JINNEWS: Di meha Cotmehê de 25 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya meha Cotmehê ya JINNEWS’ê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 25 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 8 jin û 3 zarokan jî bi guman e.
Navenda Nûçeyan – Di encama polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê û tundiya ku ji hêla pergala baviksalar ve tê afirandin her meh dibe sedema komkujiyên nû yên jin û zarokan. Jin gelek caran ji hêla mêrên herî nêzîkî wan ve di malên xwe de têne kuştin. Tevî vê tundiya sîstematîk a mêran ku li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike, jin dest ji têkoşîna xwe bernadin.
Li gorî daneyên ajansa JINNEWS’ê berhev kiriye, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hat qetilkirin. Mirina 8 jin û 3 zarokan jî bi guman e.
Li gorî bajaran
Li Edîrne 1, li Kayseriyê 2, li Îzmîrê 5, li Yalovayê 1, li Denîzliyê 1, li Manîsayê 1, li Çanakkaleyê 1, li Stenbolê 4, li Enqerê 1, li Zonguldakê 1, li Mereşê 2, li Çankiriyê 1, li Boluyê 1, li Edeneyê 1, li Sêrtê 1, li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin.