Jinên xwedî pêdiviyên taybet: Ji bêewlehiya kar ber bi serxwebûn û şikandina qaliban ve
Lêkolîna Şîrîn Ehmedniya li ser ezmûnên jiyana 15 jinên xwedî pêdiviyên taybet a di bazara kar a nefermî de, nîşan dide ku tevî bêewlehiya aborî û nebûna piştgiriya civakî dikare bingehek ji bo serxwebûna kesî peyda bike.
Navenda Nûçeyan – Encamên lêkolîna derbarê ezmûnên jinên xwedî pêdiviyên taybet a di bazara kar a nefermî de, nîşan dide ku her çend kar ji bo van jinan dahat û astek serxwebûnê peyda dike jî, ew bi bêewlehiya kar, nebûna parastina civakî û astengiyên pergalî tên karakterîzekirin. Li gorî lêkolînê, hin ji van jinan li ser bingeha serxwebûna aborî û baweriya bi xwe, bi rêya karê xwe bi dest dixin, li dijî qalibên damezrandî yên li ser jinbûnê û rolên zayendî yên kevneşop derdikevin.
Ev lêkolîn, bi çavdêriya û beşdariya Seroka Komeleya Sosyolojîk a Îranê Şîrîn Ehmedniya, hat kirin. Lêkolîn derbarê ezmûnên jiyana 15 jinên xwedî pêdiviyên taybet de li heşt parêzgehên cuda yên Îranê hate kirin. Encamên lêkolînê li Enstîtuya Lêkolînên Çand, Huner û Ragihandinê, bi rûniştinek bi navê ‘Ezmûnên jiyana jinên xwedî pêdiviyên taybet a di karên nefermî de’ de hate pêşkêş kirin. Di çalakiyê de bijîşk û lêkolînera civakî Sîmîn Kazemî û mamosteyê zanîngehê û CEO ya Komeleya kesên xwedî pêdiviyên taybet a Îranê Kamran Arvan, axivîn.
‘Jin hewl didin hewcedariyên xwe pêkbînin’
Şîrîn Ehmedniya, bal kişand ser zayenda civakê, seqetî û newekheviya aborî û da zanîn ku sînorkirinên di bazara kar a fermî de ji bo jinan, ligel astengiyên têkildarî pêdiviyên taybet, gihîştina derfetên kar ji bo vê komê her ku diçe zortir dibe û wiha got: “Her çend karên nefermî di warê saet û rêbazên kar de nermbûnek pêşkêş dike, wisa dike ku jin hin ji hewcedariyên xwe yên bingehîn ên debara xwe bicîh bînin, di heman demê de dezavantajên cidî yên wek nearamiya dahatê, nebûna sîgorteyê û nebûna mafên civakî yên wek teqawîbûn bi xwe re tîne û hemû pêşeroja wan a pîşeyî nediyar dikin. Encamên lêkolînê nîşan dide ku motîvasyonên li pişt ketina van jinan a nava bazara kar a nefermî de ev in: bidestxistina serxwebûna darayî ji derdora wan, parastina rûmet û rêzgirtina wan, berfirehkirina torên wan ên civakî, zêdekirina beşdariya wan a li jiyana civakî û dîtina armancek nû ya di jiyanê de. Lê belê, rewşa aborî ya beşdaran gelek diguhere, ji jinên di xizaniyê de dijîn bigire heta yên ku xwediyê karsaz an jî dezgehên xwe ne belav dibe.”
‘Jinên lêkolîn li ser hatine kirin di malê de dixebitin’
Şîrîn Ehmedniya da zanîn ku beşek girîng ji jinên ku lêkolîn li ser wan hatiye kirin, li malê dixebitin û ev agahî dan: “Ji bo wan, mal wek qadek xebatê ya gihîştî kar dike û pir caran dihêle ku ew qadê li gorî hewcedariyên xwe yên fîzîkî yên taybet biguncînin. Lê belê, xebata li malê dikare xêzên di navbera çalakiya aborî, berpirsyariyên lênêrînê û karên malê de nezelal bike. Di hin rewşan de hebûna van jinan di qada giştî de bêtir sînordar bike. Ev jin ji bo domandina çalakiyên xwe yên pîşeyî neçar in xwe li gorî şert û mercên herdem ên diguherin, biguherînin. Pêşketina hin pirsgirêkên tenduristiya fîzîkî hin beşdaran neçar kiriye ku kar biguherînin an jî li rêyên nû ku dahatê qezenc bikin bigerin. Di nav van şert û mercan de, bikaranîna ezmûn, jêhatîbûn û karsaziya xwe ya kesî, dibe rêyek ji bo domandina çalakiya aborî.”
Torên dijîtal rolek girîng dilîzin
Xizmtî û torên dijîtal roleke girîng di alîkariya van jinan de ji bo gihîştina kirîgeran û derfetên karsaziyê dilîze. Hin ji wan platformên dîjîtal ji bo ku xizmetên xwe pêşve bibin û karsaziyên xwe mezin bikin bikar tînin. Weke ku Şîrîn Ehmedniya destnîşan kir, dibe ku ev çavkanî di demên şer an qutbûna înternetê de negihîştî bibin. Ji bilî van sînordaran, beşdaran her wiha veguhastina nebaş û zehmetiya gihîştina qadên giştî wek astengiyan anîn ziman. Şîrîn Ehmedniya wiha vegot: “Bicihneanîna kotaya karmendiya kesên xwedî pêdviviyê taybet a ji sedî 3’ê di qadên fermî de mijareke din a girîng ku di hesabên jinan de derketiye pêş e. Her çend carnan piştgiriya çalakiyên aborî yên jinan dike jî, malbat dikare ji bo serxwebûna wan bibe asteng. Lê belê, desteka malbatê nikare cihê gihîştina mafên civakî û parastina yasayî bigre.”
Derketina li dijî qalibên zayendî
Yek ji encamên di vê lêkolînê de hatine pêşkêşkirin, guhertina di nêzîkatiyên hin beşdarên jin ên li hember rolên zayendî yên kevneşop de, bi taybet derbarê zewacê de ve girêdayî ye. Şîrîn Ehmedniya da zanîn ku hin jinên tenê an jî yên hevberdayî yên beşdarî lêkolînê bûne, nexwestin bizewicin, her çend kesên ku bixwazin bi wan re bi zewicin hebûn jî; ev biryar ji hêla serxwebûna wan a aborî û baweriya wan a bi xwe ku wan bi rêya pîşeyên xwe bi dest xistibûn bi bandor bû. Li gorî wê, ev ezmûn têgihîştina berfireh a ku zewac divê kevirê bingehîn ê nasname û jinbûna jinê be, dike ber pirsan.
Li gel vê, lêkolîn nîşan dide ku ezmûnên van jinan ne yekreng in. Hin ji wan berdewam dikin bi rolên kevneşopî ve girêdayî bin, hinek din jî bawer dikin ku redkirina van rolan nayê wateya kêmasiyek kesane an têkçûnek di jiyanê de. Ji vê perspektîfê ve, jiyana xebatê ne tenê çavkaniyek dahatê ye. Di heman demê de faktorek ku bandorê li ser awayê ku ev jin xwe pênase dikin, çawa şekil didin têkiliyên malbata xwe û çawa hilbijartinên kesane dikin, dike.
Şîrîn Ehmedniya, ji têgeha ‘avakirina civakî ya pêdiviyên taybet’ dest pê kir, anî ziman ku sînorkirinên ku ev jin pê re rûbirû dimînin ne tenê ji rewşa wan a fîzîkî, di heman demê de ji helwestên cudakar, qalibên civakî û qadên negihîştî jî derdikevin. Ji ber vê, astengiyên bajarî, vebijarkên veguhastinê yên nebaş û nebûna derfetên wekhev dikarin şert û mercên ku beşdariya kesên xwedî pêdiviyên taybet di jiyana civakî û aborî de sînordar bikin diafirînin.
Jinên xwedî pêdiviyên taybet, zayend û pergala aborî
Di vê rûniştinê de, Sîmîn Kazemî, nerînên pispora di xebatên kesên xwedî pêdiviyên taybet Jenny Morris bi bîr xist û tekez kir ku pêwîst e ji nêzîkatiya ku jinên xwedî pêdiviyên taybet tenê wek bûna hedef an wergirên pasîf ên piştgiriyê dibîne, dûr bikevin. Sîmîn Kazemî diyar kir ku divê ev jin wek kesên serbixwe û aktorên çalak bên naskirin, ne tenê berpirsyariyên xwe yên kesane û malbatî birêve dibin, di heman demê de ji bo derbaskirina astengiyên civakî jî tedbîran distînin.
Sîmîn Kazemî destnîşan kir ku her lêkolînek li ser rewşa kar a jinên xwedî pêdiviyên taybet heta ku pergalên wan ên aborî û awayên ku ew hêza kar a xwe birêxistin dikin li ber çav negire dê ne temam be. Sîmîn Kazemî bal kişand ser berfirehbûna qada xizmetê û zêdebûna formên kar ên bêewle û bê piştgirî. Sîmîn diyar kir ku jinên xwedî pêdiviyên taybet dikarin di heman demê de bi cudakariya li ser bingeha zayendî, astengiyên têkildarî kesên xwedî pêdiviyên taybet û bêparbûna aborî re rûbirû bimînin. Ev xaçerêyek tevlihev e ku pir caran di lêkolînên akademîk û xebata parêzvaniya civakî de nayê dîtin.
Lêkolîn li ser 15 jinan hate kirin
Lêkolîn balê dikişîne ser rastiyek dualî: karê nefermî dikare ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet bibe amûrek ji bo bidestxistina serxwebûnê, çêkirina dahatê û ji nû ve pênasekirina nasnameyên xwe. Lê, di nebûna ewlehiya kar, parastina civakî, qadên gihîştî û derfetên wekhev de, ev serxwebûn pir nazik dimîne.
Di çarçoveya encamên vê lêkolîna ku bi beşdariya 15 jinan li heşt parêzgehên cuda hatiye kirin de, nikarin ji bo hemû jinên xwedî pêdiviyên taybet ên li Îranê bên giştîkirin. Lê belê, vegotinên kesî yên beşdaran pêwîstiya lezgîn a rakirina astengiyên pergalî yên li pêşiya kar û naskirina jinên xwedî pêdiviyên taybet, wek xwediyên maf û aktorên civakî yên serbixwe radixe ber çavan.