Jinên xwedî pêwistiyên taybet dixwazin di qada siyasî de hebûna xwe nîşan bidin

Jinên xwedî pêwistiyên taybet ku dixwazin li Tinûsê siyasetê bikin, ji ber rewşa tendirûstiyê û nêzîkatiyên civakê rastî hêj zêdetir astengiyan tên. Jin li dijî zexta civakê û şertên fîzîkî ku dixwazin wan asteng bikin têkoşînê dikin.

NEZÎHA BOUSSAÎDÎ

Tinûs- Li Tinûsê nîqaşkirina zagona hilbijartinê berdewam dike. Jinên Tinûsê zagonek wekheviya zayendî ya civakê û edlane dixwazin. Endama Yekitiya Astengdarên dîtinê ya Tinûsê Îman Ben Ashour, diyarkir ku ji bo Jinên xwedî pêwistiyên taybet di xebatên jiyana siyasî de zêde bibe, derbaskirina zehmetiyên ku li pêşiya wan asteng e.

Endama Yekitiya Astengdarên dîtinê ya Tinûsê û Aktivîsta Weqfa Sîstema Hilbijartina Navnetewî Îman Ben Ashour da zanîn ku jinên xwedî pêwistiyên taybet xwedî mafê beşdariya jiyanê ne û wiha got: “Kesên xwedî pêwîstiyên taybet, dixwazin li cihekê kar bikin, lê belê ji ber saziya hilbijartina bilind ya serbixwe rêk û pêkiyên pêwîst ên ku asan dike nakin, tengasiyan jiyan dikin. Dixwazin dosyayên namzetan ji aliyê xwe ve bikin.”

‘Kesên xwedî pêdiviyên taybet nayên berçavgirtin’

Îman Ben Achour, destnîşan kir ku jinên hilbijartin qezenc kirin, ji derveyî zehmetiyên di bejdariya civîn û konfaransên di asta bilind de zehmetiyên din jî jiyan dikin û wiha dom kir: “Kesên xwedî pêwistiyên taybet nayên berçavgirtin. Hilbijartinên herêmî û di her konseyên herîmî de neçare ku nûnerek xwedî pêwistiya taybet a xwedî mafê dengdanê hebe. Ev nûner jî di nava van kesan de divê kura bikêşe û were diyarkirin.”

Îman Ben Achour, derbarê rola Yekitiya Koran di teşwiqkirina jinên xwedî pêwistiyên taybet di jiyana siyasî û civaka sivîl de ev nirxandin kir: “Beriya demekê, me bi navê ‘Em hemû livêderê ne’ sempozyomek li darxist. Min ji bo kesên xwedî pêwistiyên taybet ku dixwazin beşdarî komisyona hilbijartina bilind û hilbijartinan û yan jî pêkanînên siyasî de zehmetiyan dikêşin pêşniyar û çareserî pêşkêş kir. Ji bo vê li berçavan derbazkirina zagonan û bi taybet ji bo banga bi armanca piştevaniya ji bo jinên xwedî pêwistiyên taybet, divê civînek were kirin. Bi taybet li herêmên navxweyî ku ji bo feraseta mêr ku bawerdikin tu rolek ya jinan nîne hîşyarî bidin avakirin me li darxistina rûniştinan pêşniyar kir.”

Îman Ben Acdhour da zanîn bi riya sempozyoma ‘Em hemû livêderê ne’ dixwazin van pirsgirêk û zehmetiyan derbixin holê û wiha got: “Nûnerên gel û parlementer, ji bo piştgiriya cihêkariya pozîtîf û zêdekirina beşdariya jinan me daxwaza kir ku zagona hilbijartinê ravîze bike. Emê bi serbixin ku ji bo sud bide jin di bigihin pozîsyonên di zagonan de bi revizyonan biryar bidin, bi perwerde û xebatên hişyarkirinê  jinan di qada siyasî de pêşengtiyê bikin.”