Jinên Xezayî di nav şer de şerê rayeyê jî dikin

Parêzer Semah Aşur, bal kişand ser rewşa jinên li Xezayê hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku divê ji bo wan xebatên hayjêbûnê werin kirin bi taybetî jî ji bo mafê welayetê yê zarokên ku ji aliyê zagonî ve ketiye bin temînatê.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Şerîda Xeza ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di bin êrîşên Îsraîlê yên berdewam de ye. Li herêmê jin û zarok dibin hedef û mirov li ber çavên cîhanê tên qirkirin. Bi hezaran zarokan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran jî dê û bavên xwe winda kirine.

Jinên ku di êrîşên li Xezayê de hevjînên xwe winda kirine, ji ber qanûnên li Xezzeyê ji bo wesayeta zarokên xwe jî şer dikin. Jin ji zarokên xwe têne veqetandin û destûr nayê dayîn ku çend deqeyan jî hevdu bibînin.

Maha Ahmed (bi navê lixwekirî), bi girîn û wêneyê zarokê xwe yê di dest de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Piştî ku hevjînê min mir, min bi mehan zarokê xwe nedît. Bapîrê wî zarok ji min girt.” Maha got ku ji bo zarokê xwe paşve bigre şert danîne pêşiya wê ku bi birayê hevjînê xwe re bizewice lê wê red kiriye. Maha diyar kir ku ew dixwaze zarokê xwe bi xwe xwedî bike û dê bi kesek din re nezewice.

Maha Ahmed, diyar kir ku piştî vê biryarê girtiye helwesta malbata hevjînê wê bi temamî guheriye. Her wiha da zanîn ku piştî mirina hevjînê wê eleqe nîşanî wê dabûn û xwedî kiribûn lê dûre rastî heqaretê hatiye û bi ser de qîriyane. Maha wiha got: “Mafê welayetê bi min re ye lê hêza ku vê biryarê bixe meriyetê li ku ye? Ez biryarê ji dadgehê bigrim jî dê kî bi cih bîne?”

‘Ez ji bo xwedîkirina zarokên xwe dixebitim’

Serpêhatiyeke din jî ya Tehanî Muhammed (bi navê lixwekirî) e. Di dema şer de hevjînê wê hatiye kuştin. Tehanî dibêje ku mala xezûrê wê ew bi tenê hiştine, nexwestine zarokên wê xwedî bikin, pariyek nan jî nedane wan. Diyar dike ku ji ber vê yekê wê qeyda zarokên xwe di saziyên alîkariyê de çêkiriye wan saziyan carna jê re alîkariya cilan û xwarinê kirine, ew jî xebitiye û debara zarokên xwe kiriye. Tenahî Muhammed dide zanîn ku dema xesûya wê bihîstiye dixebite aciz bûye û bi zorê zarokan jê girtiye, tenê destûr daye mehê carek wan bibine û dibêje: “Piştî ku hevjînê min mir, zarok zêdetir bi min ve hatin girêdan. Nedixwestin ji min veqetin, digiriyan lê tu bandorê li ser xesûya min nekir. Çend roj paşê hîn bûm ku niyeta xesûya min ew e alîkariya ji min re tê ji ji wê re biçe.”

Tehanî Muhammed, got ku zarokên wê ji mala xezûrê wê muameleya xirab dibînin, bi taybetî bi krîza xurekê ya li bajarê dorpêçkirî re birçî mane. Tehanî Muhamed diyar kir ku ger zarokên wê li balê bin qe nebe dê rojê carek be jî pariyek nan ji wan re peyda bike û got: “Her wiha dema ku zarokên min digotin dixwazin bi min re bijîn, rastî şîdetê dihatin. Ez xwe pir neçar hîs dikim û nizanim vê meseleyê bi xesûya xwe re çawa çareser bikim.”

‘Jin û zarokên sêwî di her warî de zêdetir zirarê ji şer dibînin’

Ji Navenda Mafên Mirovan a Filistînê parêzer Semah Aşur, li ser bandora şer a li ser jin û zarokan, zêdebûna hejmara jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û zarokên sêwî got ku vê rewşê xwe li dadgehên şerîetê yên li Zîvala Xezayê jî xwe dide der û got: “Bi şer re van dadgehan bi temamî hatin girtin lê ji ber ku pêdiviya jinan bi peymanên weke belgeyên zewacê û belgeyên hevberdanê yên fermî hebû, dadgehan hinek be jî dest bi xebatan kirin.

‘Dadgeh tenê serlêdanên li ser belgeyên şerîetê qebûl dikin’

Semah Aşur, got ku dadgeh niha tenê serlêdanên li ser belgeyên şerî qebûl dike û wiha domand: “Di navbera van de muameleyên weke welayet, wesayet, wekalet, parvekirina mîras, belgeya nefeqeyê û welayeta zarokan hene lê hê jî xizmetên nûnertiyê (ango parêzerî û nûnertiya di dadgehe de) di meriyetê de nîn in. Gelek ji wan jinan nikarin mesrefa van muameleyan bidin. Ji ber vê, saziyên sivîl ên weke Navenda Mafên Mirovan a Filistînê, li ser navê van komên bê parastin, pere dan û pêvajoyê meşandin.”

‘Tevî jin biryara welayetê ji dadgehan digrin jî mekanîzmayek vê yekê pêk bîne tune ye’

Semah Aşur, diyar kir ku pirsgirêkek din a ku jin rast tên jî ew e ku tevî ji dadgehan biryara welayetê digrin jî mekanîzmayeke vê biryarê pêk bîne tune ye û got: “Dadgeh biryarê bide jî ji ber rewşa ewlehiê yan jî bi temamî tunebûna ewlehiyê, ev biryar nayên bicihanîn.”

Semah Aşur, diyar kir ku di warê têgehan de jî serî jinan tevlihev dibe û got: “Welayet û wesayet heman tişt nîn e. Welayet mafê xwedîkirina zarokan e lê wesayet jî tenê dema ku bav an jî bapîr sax bin derbasdar e. Ger herdu jî tunebin, wesayeta zarokan dikeve ser ap an jî dapîrê. Ev yek jî ne mafê dê zarok bi kê re bimîne, li ser navê wê biryarê dide. Bi vê yekê jinek hem dikare xwedîkirina zarokan bigre ser xwe (ango bibe xwedî welayetê) hem jî nebe wasiyê wê yê fermî. Bapîr dikare wesayeta kurê xwe dewrê bûka xwe bike.”

‘Di dadgehên li Xezayê de di warê wesayetê de jî pirsgirêk derdikevin’

Semah Aşur got ku di dadgehên şerîetê yên li Xezayê de di muameleyên wesayetê de pirsgirêkek din jî derdikeve holê û wiha domand: “Carna dadgeh, li cihê dayikê, ap an jî dapîrê esas digre. Di rewşên bi vî rengî de, dadgeh carna dikare di navbera dayik û dapîrê de biryara wesayeta hevpar bide. Ger îsbat bibe bapîr pereyê zarokên sêwî girtiye bin zîmeta xwe, dayik dikare “doza hesabdayîna welî” veke û bi vê yekê mafê zarokan çêdibe pereyê xwe paşve bigrin.”

‘Divê jinebî hay ji mafên xwe yên zagonî hebin’

Semah Aşur, bal kişand ku pir girîng e jin hay ji mafên xwe yên zagonî hebin û wiha got: “Gelek jin mafên bingehên ên weke welayeta zarokên xwe nizanin. Li gorî zagona di meriyetê de, jina ku jinebî bimîne û bi kesek din re nezewice, dikare welayeta zarokên xwe di dest xwe de bigre. Ji bo parastina vî mafî di zagonan de bendeke taybet heye. Di vê bendê de tê gotin jinebiya xwe bi tevahî dide xwedîkirina zarokan, welayeta zarokên xwe didomîne. Ev yek, mafê welayetê bi bapîr re be jî derbasdar e.”

Semah Aşur, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Jinên Filistînî yên hevjînên wan mirine, dikarin serî li Navenda Mafên Mirovan a Filistînê bidin. Ji bo wan xeta desteka lezgîn heye. Her wiha li navendên bicihbûn û tehliyeyê li Zîvala Xezayê dikarin tevlî civînên ji bo hayjêbûnê bibin, der barê mafên xwe de bersivê bidin hemû pirsan. Bi riya van seansan dikarin rasterast destek bigrin.”