Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 108’an de didome
Bi deh hezaran kesên di xwepêşandanên meha Çileyê de hatin girtin, di bin îşkenceyê de tên girtin. Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ banga mudaxeleya lezgîn li saziyên navneteweyî kir.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li 56 girtîgehên Îranê hatî destpêkirin, di hefteya xwe ya 108’an de çalakiyên greva birçîbûnê didome.
Di daxuyaniya ji aliyê kampanyayê ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku ew piştevaniya malbatên kesên di dema xwepêşandanên Îranê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku di xwepêşandanên dawî de bi deh hezaran girtî di nava îşkence û zextê de tên girtin, cezayên darvekirin û gîrtîgehê yên giran jêre tên amade kirin. Bang li saziyên navneteweyî kirin ku divê demildest van girtiyan rizgar bikin. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ji destpêka meha Çileyê heta niha 3 jê jin zêdeyî 300 girtî hatine darvekirin.
‘Bêdeng nebin’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em piştevaniya bi gelê cesûr û malbatên ku bi îradeyek bi hêz heskiriyên xwe di roja 40’an a serhildana meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dane, bibîrtînin dikin. Em wek kampanyayê, em bê şert berxwedan gelê Îranê û malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane destek dikin.
Belge, wêne, dîmenên ku di rojên dawî de hatin weşandin, sûcên mezin ê rêveberiya zalim a meha Çileyê derdixe holê. Ev rewş gotina Humeynî ya ‘Xudayê niha û xudayê 1980’an hemane’ piştrast dike. Ev sûcên ku li dijî mirovatiyê tê kirin mezinbûna komkujiyên veşartî yên di 1980’an û 1988’an hê bi temamî nehatiye derxistina holê.
‘Zext li girtiyan tê kirin’
Di roja mede bi deh hezaran girtiyên meha Çileyê, di nava zext û îşkenceyê de tên girtin û rastî cezayên darvekirin û cezayên giran ên girtîgehê tên. Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku ji bo rakirina van girtinan, tedbîrên lezgîn bigrin. Ji destpêka meha Çileyê heta niha 3 jê jin zêdeyî 300 girtî hatine darvekirin.
Di nûçeyên hatin weşandin de, hate diyarkirin ku gulaşgir Saleh Mihemedî ya 18 salî ku di dema xwepêşandanên meha Çileyê de hatî girtin, di bin metirsiya darvekirinê deye û jiyana wê di xetereyê de.
Kampanya bang dike ku divê xizmên girtiyan, bêdeng nebin, navên heskiriyên xwe û nûçeyên wan belav bikin û bibin dengê wan.”