Kampanyaya ku TAJÊ li dijî qirkirinê daye destpêkirin didome

Têkildarî kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ TAJÊ daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de dê roja 22’yê Gulanê bi navê ‘Bibe dengê xweparastinê’ hashtag bidin destpêkirin .

Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî ferman û qirkirina jinan di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ dest bi kampanyayê kir û dê kampanya heta roja 3’yê meha Tebaxa 2024’an ango heta salvegera 10’emîn a fermanê bidome. Kampanyaya TAJÊ ji roja dest pê kir ve heta îro bi çalakiyên cur bi cur didome û rastî eleqeyeke mezin tê.

Têkildarî kampanyayê TAJÊ daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku dê di roja 22’yê Gulana 2024’an de bi navê ‘Bibe dengê xweparastinê’ hashtag bidin destpêkirin û bang li hemû jinan kir ku tevli heştegê bibin.

Daxuyaniya TAJÊ ya der barê kampanyayê de wiha ye:

Me di 8’ê Adara 2024’an de ango Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ dest bi kampanyayê kir. Dê kampanyaya me heta 3’yê Tebaxa 2024’an, salvegera 10’emîn a fermanê bidome.

Jin li tevahî cîhanê her kêlî rastî her cure tundiyê tên. Tişta ku di roja me ya îro de jî tê jiyîn qirkirina li ser jinan e û di şexsê wan de jî civak tê qirkirin. Fermana di 3’yê Tebaxa 2014 an de, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin jî ev bû. Jinên Êzidî rastî destdirêjiyê hatin, di sûkan de hatin firotin û li Mûsilê hatin şewitandin. Heya roja me ya îro jî bi hezaran jinên Êzidî di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne lê tevî vê yekê jî heta niha DAIŞ û hevkarên fermanê nehatine dadgehkirin. Bêguman zihniyeta DAIŞ’ê zihniyeta 5 hezar salan a mêrê desthilatdar e lê em dikarin bi hêza xweparastinê vê zihniyetê hilweşînin. Ji bo pêşîgirtina li fermanan bi taybetî qirkirina jinan, xweparastina ku mîsogeriya jiyana azad e ji bo me şert e.   

‘Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin’

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke din bang li tevahî jinan dikin; werin em bi hev re li dijî qirkirina li ser jinan dengê xweparastinê bilindtir bikin. Em bi têkoşîneke hevgirtî, berxwedana xwe li dijî qirkirina li ser jinan mezintir bikin. Di çarçoveya vê kampanyayê de em ê di 22’yê Gulana 2024’an de bi navê ‘Bibe dengê xwe parastinê’ hashtagê bidin destpêkirin û dê hashtaga me li gorî saeta Şengalê 8’ê êvarê dest pê bike.

Li ser vî esasî em bang li hemû jin, ciwan, dost û civaka xwe dikin ku bi awayeke bi hêz beşdarî hashtaga me bibin. Bi xweparastinê em ê tola fermanê ji dijmin û xayînan bigrin, jiyana wekhev û demokratîk ava bikin.”