; yan hûn girêdayî hin deran dibin yan jî di nava heleqekî de hepis dibin û derfetê te ji bo tu xebatê namîne.”
‘Ger qada dîjîtal nebe tu rê nîne ku hunermend berhemên xwe nîşan bidin’
Şeyda Fedaî diyar kir ku ew di qada karîkaturê de hewl dide tevlî atolyeyên kesên bipeywendî nebe û got: “Lê şert û merc ewqas tune ne ku eger qada dijital nebe hema hema tu rê tune ye ku hunermend berhemên xwe nîşan bidin.” Şeyda Fedaî da zanîn ku di qada wêneyê de kesên wiha hene ku di tarzên hiperral û supperral de heta di asta navneteweyî de hatine naskirin lê ji ber hebûna mafyaya wêneyan nayên dîtin û destûr nayê dayîn ku pêşangeheke biçûk jî li dar bixin.
Şeyda Fedaî da zanîn ku kesên bipêwendî ne tenê di aliyê şexsiyetê de her wiha di aliyê hunerî de jî di asta kêm de ne. Şeyda Fedaî wiha axivî: “Hinek kes tenê ji ber berjewendiyan bi wan re din ava têkiliyê de ne ku ev jî xiyaneta li hunerê ye. Ez di wê baweriyê de me ku xwediyê kijan kesayetê jî bin heta ku zilmê li kesekî din nekin ne pirsgirêk e; lê kesên ku di qada hunerê de bi pergalên dewletê re peywendiya wan heye, bi gelemperî zilmê li hinekan dikin û xiyanetê dikin.”
‘Serkeftinên hunermendên serbixwe tê astengkirin’
Şeyda Fedaî, axaftîna xwe wiha domand:“Dema hunermendên serbixwe di festîvalan de serkeftî jî bin, eger ne endamên komên bipeywendî bin destûr nayê dayîn ku bên xuyakirin. Ez bi xwe tevlî festîvaleke serbixwe bûn û pile girtim, lê piştî wê navê min qet nehat bihîstin, lê ev ji bo parêzgehê rûmeteke mezin bû. Ne huner, ne kesayetî û ne jî têkiliyên van kesan nikare bê parastin. Her wiha ger yek bê rexne kirin jî, bi çewisandinên cûrbecûr ji dîka hunerê tê jêbirin.”
‘Pêdîvî afirandina hevgirtin û qadek serbixwe heye’
Şeyda Fedaî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bibin dengek. Belavbûn sûd nade tu kesî. Pêwîste ji hunermendên serbixwe eniyek bê avakirin ku ji bo qadek azad a xebatê bê mîsoger kirin. Divê ji bo hunermendên azad û serbixwe qadek bê avakirin ku em bikaribin vê êşa hevpar bi hev re birêve bibin û bigihîjin encamek. Ev yek ji bo pêşeroja hunerê, destpêkek e; pêwîste pêşeroj radestî mafyayan neyê kirin. Pêwîste em bêdeng nemînin ku nifşên pêşerojê neçarê êşên me nebin.
Hin kesan girêdayî mafyayê ne, lê bi awayekî serbixwe xebat dimeşînin û tu kes ji hebûn û xebata wan rihetsiz nabe. Lê dîsa jî bêyî destûra wan ne pêkane ku di asta bajêr û parêzgehê de xebat bê meşandin."