Jiyana rojnamevana girtî Şeza el-Hac Mubarek di xeterê de ye

Rewşa tenduristiya rojnemavana Tûnisê ya girtî Şeza el-Hac Mubarek di girtigehê de gihîştiye asta bi xeter. Ji bo rojnamevana ku li dijî penceşêr û nexweşînên din têdikoşe, rêxistinên mafên mirovan û hevpîşeyên wê bang dikin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Rewşa tenduristiya rojnemavana Tûnisî ya girtî Şeza el-Hac Mubarek a di girtigehê de ye, gihîştiyae asta bi xeter. Ji bo rojnamevan  Şeza el-Hac Mubarek a li dijî penceşêr, nexweşiyên wek diyabet û kerrbûnê têdikoşe, rêxistinên mafên mirovan, hevpîşeyên wê û malbata wê banga lezgîn a mudaxeleyê dikin. Ji rayedaran daxwaz hate kirin ku hem ji bo rizgarkirina jiyana wê hem ji bo pêkanîna tedawiya ku heq dike, tavilê bê berdan.

Sendîkaya Rojnamevanên Netewî yên Tûnis û Rojnamevanên Tûnisê, bûyer wek sembola paşketina azadiya wan û sînordarkirina xebatên wan ên rojnamevaniyê nirxandin. Rayedaran diyar kirin ku mayîna Şeza el-Hac Mubarek a di girtîgehê de, tê wateya binpêkirina mafê jiyan û tenduristiyê ku mafek bingehîn e.

‘Êdî bi zor li piya dimîne’

Li gel daxuyaniya ku rojên borî ji aliyê malbatê ve hatî dayîn, gelek saziyên mafên mirovan û aktivîst ji bo rizgarkirina jiyana Şeza el-Hac Mubarek bang kirin. Di daxuyaniya malbatê de hate diyarkirin ku teşxîsa penceşêrê hatiye danîn û bersiv nade daxwaza tedawiyê û derxistina tumor. Dayîka Şeza el-Hac Mubarek, Şerîfe el-Hac Mubarek ji ajansa me re axivî û got: “Di bedenê Şaza ya di girtîgehê de gelek nexweşî hene. Hema bêje kerr bûye. Berê dikaribû têkiliyên xwe yên civakî û profesyonel bidomîne, êdî bi zorê dikare ser lingan bimîne. Di heman demê de girtiyek zirar daye destê wê, hê neçar e protez bikar bîne, ev jî ji bo nivîsandina wê bûye asteng. Êşên mil û derza piştê dijî. Em li bendê ne ku ew bê berdan û ev doz were girtin û em bawer dikin ku ew mesûm e.”

Banga lezgîn a tedawiyê

Şeza el-Hac Mubarek dema li girtîgeha Mesadînê bû, êşên dijwar ên zik û dem bi dem gêjbûnê jiya. Dema dermanên êşbirê bê sûd bûn, ji bo ku tedawî bibe ket greva birçîbûnê. Şeza el-Hac Mubarek ku neqlî girtîgeha ‘Balî’ hate kirin, di lêgerîna dawî ya tomogrofî de di zikê wê de tumorek ku divê bi awayek lezgîn were derxistin, hat tesbîtkitin. Lê belê hê emeliyat nebûye û rewşa wê her ku diçe xirab dibe. Şerife el-Hac Mubarek wiha got: “Peyva tumor tirs û fikaran ava dike. Bêyî ku rewşa wê ya tenduristiyê hê xirabtir bibe, divê mudaxeleya lezgîn bê kirin. Em daxwaz ji rayedaran dikin ku tavilê Şeza el-Hac Mubarek berdin, bi vî awayî wê bi lez û bi awayê rast tadawiya xwe bidomîne, wê bijî.”

‘Rojnamevan rastî binpêkirinên giran tên’

Endama Sendîkaya Rojnamevanên Netewî ya Tûnisê Cîhan el-Luwatî têkildarî tiştên hatine jiyîn wiha got: “Li ber me dosyayek ku ji bo rojnamevanan êşek mezin ava bike heye. Ev jî dosyaya doza bi tirs a Şeza el-Hac Mubarek e.” Cîhan el-Luwatî destnîşan kir ku rewşa wê ya tenduristiyê ji ber penceşêrê bi awayek cidî xirab bûye û rewşa wê gelek krîtîk e. Cîhan got ku mafê her girtiyî yê girtina xizmeta tenduristiyê heye û wiha domand: “Îro li ber me rastiyek bi êş a îhmalkirina rewşa tenduristiyê bi awayek vekirî heye. Ev di çarçoveya hiqûqa ceza de, di mijara girtî ji mafê tedawiyê bê par bimîne û nemîne de, pirsên cidî derdixe.”

Cîhan el-Luwatî  anî ziman ku sendîkayan bi caran serî li rayedaran daye û da zanîn ku li Tûnisê rojnamevan rastî binpêkirinên herî giran ên mafan mane. Cîhan el-Luwatî  îfade kir ku li Tûnisê azadiya wan bi awayek diyar paşve çûye, biryara 54’an li ser rojnamevanan wek şûrek tuj tê bikaranîn, ev jî zorî dike ku hinek hevpîşe bi xwe sansurê bikar bînin. Cîhan el-Luwatî  diyar kir ku mayîna Şeza el-Hac Mubarek a di girtîgehê de, mînaka tundiya ku xwe dispêre zayendiyê ye.