jiyana azad dê dozên civakî werin çareserkirin
Di demeke ku dozên civakî zêde bûne û pirsgirêk kûr bûne de têgeha jiyana nû ya azad, weke çareseriya ji hemû pirsgirêkan re û pêkanîna wekheviya di navbera herdu zayendan de tê dîtin.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Jiyana nû ya azad weke nimûne ye ji bo têkiliya di navbera jin û mêran de. Armanc ew e ku çareserî ji bo dozên civakî yên gihîştine asta herî jor werin dîtin û hemû cureyên cudakariya zayendî bi dawî bibin, malbateke demokratîk ava bike.
Jin li Rojhilata Navîn di dîrokê de rastî gelek binpêkirinan hatine. Bi gelek cudakarî zilma civakî û cudahiyeke mezin a di navbera herdu zayendan de maye ji ber zagonên baviksalarî dewlet, adet û teqalîdan. Tişta ku mijar kûrtir jî kir şerên hevgirtina civakî bûn, civakê xistin rewşeke ji exlaq dûr û vê yekê bi rengekî yekser bandorê li rastiya jinan kir.
‘Ji bo jinan divê derfet werin dayîn’
Endama meclisa xeta rojhilat a kantona Minbicê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rabîe Bekiro got: "Mirov dikare hevsengiya di navbera jin û mêr de bi riya têgeha jiyana nû ya azad pêk bîne. Ew jî bi riya xilasbûna ji têgeha mulkbûnê pêkan e. Der barê jinan de çi ji aliyê malbatê ve çi jî jiyana hevjînî ve. Her wiha dayîna derfetan ji jinan re ji bo rola xwe ya rêveberî û sereke di avakirina malbateke demokratîk de li ser esasê hevbeşiyê bilîzin. Pirzewacî û zewicandina keçan di temenekî biçûk de her wiha zewaca heyirandinê ango kurê ap nahêle keça ap bi yekî din re bizewice bûye sedem ku rêjeya jihevberdan û xwekuştinê zêde bibe. Di encamê de di malbat û civakê de lawazî derdikevin. Dema malbatek li ser bingeheke rast were avakirin dê civak saxlem ava bibe."
‘Di nava civakê de jin tên paşguhkirin’
Rabîe Bekiro destnîşan kir ku hemû pirsgirêk û sedemên wan der barê zihniyeta heyî ya civakê de ne ji ber tu girîngiyê nadin nêrîna jinan an jî qebûl nakin. Her wiha azadiya jinan di girtina biryaran di jiyana xwe ya civakî de nadin wan ji ber wê jin di gelek rewşan de nêrîna wan ji bo zewacê nayê girtin. Vê yekê bûye sedem ku lawazî û astengî di civakê de derkevin.
Der barê rastiya jinan û zarokên keçên di nava malbatan de jî got: "Di civakê de jin tên paşguhkirin. Rola wan tenê li malê bi sînor maye. Hemû biryar di destên mêr de ne. Di vir de çînayetî di malbatê de derket. Ango mêr dikare biryaran bi kêfa xwe bide û jin paşguhkirî bimînin. Di encamê de malbat bê wekhevî edalet û hevbeşiyê di têkiliyên hundirîn de dimînin. Asta hevberdanê zêde dibe û zarok dibin qurbanî."
‘Bi pêlîstokên ku dikirin rolê didin zarokên keç’
Rabîe Bekiro destnîşan kir ku cudakariya di navbera zayendan de ji zarokatiyê ve dest pê dike û wiha berdewam kir: "Ger em li hûrguliyên di perwerdeyê de binêrin wê xuya bike. Mînak ger dê û bav bixwazin pêlîstokê ji zaroka xwe ya keç re bikirin; diçin alavên metbexê yan jî pêlîstokên rola dê dilîzin dikirin. Ji vir pêşeroja zarokên xwe xêz dikin her wiha xeyal û xewnên zarokên xwe sînordar dikin. Ji bo zarokên kur jî pêlîstokên erebe û çekan û hwd. ji dikirin ji ber wê rê li ber naskirina pêşeroja wan vedibe."
Di dawiyê de Rabîe Bekiro teqez kir ku divê zarok bi şêwazeke rast dûrî cudahî û çînayetiyê mezin bibin, wekheviya di navbera herdû zayendan de hebe ji ber ku cudakarî civakê ber bi belavbûnê ve dibe.