Jinên xizan li nexweşxaneyan bi cihêkariyê re rû bi rû tên
Li Îranê jinên debara wan kêm, li nexweşxaneyên dewletê, ne tenê rastî kêmaniya xizmeta tibî tên, di heman demê de barê giran ê cudakarî û newekheviya civakî li ser milên wan e. Ev yek bi awayekî cidî tenduristî û rûmeta wan dixe xeterê.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Navenda Nûçeyan – Di Îrana îro de, jinên xwedî dahata kêm, tevî pêwistiya wan bi xizmetên tibî heye, ne tenê rastî cudakariyê tên, di heman demê de bi pergalên newekhev re jî ji ber nebûna desteka civakî û hiqûqî, derfetên parastina mafan, bi awayekî cidî tên sînordarkirin. Ev rewş ne tenê tenduristiya van jinan dixe xeterê, di heman demê de kûrahiya krîza tibî û civakî ya li Îranê radixe ber çavan.
Çîroka jinên di nexweşxaneyên Îranê de hatine windakirin
Di cihekî ku edaleta civakê bûye dirûşm û cudakarî jî bûye pergalî, pergala tenduristiyê ne ji derveyî vê quralê ye. Di dîtinê de tişta ku weke ‘Xizmetên tenduristiya civakî’ hatiye binavkirin, di pratîkê de dabeşî du riyan dibe, ji bo dewlemendan tedawî, ji bo xizanan êş, koçberên ku dijîn her roj rastî cudakariya sîstematîk tên. Bi bedena xwe ya westiyayî, birîndar û bê parastin xwe digihîjînin navendên tenduristiyê lê belê ne ji bo tedawiyê, ji bo îsbat bikin ku di asta werin tedawîkirin de ne.
Bêdengiya di pergela bê edalet a tenduristiyê de
Li Îranê jinên xizan, ji komên din zêdetir barê nexweşiyê, ducaniya ku nayê xwestin, depresyonên kronîk, êşên giran ên bê tedawî hatine hiştin û kêmxwariniyê hildigrin. Tevî vê jî dema tên beramberî pergala tenduristiyê, ji ‘pergaleke tenduristiyê’ zêdetir, dişibe pergala zextê. Bijîşkên bê eleqe, hemşîreyên westiyayî, xizmetên kêm, ekîpmanên kêm bûne û pêkanînên biçûkxistinê, parçeyek ceribandinên rojane ye. Dema li gel wan refaqatvan an jî kesek nas nebe, di rêzên dirêj de tên hiştin. Ger pereyê ji bo derman û tehlîlan nebe, êşên wan jî nakevin qeydan.
Polîtîkayên li dijî jin xizanî û jiyanê
Jiholêrakirina sîgortayên bingehîn, bihabûna xizmetên bingehîn û rakirina dermanan, ji ber tirsa mesref û ceribandinên xirab ên nexweşxaneyê, ji serlêdana saziyên tenduristiyê direvin û nexweşiyên xwe vedişêrin. Lê belê ji bo tenduristiya wan a fîzîkî û ruhî tu bingehek ava nake.
Mafê tenduristiyê yê jinên Îranê yek ji mafên ku herî zêde ji nedîtî ve tê dîtin e
Li Îranê, bi taybet ji bo jinên xizan, ev maf tenê ne bi temînatê, di heman demê de dibe kontrolkirina beşên xizan, dûrxistin û an jî amûrên cezakirinê. Xizmetên psîkiyatrîk an jî lênêrîna taybet a jinan, tenê dibe îmtiyazek ku dewlemend bikaribin xwe bigihîjîninê. Polîtîkayên tendurstiyê, piranî ji aliyê mêran ve tên diyarkirin .
Heta ku tenduristî weke mafê xwezayî û mafeke gerdûnî neyê qebûlkirin, jinên xizan dê ji pergala tenduristiyê sûdê negirin. Gotinên tibî divê ji sermaye û serweriya mêr derbikevin divê tenduristî bibe daxwaza edalet, siyaset û civakî. Îrade, rûmet û bedena jinan, ne di dirûşmên dewletê de ye, bi wekhevî û xwegihandina xizmetên tenduristiya mirovî gengaz e. Ev analîz ne tenê îfşaya krîza heyî ne, di heman demê de bangek e ku divê polîtîka ji nû ve werin afirandin û rûmeta jinan a hatiye jibîrkirin dîsa were dayîn e.