Jinên Yemenê rastî şer, tundî û cûdakariyê tên

Gelek raporên mafên mirovan nîşan dide ku pevçûnên li Yemenê didomin, rê li ber hilweşîna saziyên parastina jinan, bi taybetî jî navendên jinên xwe dispêrin wan vedike, tundî wek amûrek pevçûnê tê bikaranîn û ev jî rasterast jin û zarokên keç dike hedef.

RAHME ŞANZUR

Yemen – Bi saya kampanyaya navnetewî ya 16 rojî ya li dijî tundiya li ser jinê, li Yemenê dengê jinan bihêztir derdikeve. Tundiya ku jin û zarokên keç lê rast tên, ji ber pevçûn û xirabbûna şertên aborî û civakî dijwartir bûye.

Li gorî daneyên Fona Nifusa Netewên Yekbûyî, li Yemenê zêdeyî 6,2 milyon jin û zarokên keç, medyaya dijîtal jî di nav de, di bin xeteriya awayên cûda yên tundiya ku xwe dispêre zayendiya civakê de ne. Dema li perspektîfên rêxistinên mafan tê nihêrtin, saziyên wek Human Rights Watch, diyar dikin ku jinên Yemenê hê rastî cûdakariya zagonî tên. Di mijarên wek hevberdan, mafê xwedîkirin û mîrasê de jin hê ne xwedî heman mafên mêran in. Ev yek jî wan li hember tundiyê bê parastin dihêle. Li gorî rapora dawî ya rêxistinê, bi taybetî li herêmên di bin kontrola komên bi çek de, tevgerên jinan tên sînordarkirin. Ev rewş xwegihandina wan a xizmetên perwerde û tenduristiyê asteng dike.

‘Pevçûn tundiyê zêde kir û jin ji mafê xwe bê par man’

Li gorî rojnamevana Yemenî Esma es-Samît, tundiya li dijî jinan tê wateya ‘Bêparhiştina ji mafên bingehîn.’ Esma es-Samît da zanîn ku kokên vê tundiyê xwe dispêrin beriya bi deh salan, li gelek herêmên ku hê zewaca zarokan belave destpê dike, heta bêparhiştina jinan ji perwerde, kar, jiyana mirovî dirêj dibe û got: “Şer vê rewşê xirabtir kir. Awayên tundiyê zêde bûn. Bi taybetî ji bo jinan bû gefa derûnî û civakî. Şantaja dijîtal zêde bû. Ev rewş bû sedem ku hinek jin bikevin depresyonê û dawî li jiyana xwe bînin. Derketina jinê ya derve jî heta ji tirsa nêzîkatiyên civakê hate qedexekirin. Hebûna jinan û xebatên wan li hemû deran wek ecêb tê dîtin û nayê qebûlkirin. Bi taybetî li herêmên gundewar temamkirina perwerdeya keçan û karkirin, tê astengkirin.”

Esma es-Samît, da zanîn ku guherîn destpêkê bi hişyarkirina di nava malbatê û dayîna fêmkirina ku jin jî wek mêran xwedî heman mafan in, destpê dike.

Desteserkirina mafan û kevneşopiyên civakî

Aktivîsta Yemenê û xebatkara medyayê Salî en-Nebhanî da zanîn ku tundiya li dijî jinan desteserkirina mafan e û wiha got: “Mafê ji bo mêran di hiqûqê de ji bo jinan nehatiye naskirin. Jinek dema pirsgirêkek hiqûqî dijî, wek mêran bi asan maf bidest naxwe. Di ewlehiya kar de jî wek mêran ne xwedî heman mafan e. Ev tundiyek eşkere û cûdakarî ye.”

Salî en-Nebhanî anî ziman ku nirxên kevneşop vê zextê girantir dike û got: “Gelek jin ji azadiya şexsî û hilbijartinên pîşe bê par tên hiştin. Qadên pîşe ku tê de bixebitin tên sînordarkirin. Ev qad jî potansiyela wan a rast nateyîsîne. Pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan azadiya kar a jinan bi zagonên pêkan dibe. Divê hemû astengiyên li pêşiya jinan, bên rakirin.”

Pevçûnên ku didomin û xirabbûna şertên aborî û civakî, jinên Yemenê dike beşa ku herî zêde dişkê. Jin ji desteserkirinên zagonî û mafê civakê bigre, rastî hemû cûreyên tundiyê tên. Şahidiyên rojnamevan û aktivîstan, jin ji şantajên ku di jiyana rojane de rastî wan tên, tundiya derûnî, heta bêpar hiştina ji perwerde û kar, awayên cûr be cûr ên tundiyê radixe ber çavan. Ev rewş acîliyeta pêwîstiya parastina mirovî û hiqûqî nîşan dide. Di heman demê de bi bihêzbûna jinan re, zêdekirina hişyariya hiqûqî û civakî, têkoşîna bi tundiyê re, tekane rêya avakirina civakek adilane û wekhev e.