Kalnaz Osman: Êrîşa li dijî cihên pîroz welat ber bi bêaramiyê ve dibe
Endama Konseya Jinan a Konferansa Îslama Demokratîk Kalnaz Osman, diyar kir ku li Sûriyeyê tundiya ku li ser navê Îslamê tê kirin gefê li aştiya civakê û yekîtiyê dike, da zanîn ku êrîşên li dijî cihên îbadetê, welat ber bi bê aramiyê ve dibe.
ESMA MUHAMMED
Qamişlo- Konferansa Îslama Demokratîk ku li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat dimeşîne, bal kişand ser bikaranîna olê wek amûra tundiyê. Hat diyarkirin ku ev ji bo civaka Sûriyeyê rasterast gefê ji bo aştiya hundirîn û yekîtiyê ava dike. Daxuyanî piştî mizgefta Şîa ya li bajarê Humusê navenda Sûriyeyê hate hedefgirtin, hate dayîn. Endama Konseya Jinan a Konferansa Îslama Demokratîk Kalnaz Osman diyar kir ku êrîşên li dijî cihên îbadetê li Sûriyeyê zêde bûne, îfade kir ku sûcên ku bi navê olê tê kirin bi awayek cidî gefê li aştiya sivîl dike. Kalnaz Osman destnîşan kir ku ev cûreyên êrîşên mezhebî pevçûnan gûr dike, welat ber bi hê zêdetir perçebûn û bêaramiyê ve dibe.
Hedefgirtina cihên îbadetê
Kalnaz Osman, anî ziman ku ev binpêkirin, di aliyê pêşeroja bi hev re jiyana di navbera komên bawerî û civakên cûda li Sûriyeyê ve, xeteriyek cidî ava dike û wiha got: “Îro êrîşên li dijî cihên îbaetê yên wek dêr û mizgeftan dubare dibe, fikarên ku tundiya olî bûye amûra kuştinê, zêde dike. Beriya êrîşa li dijî Mizgefta Vadî El-Dahab, dêrên Xiristiyanan jî hatine hedefgirtin. Ev rewş nîşan dide ku cihê îbadetê bûye dika sûcên ku li dijî gelê Sûriyeyê tên kirin.”
‘Hedef dikin ku civakê perçe bikin û tirs û nefretê belav bikin’
Kalnaz Osman, da zanîn ku ên ku sûcan dikin, komên ku xwe wek endamên Îslamê didin nasîn in û wiha got: “Ev pergal bi navê olî, komkujî û êrîşên hilweşînê dikin. Tu eleqeya van êrîşan bi olê re nîne, nirxên bingehîn ên wek aştiyê, merhamet û rêzdariya mirovî bi eşkere berovajî dike. Tiştên ku îro hatin jiyîn, tê wateya ku Misilman bi navê Îslamê, misilmanan dikin hedef. Eve pradoksek xeter ku hedef dike civakê perçe bike, tirs û nefretê belav bike ye. Domandina van êrîşan, cihên îbadetê ji mekanên aramiya manewî û aştiyê derdixe û dike qadên ku tirs lê serdest e. Êdî gelek mirov bi fikara hedefgirtinê, nikarin biçin van mekanan.”
‘Tiştên îro tên jiyîn binpêkirina rêgezên serweriya hiqûqî û edaletê ye’
Kalnaz Osman axaftina xwe wiha domand: “Komkujiya ku îro li Sûriyeyê tê jiyîn, pêla binpêkirinên giran û revandina mirovan, nîşaneya vekirî ku tundiyê mafdar dike û ji bo rewabûna sexte bide qezenckirin olê mîna ruyek xeter bi kar tîne. Em dibînin ku ev binpêkirin di demên dawî de civakên Elewî, Durzî û Xiristiyan jî di nav de, olên cûda û komên civakî dikin hedef. Ev hemû, di demek xeter ku rêveberiya demkî desthilatî xistî destê xwe de û domandina van polîtîkayan de tê jiyîn. Tiştên îro tên jiyîn, binpêkirina eşkere ya rêgezên serweriya hiqûq û edaletê ye. Li holê ji sûcek hiqûqî zêdetir, hedefgirtina mirovên olî û qetilkirina wan heye. Ev rewş rê li ber vegera cezakirina paqijiya mezhebî vedike û di aliyê pêşeroja civaka Sûriyeyê de tabloyek xeter derdixe holê.”
Kalnaz Osman destnîşan kir ku ev pêkanîn rê li ber belavbûna tirs û fikaran a di nava civakê de vedike û got: “Li cihê piştevanî û destekdayîna mirovan, wan ber bi qutbûnê ve dibe. Hevrûbûna bi vê rastiyê re, li gel îfşakirina gotinên tundrew, civakê zêdetir ber bi tundî û perçebûnê ve dibe. Konferansa Îslama Demokratîk, ji bo avakirina îdeolojiyek a yekîtiya hemû civakan, ji bo ku welat di nava ewlehî û aramiyê de bijî, dixebite.”
Kalnaz Osman anî ziman ku Konferansa Îslama Demokratîk her cûreyê binpêkirinên ku fesadî û li ser navê Îslamê tê kirin red dike û wiha got: “Di vî alî de em hedef dikin ku dengê xwe li herêmên cûda yên Sûriyeyê bighînin, bi mirovên bandor bûye re di nava piştevaniyê de bin.”
Xeteriya nû ya şerê navxweyî
Kalnaz Osman hişyarî da ku domandina binpêkirina welat dê dîsa berbi şerê navxweyî ve bibe û wiha got: “Gotinên nefretê di nava komên cûda de hestên dijminatiyê zindî dike. Nedîtina gotinên nefretê, destûrdayîna belavkirinê, dê Sûriyeyê ber bi hê zêdetir hilweşînê ve bibe.”
Konseya Jinan a Konferansa Îslama Demokratîk, bi rêya dijîtalê, perwerde û bernameyên hişyariyê dimeşîne, hedef dike ku sivîl teşwîqî aştiyê bike, çanda jiyana bi hev re bi hêz bike û pêkhateyên cûda yên civakê rêzdariya beramberî hev û di bingehê jiyana hevpar de, bîne ba hev.
Li aliyê din, di du rojên dawî de li bajarên cûda yên peravê yên Sûriyeyê, li Humus û Hama ji bo daxwaza federalîzm, ne navendî û mafê tayînê ya çarenûsa xwe xwepêşandanên aştiyane li dar xist. Lê belê, bi mudaxeleya komên cîhadîst ên girêdayî Heyet Tahrir El- Şam (HTŞ), rastî êrîş û zextên dijwar hat. Di dema belavkirina xwepêşandanan de ava dijwar li wat kirin, gulebaran kirin, kêr û şûr hat bikaranîn, erebeyan bi ser xwepêşandanan ve ajotin. Di encama mudaxeleyên hatin jiyîn de çend kes mirin, çend jî birîndar bûn.