Jinên Xezayî yên vedigerin: Li deriyê sînor hêzên Îsraîlê neheqî li me kirin

Jinên Xezayî ku vedigerin warên xwe, diyar dikin ku li deriyê sînor ê Refahê hêzên Îsraîlê mafên wan gelek binpê dikin û neheqiyê li wan dikin.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Întisar Ebu Aker dema ji Misrê vedigeriya bajarê xwe, li ber deriyê sînor ê Refahê yê başûrê Xezayê rastî îşkenceyê hat. Aliyê Filistînê yê deriyê sînor, niha di kontrola navneteweyî û hêzên Îsraîlê de ye. Întisar Ebu Aker tevî ku di vegerê de dizanibû dê çi were serê wê jî biryar da ku vegere bajarê xwe.

Întisar Ebu Aker tiştên ku lê rast hatiye, vegot. Întisar da zanîn ku dema konsolosxaneya Filistînê ji bo vegera Xezayê li wê geriyaye, ji kêfa xwe ranegirtiye û wiha got: “Di heman rojê de ji bo vegerê min tiştên pêwîst di forma agahiyan de nivîsand. Ez bi hesreta dîtina deryaya Xezayê û bênha wê bûm.”
Rêwîtiya sînor Întisar Ebu Aker da zanîn ku dema erêkirina aliyê Îsraîlê hatiye ragihandin, sibehê zû rabûye çenteyê xwe amade kiriye û wiha pê de çû: “Derbasbûna aliyê Misirê bê pirsgirêk bû, lê belê dema em gihîştin aliyê Filistînê rewş bi temamî guherî. Weke lawiran nêzî jinan bûn, xwarin û vexwarina li gel me avêtin çopê û em rastî heqaretan hatin. Jin hatin rêzkirin, destên me bi kelemçeyên plastîk hatin girêdan, lingên me hatin zincîrkirin û çavên me bi bandên reş hatin girtin. Tevî ku em sivîl bûn, yek bi yek me birin navendên lêpirsînê. Lêpirsîn di odeyeke tarî de hatin kirin, bêyî ku fersenda bersivê bidin, pirs dikirin. Em rastî heqaretên herî giran hatin. Dîmenek nîşanî min dan û xwestin ez kesê tê de nas bikim. Dema min got ez nas nakim, heqaretan dîsa dubare kirin. Ev lêpirsîn du saetan domiya.”

‘Piştî lêpirsînê em berdan’

Întisar Ebu Aker diyar kir ku piştre wê birine cihekî cemidî, li wê derê bi tenê maye û wan kêliyan wiha vegot: “Wê kêliyê tenê fikirîm ku wê min esîr bigrin û ez ê êdî zarokên xwe nebînim. Piştre dîsa ez lêpirsîn kirim, careke din heman pirs ji min pirsîn, min dîsa heman bersiv da û di dawiyê de min berdan. Dema band ji ber çavên min rakirin, li aliyê min ê rastê leşkerek jin a Îsraîlê, li aliyê çepê jî jinek Filistînî ku di nava milîsên bi çek ên li gel hêzên Îsraîlê dixebitî hebû. Ev ji bo min şokek mezin bû.”

‘Hemû cih hilweşiyabûn’

Întisar Ebu Aker anî ziman ku dema radestî hêzên nevneteweyî hatiye kirin westiyayî û nexweş bûye, dema birine muayeneya bijîşk û ji bo siwarê otobusê bibin alîkarî kirine, hêzên navneteweyî lêborîn xwestine. Întisar rewşa xirab a warên xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez nikarim tiştên hatin jiyîn biguherînim, ya girîng ew e ku pêşî li dubarebûna van binpêkirinan bê girtin. Dema ku otobus ji bajarê Refahê bi rê ket, min rê nas nekir, hemû cih hilweşiyabûn. Refah veguherîbû çolek. Dema em gihîştin Xan Yûnisê, me dît ku ew der jî rûxandî bû.”
Hemû tiştên wê li Tirkiyê hatin dizîn
Întisar Ebu Aker destnîşan kir ku dema gihîştiye Xezayê, gotiye qey qerebalixiya pêşwaziya wê dikin zarok in lê belê ferq kir ku ev mirovên alîkarî didin ên vedigerin bûne û wiha got: “Bi her yekê re weke ku yek ji malbata me be me silav da û di dawiyê de min kurê xwe dît. Piştî sê salan gihîştina zarokên xwe, serkeftina herî mezin e. Beriya êrîşan dema min li Tirkiyeyê tedawî didît, pasaport, nasname û hemû tiştên ku di çenteyê min de bûn hatin dîzin. Min serlêdana konsolosxaneya Filistînê kir, lê belê kar û bar pir domiya, di wê demê de şerê li Xezayê dest pê kir û ji bo ez ji zarokên xwe dûr ketibûm, min gelek êş kişand. Dema kar û barên min temam bû, ez çûm Misrê, min xwest nêzî bajarê xwe bim.”
‘Min ji serî de destpê kir’

Întisar Ebu Aker ragihand ku dema gihîştiye konê zarokên li herêma el Mevasî ya Xan Yûnisê, gelek tiştên di çenteyê wê de hatine dizîn. Tevî vê jî piştî sê salan, bi gihîştina zarokên xwe gelek kêfxweş bûye û wiha bidawî kir: “Îro min ji serî de dest bi her tiştî kir. Ne kon, ne ranze, ne tiştek, ne cil mane. Beşek jê di sînor de hatin dizîn, yên mayî jî di êrîşa li Refahê de şewitîn. Tevî vê jî ez ê li ser xaka xwe bim, serî li ber dagirkeriyê netewînim.”