Jinên welatê ku xwedî dîroka dûr û dirêj e: Cezayir
Tu dosya li cîhanê der barê jinên Cezayîrê de tune ne lê belê ev nayê wê wateyê ku jin di nava demokrasî û wekheviyê de dijîn. Sedema vê yekê ew e ku tevgera jinan li Cezayîrê ji ber desthilatdariyê dereng dest pê kir.
Navenda nûçeyan – Dîroka Cezayîrê xwedî berxwedaneke ku di encama wê de milyon û nîv kes jiyana xwe ji dest dan. Rastiya jinan jî ji dîroka Cezayîrê ve heye. Jinan çi pêşkêş kirin û çi ji wan re hat pêşkêşkirin? Gelek zehmetiyên ku derdikevin pêşiya jinên Cezayîrê derdikevin hene. Astengî bi guhertina çandan re tên guhertin û dibin yek, bi wê yekê jinên li Rojhilata Navîn digihîjîne hev.
Dîrok û mîtolojî teqeziyê li ser avakirina civakeke dayîkî li Cezayîrê dikin. Dîroka wan jî vedigere 500 hezar sal berê. Ev dîrok bi hinek dewletên derdorê re jî dikevin nava hev. Nomîdya '202-46 BZ' padîşahiyeke kevnar e beşek ji Cezayîr Tûnis û Lîbyayê her wiha beşek rojhilatê Mexribê heta Newala Melwiyeyê di nava xwe de digirt. Ew herêm sîstemeke xwe ya dayîkî hebû mîtolojî, adat û teqalîdên jinên Amazîxî keşif dikir.
Xwedawend Tanêt li cem Amazîxan û Tewariq pîroz bû. Her weke wê peykera Îştar û Afrodît li cem gelên din pîroz in. Ew xwedawendeke xwedî cihekî taybet e li cem gelên Bakurê Afrîkayê yên kevnar. Îbadeta wê jî li cem Amazîxan heye û ev pîrozbahî gihîştiye Fînîqiyan jî. Xelkên Qirtac jî ew pîroz didîtin heta ew weke parêzvana xwe jî hesibandin û weke sembola dayikbûn û şînatiyê binav kirin.
Amazîx û Tewariq di civakeke dayikî de dijiyan
Amazîx û Tewariq di civakeke dayîkî de dijiyan tu ferq û cudahî di navbera mirovan de li ser esasê zayendê tunebû û jin sînordar nedikirin. Lê belê dagirkerên xwedî zihniyeta mêrsalar tundiyek li dijî mêjiyê mêrê Amazîxî meşandin û bûn sedem ku tola zayenda xwe ya mêr rake. Ji ber wê dest bi daxistina nirxên jinan kirin. Li hemberî vê yekê jî jinan ev xeter dîtin û bi helbestên Amazîxî yên heyî tirsa jinan a ji vê komployê hat vegotin.
Adat û teqalîdên jinan ji wê demê ve hatin guhertin û teşeyeke muhafezekar girtin. Beriya çend salan fetwa derketin şahiyên serê sala Amazîxiyan weke heram hatin binavkirin. Di wan rojan de jinan xwarinên gelêrî amade dikin û ji hemû tiştên ne pêwîst di malê de xilas dibin her wiha jin nebatên tibî ji bo amadekirina dermanan berhev dikin.
Zarokên Tewariq ên bi xwe Amazîxî ne nesla xwe ji dayika xwe digrin
Li hêleke din zarokê Tewariq ku ew jî bi xwe Amazîx in nesla xwe ji dayika xwe digrin. Zarokan keç û law weke hev mezin dibûn. Jin azadiya xwe di hilbijartina hevjînê xwe de bi temamî bi dest dixin. Hîcab li ser wan nayê ferzkirin. Pirzewacî qedexe ye. Tevî ku piştî serferên Îslamî bûn misilman jî jin dikarin daxwaza hevberdanê bikin. Jin saleke sax piştî zewacê bi malbata xwe re dijî heta zaroka xwe ya yekem tîne. Zilam jî bi malbata hevjîna xwe re dijî. Dema hevjîn wefat dike jî malbata jinê li zarokên keça xwe dinêre.
Mirov dikare bibêje şerê li dijî Amazîxan û xistina wan ji bo Îslamê şerekî din li dijî civaka dayikî mayî li cîhanê ye. Civaka Tewariq adatên xwe parastin lê belê Amazîxên mayî tevî berxwedêriya xwe û şanaziya xwe nikaribûn li hemberî hêzê bisekinin. Dîrok ji padîşaha jin Dîhiya re şahidiyê dike ku di sala 680 zayînî de berxwedaneke bêhempa li bajarê Qîrewan ê Tûnisê li dijî artêşên emewiyan raber kir û dikaribû êlên Amazîxan jî di bin ala xwe de bike yek her wiha li hemberî Rom û Misilmanan jî gelek têkoşîn da meşandin.
Di şerê azadiyê de jinan karînên xwe îsbat kirin
Şerê azadiyê, ji desthilatdariya Fransî gelek guhertinên girîng û kûr di civaka Cezayîrê de çêkirin. Têkiliyên nû di navbera herdu zayendan de çêbûn. Jin êdî nema jinên tenê karê malê dikin bûn, beşdarî şoreşa azadiyê bûn. Şoreşa ku çirûska wê di 1'ê Mijdara sala 1954'an de ji bo bidawîkirina dagirkeriya ku nêzî 100 salan berdewam kir bi dawî bikin dest pê kir. Wê şoreşê 7 salan domiya heta ku milyon û nîv kes jiyana xwe ji dest dan. Steyrika Fatme Lale Nesomer û Cemîla Bohêrd şewq dan vê şoreşê.
Jinên Cezayîrê di şoreşê de rolên girîng di eniya azadiya niştîmanî de lîstin
Fikrên kolektîf dibînin ku semboleke mezin a jinan di çanda her gelî de heye ji ber wê yekê ev tirs heta astekê bi her kesê re şîrovekirî bû lê belê jinan qebûl nekirin ev raman were bikaranîn. Ji ber ku dizanibûn dê wan ji rola wan a azadkirina xakê dûr bixe. Ji ber wê yekê destpêkê şerê tirsa civakê ji bikaranîna wan di nakokiyên çandan de her wiha metirsiya guhertina çanda Cezayîrî bi çanda desthilatdaran kirin.
Li ser vê yekê piraniya jinên Cezayîrê di şoreşê de aktîf bûn û rolên girîng di eniya azadkirinê ya niştîmanî de lîstin. Jinan di warê şervanî îstîxbarat hemşîretî çêkirina xwarinê veguhestin têkilî piştgirî û rêveberiyê de roleke mezin lîstin. Hejmarek rapor teqez dikin ku zêdetirî 11 hezar jinan şer kirine û piştgiriya şoreşê kirine lê belê pêkan e ku hejmar zêdetir bin jî. Mirov dikare du cureyên berxwedaniya jinan bîne ziman. Jinên li bajaran derdora ji sedî 20 hêza jinan temsîl dikirin. Gelek perwerde didîtin û karê xwe bi şoreşê re hilbijartin. Lê belê jinên ji gundan rêjeya herî mezin temsîl dikin. Di şer de bi rengekî xwezayî beşdar bûn ji ber li ser eniyên şer bûn, bi xaka xwe ve girêdayî bûn.
Li hemberî vê yekê desthilatdariya Fransayê propogandaya azadkirina jinên misilman bi kar anî. Ev plan di dawiya salên 1950 de dest pê kir. Lê belê propoganda bi bin ket ji ber wêneyên şervanên Cezayîrî yên di şerê azadkirinê de beşdar bibûn rûyê wan û serê wan xuya bû. Wêne di rûpelên destpêkê yên rojnameyên cîhanî de hatibûn belavkirin û îdiaya Fransayê derew derxistin. Di heman demê de binpêkirinên li dijî jin û mêrên girtî hatin teşhîrkirin. Piştgiriyeke cîhanî ji bo Cemîle Bohêrd hat pêşkêşkirin. Cîhanê binpêkirinên li dijî wê di nava 17 rojên girtina wê de dîtin. Cemîle Bohêrd got: "Cilên min bi temamî ji min derxistin û min bi kuriyek ve girêdan. Qetek paçê şil xistibûn bin tayên min pê girêdabûn. Paşê Li ser organên min ên genîtal, guh, dev, kef, nipikên min û eniya min pêlekên elektrîkê danîn. Seat 3'ê sibehê ez ji hişê xwe çûm û paşê ez panîk bûm." Cemîle Bohêrd gelek bi cesaret bû ewqas hûrgilî parve kirin bi taybetî di civakeke baviksalar de.
Di xwepêşandanan de 45 hezar kes jiyana xwe ji dest dan
Siyaseta desthilatdar gelekî xeternak e ji ber bandorê li welatê dagirkirî bi rengekî mezin dike û ev bandor, dibe ku bi dehan salan berdewam bike. Desthilatdariya Fransayê xwe dûrî gavên sazkirinê xist û di encamê de rêjeya nexwendayan di nava gelê Cezayîrê de û bi taybet jinan de zêde bû. Desthilatdariyê li dijî çanda Cezayîrê şer kir û tewana belavkirina xiristiyaniyê û şerê îslamiyetê û vekirina yekem dibistana misyoneriyê di sala 1836’an de xistin stûyê wê. Fransayê her û her hewl dida nasnameya Cezayîrî biçewisîne û fitneyê derxe dewlemendiyên Cezayîrê û şûnwarên wê talan bike bi riya dizîna arşîva niştîmanî ya welat her wiha pêkanîna tecrubeyên neteweyî li ser xaka wan.
Di encamê de 45 hezar xwepêşandêrên ku daketin qadan ji bo şahiya bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn pîroz bikin hatin qetilkirin.
Di her malek de bîranîna xwepêşanderek heye
Di xwepêşandaneke din a di sala 1957'an de ku 60 hezar Cezayîrî li dijî desthilatdariyê daketin kolanan, ji wan 1500 kes hatin qetilkirin û 800 kesên din winda bûn her wiha bi hezaran beşdarên jin û mêr hatin girtin.
Tecrubeyên nukleerî yên hejmara wan 17 tecrube derbas kirin bûn sedema qetilkirina 42 hezar kesan ji bilî yên ji ber radyasyonên nuklerî astengdar bûn û heta roja me ya îro bandora wan li ser mirov û xwezayê didome.
Ji ber di her malekê de bîranîna şehîdek heye xwepêşandêran di meşên xwe de daxwaza binketina rejîmê di sala 2011’an de kirin. Xwepêşandêran diyar kirin ku berpirsyariya krîza siyasî û aborî ya welat, Fransa ye. Di sala 2015'an de welat dest bi serjimariyeke giştî ya kiryarên desthilatdariyê kir. Kombenda Cezayîrê ya mafên mirovan di sala 2017'an de ragihand ku hejmara kesên di encama desthilatdariyê de hatine qetilkirin zêdetirî 10 milyonan e.
Tevgera femînîst û mafên siyasî
Jin bi hêzeke mezin beşdarî şoreşê bûn ji ber wê yekê siyasetmesar nikaribûn wan paşguh bikin an jî rola wan înkar bikin. Yekem saziya jinan a hat damezrandin bi navê Yekitiya Niştîmanî ya jinên Cezayîrê, di sala 1963'an de ango piştî rizgarkirinê bi salekê bû. Ev yekitî berdewamiya tevgera femînîst a di dema şoreşa azadiyê de bû û tevgera jinan di wê demê de bernameya xwe ji bo ya eniya azadiya niştîmanî girt ji ber lêvegera fikrî û siyasî ya tekane fermî di wê demê de bû.
Tevgera jinan di salên destpêkê de bi pêş neket ji ber yekitî weke destê Eniya Azadiya Niştîmanî dihat dîtin her wiha kontrolkirina adet û teqalîdên kevnare. Lê belê pêlên ne fermî belav bûn yek ji wan jî Eniya Hêzên Hevbeş a ku hişt lêvegerek ji tevgerên jinan li welat di pêşerojê de çêbibin bû. Rêxistinên parastina mafên jinan hatin damezirandin. Mêr û jin di nava xwe de girtin ji ber wê navê rêxistinên femînîst li wan nayên kirin.
Weke redekê li ser daxwazên komeleyeke îslamî ya çêkirina zagona malbata îslamî di sala 1964'an de jinên Yekitiya Niştîmanî ya Jinên Cezayîrê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz kirin ku zagonek bingeha wê wekheviya di navbera herdu zayendan di be di hemû waran de were avakirin.
Rizgarkirina Cezayîrê tişta ku gel li bende bû bi xwe re neanî. Careke din fûriya lê belê vê carê li dijî rejîmê ji ber rewşa jiyanî û bêkariyê û hwd. ji rûyên gendeliyê. Di 5'ê Cotmeha 1988'an de bi hezaran welatî daketin qadan lê belê artêşê xwepêşandanên li Cezayîra paytext Heran û Qesnetîna û herêma Qebail û Enaba çewisandin û li gorî hejmara fermî li derdora 169 kes qetil kirin lê belê opozîsyon dibêje hejmara kesên hatine qetilkirin 500 derbas kiriye û bi hezaran kes hatine girtin.
Zagonek ku mafên jinan dide derket
Destpêka rastîn a tevgera jinên Cezayîrê piştî vê demê dest pê kir. Ji girîngtirîn daxwazên wê ew bû ku zagona malbatê ya vedigere sala 1984'an were rakirin û zagonek sivîl li şûna wê were danîn lê belê heta niha nehatiye guhertin. Li hemberî wê femînîstan dikaribûn zextê bikin û di sala 2005'an de zagonek ku mafên jinan dide wan û jinan nasnameya xwe bidin zarokên xwe û zagoneke cezakirina kesên destdirêjiyê dikin di sala 2015'an de derxin.
Gelek zehmetiyên ku derketina pêşiya jinan hebûn. Yekemîn zehmetî jî piştî rizgarkirinê bû. Di sala 1982'an de dema komek ji rûspiyên misilmanan li hev civiyan û daxwaza pêkanîna zagonê kirin her wiha danîna jinan ji bo dadgehan rexne kirin. Di sala 1989'an de kombenda vexwendnameyê çêbû û pê re eger artêş destwerdan nekiribûya û hilbijartin ranekirana dê nakokiyên li ser desthilatdariyê di sala 1992'an de dest pê bikirana û misilmanan hewl dabûna desthilatdariyê kontrol bikin.
Zehmetiya din jî paşguhkirin û dûrxistina rejîmê ya piştî şoreşa di warê siyasî de bû. Tevî berdêlên jinan ji bo azadkirina welatê xwe dan jî lê belê hatin paşguhkirin û dûrxistin. Mafê dengdayînê ji wan re di sala rizgarkirinê ango 1962'an de hat pêşkêşkirin tu pêşveçûn bi xwe re neanî. Beşdariya wan heta sala 2008'an kêm ma dema zagon hat sazkirin ji bo beşdariya jinan di meclisên hilbijartî de berfireh bibe.
Madeya 31'ê digot: "Dewlet kar li ser pêşxistina mafên siyasî yên jinan bi riya berfirehkirina şansa nûnertiya wan di meclisên hilbijartî de dikin."
Madeya 31'ê ku rêjeya nûnertiya jinan ferz kir di bilindbûna rêjeya beşdariya jinan di hilbijartinên zagonî di sala 2012'an de bû alîkar û di encam de 30 kursî jatin bidestxistin û rêjeya herî bilind gihîşt 31,60 ji sedî. Beriya wê rêjeya nûnertiya wan di meclisa damezrîner û gelêrî de ji sedî 5 derbas nedikir. Di demeke ku rêjeya wan di meclisa neteweyî de ji sedî 12 bû de.
Cezayîr bi zagona hilbijartinan di nava welatên Ereb de bû yekem
Ji şoreşa sala 2011'an ve xwepêşandan li welat bi giştî çêbûn û daxwaza pêkanîna sazkirinên siyasî aborî û civakî hatin kirin û rewşa awarte ya ji sala 1992'an hatiye ferzkirin were rakirin. Di vê yekê de bi ser ket û di encamê de serok Ebd El Ezîz Botiflîqe hat dûrxistin. Her wiha zagoneke nû ya hilbijartinan hat danîn û sêyeka kursiyên parlamentoyê û meclisên xwecihî yên jinan hatin dabeşkirin. Di encamê de Cezayîr bû yekemîn li ser asta welatên Ereban û 26'emîn li ser asta cîhanî di warê nûnertiya siyasî ya jinan de. Lê belê ji ber tecrubeya siyasî ya jinan tunebû hişt ku parlamento bibe cihê henekan û ji ber piraniya cîgirên jin tu çalakiyên wan ên siyasî partiyî yan jî femînîst tunebûn, têk çûn. Di encamê de rejîmê di Adara sala 2021'ê de Kota rakir û bi zagona wekheviyê cîbicî kir.
Tengkirina siyasî zêde bû û asta azadiya derbirînê daket. Dibe ku opozîsyona xuyayî ya Liwîza Henûn gelke rûyên tundiya ku rejîm li dijî jinan dike derxistibe. Cesareta wê jî gihîşt asta ku xwe ji bo serokatiya sala 2009'an û 2014'an weke namzed nîşan bide lê belê di sala 2019'an de hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tewana wê jî ew bû ku fermanan li desthilatdariyê dike. Dadgehê di sala 2020'an de ew bê tewan nîşan da û serbest berda.
Di sala 2019'an de bi kêmanî 5 malperên nûçeyan ên serbixwe bê hişyarî hatin qedexekirin. Hejmarek rojnamevan hatin girtin û rêvebirê buroya ajansa Frans Press û rojnamevanên Reutersê û TRT hatin qewitandin her wiha hukmê girtîgehê li Emîra Borawî hat birîn.
Bi saya berxwedana jinan gelek komele hatin avakirin
Jinan berxwedaniya xwe berdewam kir û di sala 2019'an de li çend bajaran xwe birêxistin kirin û daxwaza guhertina li ser wekheviyê kirin. Heta roja me ya îro jî hejmarek komele kar dikin ji wan "Komeleya Niştîmanî ya jinên Cezayîrê, komeleya Horiya Jinên Cezayîrê, Komeleya Yekitiya Niştîmanî ya Jinên Cezayîrê û Komeleya Alîkariya Jinan." Ev komele ji bo pêşerojeke baştir ji jinan re kar dikin.
Hinek guhertin di rewşa zagonî ya jinan de hene, yek ji wan sazkirina zagona cezayan di Nîsana sala 2024'an de. Di nava sazkirinan de awayên parastina jinên destdirêjî û tecawiz li wan dibe heye. Madeya ku keçan neçar dike bi kesê destdirêjî kiriye re bizewice hat rakirin lê belê mafê kurtajê nehat dayîn ji ber madeya 20'an cezakirina kurtajê giran dike.
Li aliyekî din dema 3 jinan ji bo serokatiya welat xwe weke namzed nîşan dan beriya Liwîze Henûn bi sedema zextên li ser partiya wê xwe vekişîne, jin ji hemû aliyan ve ketin nava siyasetê. Ev yek rapora Humen Rights Watch a sala 2024'an teqez dike ku; "desthilatdariya Cezayîrê asta çewisandina azadiyên derbirînê rojnamevanî avakirina komeleyan û kombûnê zêde kiriye. Desthilatdariyê rêxistinên civaka sivîl ên sereke hilweşand û karên partiyên siyasî yên opozîsyonê û ragihandinên serbixwe taloq kirin her wiha di bikaranîna zagonên qeydkirî de ji bo girtina kesên parastina mafên mirovan çalakvan û rojnamevanan berdewam dike."
Zagona Cezayîrê di nava xwe de gelek tiştan dihewîne
Her wiha rapora mafên jinan di nava xwe de hewand û di beşa girêdayî vê yekê de got: "Zagona malbatê ya Cezayîrê di nava xwe de hukmên cudakariyê li dijî jinan dihewîne û mafên wan sînordar dike. Zagon maf dide zilaman hevjînên xwe ji aliyekî tenê ve bê şîrove berdin lê belê jinan neçar dike daxwazê pêşkêşî dadgehan bikin ji bo hevberdanê. Ji bo sedemên xuyayî daxwaz bike her wiha ne bavan dayikan weke wasî diyar dike. Talîmatên wezareta hundirîn a bav an jî wasiyên qanûnî neçar dikin destûreke nivîskî ji zarokên xwe yên di bin 18 salî de dema bixwazin pasaportan derxin pêşkêş bikin. Zagona Cezayîrî di nava xwe de gelek tiştan dihewîne dihêle ku mehkûmî werin rakirin an jî ceza werin sivikkirin eger kesê tundî lê bûye yê tewanbar efû bike. Madeya 326'an ji zagona cezayan jî paşmayên dema desthilatdariyê ye rê dide her kesê zarokek ji 18 salî kêmtir direvîne efû bibe ger bi kesa tundî lê kiriye re bizewice."