Jinên Xezayê neçar dimînin konên xwe li kêleka sergoyan daynin

Di nava karesata koçberiyê ya li Xezayê de, jin ji şert û mercên herî bingehîn ên jiyana mirovan bêpar dimînin û neçar dibin konên xwe li kêlaka sergoyan daynin.

REFÎF ISLÎM 

Xeza – Jinên Xezayê di nava koçberiya bi darê zorê de, di bin şert û mercên li dijî rûmeta mirovahiyê de, neçar dimînin konên xwe li kêleka sergoyan daynin; kêzik, nexweşî û nebûna pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê, jiyana wan dorpêç dike.

Li Zîvala Xezayê gelek malbat, ji ber hilweşandina nêzî ji sedî 40’ê herêmê bi operasyonên leşkerî yên Îsraîlê û nebûna zeviyên vala yên li bakur an başûr, neçar dimînin konên xwe li kêleka sergoyan daynin. Ev rewş, bi taybetî ji bo jin û zarokan dibe sedema nexweşiyan.

Di qeyranên mirovî yên herî giran ên Xezayê de, karesata koçberiyê bi tabloyekî pir xirab derdikeve pêşiya me; jin neçar dimînin konên xwe li kêlaka sergoyan daynin û li cihekî ku bi tevahî ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar e ji bo jiyanê têdikoşin.

Jehan el-Ghaf, diyar dike ku gelek koçber konên xwe li kêleka sergoyan datînin û ev yek jî dibe sedem mêş û pêşû li ser zarok û jinan kom bibin û nexweşiyên curbecur belav bibin. Ev yek ji xurandinê bigre heta nexweşiyên çerm  bi xwe re tîne, hinek ji wan ji Cotmeha 2023’an û vir ve cara ewil derketine holê.

‘Em bi her awayî dimrin’

Jehan el-Ghaf, destên xwe li hev dixe û wiha dibêje: "Bila koçber çi bikin? Ji ber êrîşên hewayî û bejahî ji mirinê direvin lê bi awayekî din ê mirinê re rû bi rû dimînin. Cihên guncaw ji bo konan tune ye û tenê çop û ava kanalîzasyonê heye. Jinên koçber neçar dimînin ku ji bo danîna konan gilêşan rakin.”

Jehan el-Ghaf, destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê hewl didin zêdetir herêmê dagir bikin û ji bo koçberan tu kampên bi ewle yan jî qadên mirovî nehatine diyarkirin û got: “Em nikarin gelê herêmê sûcdar bikin, ji ber ku li bajêr û bi taybetî jî li rojava, tu cîhên vala ji bo avêtina gilêşan tune ye.”

Zêdebûna nexweşiyan

Jehan el-Ghaf, da zanîn ku gelek nexweşiyên çerm ên mîna alerjî, birîn û xurandin zêde zêde bûne û hinek ji van nexweşiyan li nexweşxaneya zarokan mîna penceşêra çerm tên teşhîskirin û wiha axivî: “Dermankirina van nexweşiyan tune ye; nexweş bi xurandin û germahiya havînê re têdikoşin û nikarin malzemeyên hîjyenê peyda nakin.

‘Êrîş dibin sedema zêdebûna nexweşiyan’

Jehan el-Ghaf, wiha axivî: “Pirsgirêkeke din jî ew e ku birînên ji ber êrîşên hewayî çêdibin zehmet tên başkirin. Birîn bi mehan vekirî dimînin û piranî caran dibe cihê ku mêş lê çêdibin; ev yek jî xetera enfeksiyonê zêde dike û carna dibin sedema komplîkasyonên ku dibe sedema amputasyonê.”

‘Ez hêvî dikim di xaniyeke bi ewle de bijîm’

Jehan el-Ghaf, diyar kir ku beriya şer, gilêş ne ewqas zêde bûn, Şaredariya Xezayê kîsikên gilêşan li ber malan berhev dikir û got: “Lê îro rewş karesat e û qeyranek mezin heye. Ez hêvî dikim ku di xaniyek bi ewle de bijîm, koçberî bi dawî bibe û cihên konan bên guhertin. Gelo konên me yên din de li ku bin? Li kêleka ava kanalîzasyonê?"