‘Jinên Yemenî ji bo tevli pêvajoyên aştiyê bibin hewl didin’
Aktivîstên jin ên li Yemenê bal kişandin ku şerê li welat didome, bandorê li ser civakê bi taybetî jinan dike û diyar kirin ku jinên Yemenê ji bo tevli xebatên pêvajoyên aştiyê bibin gelek hewl didin.
NÛR SIRÎB
Yemen – Ji ber ku pêdiviya 21,6 milyon jin û mêrên Yemenî bi alîkariyê heye, krîza li Yemenê yek ji krîzên herî mezin ên cîhanê tê dîtin. Ji ber ku çareseriya siyasî çênabe û jin nikarin tevli pêvajoyên aştiyê bibin, krîz her diçe kûrtir dibe. Di çend salên ku şer didomiya, de parêzvanên mafên jinan ji bo riya aştiyê vekin plansaziyan difikirin. Jinên Yemenê li ser rewşa heyî ji ajansa me re nirxandinan kirin.
Lêkolîner û Dîrektora Îcrayê a Navenda Lêkolîn û Nûneçayn South 24 Farîda Ahmed got: "Hewldanên navneteweyî yên ji bo aştiyê êdî weke salên berê li Yemenê bandorê çenakin, dijberî wê, hewldanên herêmî wan pir li paş hişt. Bi taybetî piştî nêzîkahiya Siûdî-Îran a bi pêşangiya Çînê çêbû, bû sedem ku agirbest demdirêj bidome. Rawestandina operasyonên hewayî û bejahî, ji bo welatiyan di vî warî de cudahiyek şênber çêkir. Welatî ji ber ku dikaribûn bi azadî tevgerin û êdî koçberî sekinî girîng bû lê di warê jiyana aborî û xizmetê de pêşketin çênebû.”
‘Mirov ji mafên xwe bêpar in’
Farida Ahmed, diyar kir ku mirov hê jî li herêmên ku di bin kontrola Husiyan de ne û herêmên ku di bin kontrola hikumeta ku ji aliyê navneteweyî ve hatiye pejirandin, ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar in û got: "Civaka herêmî û ya navneteweyî, ji ber ku mijara Yemenê hem li gorî Erebistana Siûdî hem jî destkeftiyên jeopolîtîk ên ku Îranê û li gorî pozîsyona Siûdiyan dinirxîne, hewldanên ji bo aştiyê kêm man. Navbeynkarî û hevdîtin, bi partiya ku ji aliyê Hûsiyan ve tê temsîlkirin ve bi sînor dimîne. Li aliyê din, asta hikumeta heyî jî tê qeslkirin.”
Farida Ahmed, li ser beşdarnekirina jinan ji bo pêvjoyên aştiyê li Yemenê jî wiha got: "Ji bo me jinan di warê siyasî, civakî, çandî û ên din paşketin çêbû. Li yemenê jin xwedî pozîsyonek girîng a siyasî ne lê partî bi hincetên ‘jin xwedî asta baş û standardan’ nîn in nîşan didin û jinan ji derve dihêlin. Ji bo ku jinan ji siyasetê dûr bixin jî gelek hincetan çêkirin.”
‘9 sal in li Yemenê aştiya mayînde pêk nehatiye’
Seroka Weqfa BAS Bahia Al-Saqqaf jî diyar dike ku neh sal piştî pevçûnên li Yemenê, riya aştiyê ya bi awayê fermî hê jî bi rayeya hikumeta ku ji aliyê navneteweyî ve hatiye pejirandin û Hûsiyan ve sînorkirî ye. Bahia Al-Saqqaf wiha domand: "Pêvajoya ji bo aştiyê, di serî de ji bo jinan, bi vederkirina jinan û aktorên din ên li Yemenê tê kategorîzekirin. Heta îro jinên Yemenê, di hevdîtinên aştiyê yên ji bo Yemenê de pir kêm hatin temsîlkirin. Ev yek jî bi rojeva jin, aştî û ewlehiyê ya NY’ê re bi nakok e. Ev yek dijberî peymana 1325 a ku bang li jinan dike tevli avakirina pêvajoyên aştiyê bibin e.”
Bahia Al-Saqqaf, li ser bandora hewldanên jinan jî got: "Jinên Yemenî, ji bo avakirina aştiyê, parastina jin û zarokan û dermankirina birînên gelên herêmî, her dem di refên pêş de bûn. Komên femînîst ên herêmî, aktivîstên aştiyê û komîteyên avakirina aştiyê, ji bo kêmkirina krîzan roleke diyarker lîstin. Tevî vê jî ligel hemû bangewaziyan, zexten herêmî û bangên navneteweyî yên ji bo jin tevli hikumetê bibin jî di pêvajoyên avakirina aştiyê de hê jî dengê jinan nayê bihîstin.”
Bahia Al-Saqqaf, got ku jin tayînê saziyên darazê û astên bilind ên siyasetê bûne lê ew jin bi xwe jî rastî ferzkirinên kevneşopî yên di civaka Yemenê de bi cih bûne hatine, bi astengî û cudakariya zayendî re rûbirû mane.
‘Li pêşiya jinan gelek astengiyan derdixin’
Bahia Al-Saqqaf herî dawî got: “Li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de rolên jinan tên bisînorkirin û rastî polîtîkayên sîstematîk tên. Heta gelek ji wan bi hinceta ku xizmetê ji rojeva rojava re dikin, rasterat ratî gefan tên. Tiştên li hemberî jinan tên kirin ev tenê nîn in. Hemû aliyên ku li Yemenê pevçûnan derdixin, di hemû rojevan de cudahiyê nîşan didin û di warê binpêkirinan de wekî hev difikirin. Ango hemû li dijî jinan sûc dikin.”
Endama Tora Piştgiriya Femînîst û nûnera Hewldana Riya Aştiyê ya li Cenevreyê Lîsa Al-Badawî wiha got: “Ji bo aştiya mayînde pêk were divê jin di hemû merheleyan de di hemû şêwran de hebin. Wisa nebe aştî çênabe. Divê li gorî zagon û peymanên navneteweyî xebatên guncaw werin kirin. Divê jin di hemû warên jiyanê de, di pêvajoyên biryarê de hebin, di sazî û dezgehan de xwedî hêz bin.”
‘Divê pêvajoya aştiyê bi lezgînî dest pê bike’
Aktivîst Arwa Al-Shamirî jî got: "Pêvajoya aştiyê divê bi lezgînî dest pê bike lê divê berdewamî be. Divê jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin, edaleta civakî û lihevkirin pêk were, civaka ku ji ber şer parçe bûye, were bihêzkirin. Divê mafên mexdûrên li Yenenê werin parastin. Ji bo vê gelek hêvî hene û ya yekem û herî girîng, mercên aborî ne. Jin û mêrên Yemenî xeyal dikin ku rojekê şer bi dawî bibe, Yemen bi awayê demokratîk ava bibe. Jinên Yemenê ji bo mafên xwe têdikoşin, wan diparêzin û ji bo tevli xebatên pêvajoyên aştiyê bibin gelek hewl didin. Ji bo di pêvajoyên aştiyê de pêşnûmeyan amade bikin, di warê vîzyon û têgihîştinê de xwe bi pêş bixin dê serî li riyên ku ji bo wan hatine vekirin bidin.”