JINNEWS: Di meha Sibatê de 15 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha di meha Sibatê de 15 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û mirina 18 jin û zarokek jî bi guman e.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin bi hincetên cuda tên qetilkirin. Polîtîkayên desthilatê û helwesta darazê jî bêtir rê li ber kuştin, destdirêjî û tundiyê vedike. Her wiha polîtîkayên bêcezahiştinê jî cesaretê dide kiryaran. Li gel vê yekê jin ji bo mafê xwe yê jiyanê têkoşîna xwe didomînin. Jinên ku bi çalakiyên cuda li qadan 8'ê Adarê pêşwazî dikin li dijî destdirêjî, tundî û kuştinê piştevaniyê mezin dikin.
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Sibatê de 15 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û mirina 18 jin û zarokek jî bi guman e.
Ji jinên hatine qetilkirin, 3 ji hêla kurê xwe ve, 2 ji aliyê kesê bi wan re hatibûn zewicandin ve, 5 ji aliyê mêrê ku hev berdabûn ve, jinek ji aliyê merê ku pê re dijiya, 2 aliyê mêrê pêre di pêvajoya hevberdanê de, 2 ji hêla mêrê ku ji hev veqetiyayî ve û jinek jî ne diyare ku ji hêla kê vê hatiye qetilkirin.
Li Sakaryayê 1, li Stenbolê 2, li Nevşehîrê 2, li Konyayê 1, li Afyonê 1, li Mûşê 1, li Enqerê 1, li Îzmîrê 1, li Dîlokê 2, li Karabukê 1, li Amedê 1 û li Kayseriyê jî jinek hate qetilkirin.