JINNEWS: Di Çileyê de 15 jin hatin qetilkirin

JINNEWS’ê, çeteleya tundiyê ya meha Çileyê eşkere kir. Li gorî çeteleyê herî kêm 15 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- JINNEWS’ê, çeteleya tundiyê ya meha Çileyê aşkera kir.

Li gorî çeteleyê; di meha Çileyê de herî kêm 15 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 

Li gorî çeteleya vê mehê; li Antalyayê 2, li Mêrdînê 2, li Enqereyê yek, li Tekîrdagê yek, li Konyayê 2, li Îzmîrê yek, li Stenbolê 2, li Manîsayê yek, li Bartinê yek û li Çorumê jî jinek hate qetilkirin.