Kampanyaya ‘Şahidî’ peyama ‘ez li vê derê me’ ya Filistiniyan
Kampanyaya ‘Şahidî’ ya ku ciwanên Filistinî dane destpêkirin di dema ku cîhan di nav bêdengiyê de ye peyama gelê Filistinê ya ‘Em li vê derê ne, em dibînin, em şahidî jê re dikin û bi belgekirinê dengê xwe didin bihîstin’ bi hêz diqîre.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Ji bo ku dengê Filistîniyên di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de werin bihîstin, komek ji ciwanên Filistînî li ser medyaya dîjîtal kampanyayek bi navê ‘Şahidî’ dan destpêkirin, bi armanca ku cîhan bi rêya dengê kesên ku şer jiyane wêraniya ku ji ber şer çêbûye bibihîze.
Armanca kampanyayê ew e ku ji daxuyaniyên fermî û statîstîkan wêdetir, bibe dengê kesên ku rasterast beşdarî şer bûne. Çalakvan Afnan Shantaf, yek ji damezrînerên kampanyayê, dibêje, "Tîma me tevî xetera mirinê jî derket qadê. Armanca me ew e ku şahidiyên rastîn vebêjin. Her çîrok rûpelek di dîroka gelê Filistînê ya bi xwînê hatiye nivîsandin lê nexwestî de ye."
'Her jinek ku rastiyê dibêje beşek ji berxwedanê ye'
Tîma kampanyayê bi piranî ji jinan pêk tê. Afnan Shantaf rola çalak a jinan di kampanyayê de wiha rave dike: "Me dixwest em li vir bin, ne ji bo ku em xwe îspat bikin, lê ji ber ku ev şer me jî dixwe. Berpirsiyariya me wekî jin ji ya mêran ne cuda ye. Her jinek ku rastîyê dibêje beşek ji berxwedanê ye."
Xebata meydanî li ser kampên penaberan û stargehên qerebalix disekine. Tîm çîrokên kesên ku ne tenê malên xwe, lê di heman demê de zaroktî, hêvî û xewnên xwe jî winda kirine tomar dike. Afnan Shantaf dibêje, "Dema ku em çûn hundir, me dît ku mirovan ne tenê malên xwe, lê di heman demê de zaroktî û xewnên xwe jî winda kirine. Ev rewş sînorên mirovan derbas dike."
'Her şehîd delîl e ku rastî jî tê kuştin'
Her wiha, kampanya şahidiyên xebatkarên parastina sivîl, xebatkarên tenduristiyê û rojnamevanan, ku wekî "lehengên siyê" têne binavkirin, dihewîne. Afnan Shantaf dibêje, "Em çekan hilnagirin, kamera, pênûs û alavên bijîşkî di destên me de ne. Lê em jî hedef in. Her şehîd delîl e ku rastî jî tê kuştin."
Ew di bin bombebaranê de tevdigerin
Amel Klub, hilberînerek naverokê di medyaya dîjîtal de, jî zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin vedibêje: "Înternet û elektrîk pir caran têne qutkirin. Em neçar in ku di bin bombebaranê de tevbigerin. Carinan em bi saetan li bendê dimînin, lê em qet dev ji erkê xwe bernadin, ji ber ku her deqeyek derengmayînê dikare rê li ber bihîstina dengê gel bigire."
'Kampanya ji bo Filistîniyan peyama ez li vir im e’
Kampanya ne tenê şahidiyên hestyarî, lê di heman demê de nêrînên bijîşk û parêzvanên mafên mirovan jî vedihewîne, ku hilweşîna sektora tenduristiyê, nebûna edaletê û valahiya di parastina navneteweyî de destnîşan dike.
Kampanya platformên medyaya dîjîtal wekî medyaya xwe ya sereke bikar tîne û armanc dike ku bi vîdyoyên dilsoz ên ku ji retorîka siyasî dûr in, di nav girseyan de empatiyê biafirîne. Amel Klub dibêje, "Em hewceyê helwestên rastîn in, ne peyamên sar ên hevgirtinê. Û em delîlên ku dê vê peyda bikin pêşkêş dikin."
Her çend wêranî û êşên ku ji ber şer çêdibin pir mezin in jî, kampanya tîrêjek hêviyê hildigire. Heta çûna qadên şer bi kamerayek û pênûsek jî wekî celebek berxwedanê tê dîtin. Di demekê de ku cîhan bêdeng e, kampanyaya "Şahidî" bi tundî peyama gelê Filistînî diqîre: "Em li vir in, em dibînin, em şahidiyê dikin û em bi belgekirinê dengê xwe didin bihîstin."