Jinên Tûnisî li dijî tundiyê banga têkoşînê dikin

Jin li Tûnisê daxwaz dikin mafên wan ên qanûnî were bicihanîn, diyardeya şîdetê ya ku li hemû qadên jiyanê belav dibe, weke şîdeta siyasî ya ji aliyê hikûmetan ve tê birêvebirin pênase dikin û banga têkoşînê dikin.

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Tevî ku tevlîbûna jinan di jiyana siyasî de gelekî zêde bûye, bi taybetî piştî serhildanên 2011'an ên li Tûnisê, lê ne di asta tê xwestin de ye. Her wiha tundiya siyasî bi awayekî sîstematîk li dijî jinan tê bikaranîn. 

Qanûna Tûnisê jî astengkirina siyasî ya li ser jinan weke şîdetê pênase dike. Her çiqas zagon bi zelalî hatine diyarkirin jî li welêt cudakariya zayendî didome. 

Di vê çarçoveyê de çalakvan Hadiye Cerad got: "Tundiya siyasî ji dema serxwebûnê ve û heta niha heye û tê kirin. Di wê demê de ev tundî hat kirin û jin ji hilbijartinan hatin derxistin paşê dema Yekîtiya Tûnisê ya Jinan hat damezrandin dengê jinan hat çewisandin û nerîna jinan hat qedexekirin û ev yek ket çarçoveya tundiya siyasî li dijî jinan."

Hadiye Cerad anî ziman ku jina Tûnisî bi giştî li hember tundiyê rûbirû dimîne û wiha domand: “Tundiya malbatî, hevjîn, tundiya li kolanan, tundiya exlaqî, qetilkirina jinan û tundiya siyasî jî. Jin di demên desthilatdariyê de li hember xeteriyan dimînin. Yek ji ber ji aliyê siyasî de ji dengê heyî û nerîna heyî cudatir e. Ya din jî ji ber li dijî desthilatdariya zilam di civaka me de disekine. Ji ber jin siyasetmedarên opozisyon in li hember tundiyê rûbirû dimînin û bi hincetên teqalîdan yan jî pîvanên li ser jinan hatine danîn tundî li wan dibe."

Di dawiya axaftina xwe de Hediye Cerad got: "Projeya jinan bi giştî projeyeke femînîst a serkeftî ye û her hewildaneke astengiya hebûna komeleyên jinan yan jî derbirîna xewnên wan û demokratîbûnê tundiyeke siyasî ye.”

‘Tundiya siyasî li Tûnisê bandor li jin û ciwanan kir’

Ji Komeleya Teqatii Cenîn Yehyawî jî anî ziman ku di çend salên dawî de tundiya siyasî li dijî jinan zêde bûye û wiha got: “Vagereke me ya hiqûqî û azadiya jinan mezin heye. Her wiha tengaviyên mezin li ser jinên di warê siyasî de kar dikin li Tûnisê heye. Her cara di jiyana giştî û warê giştî de beşdar dibin şantaj û gef li wan dibe her wiha li ser torên medya civakî tên reşkirin, li pey wan dikevin û tên şantajkirin. Dibe mijar bighêje girtinan jî. Mînaka vê yekê Ebîr Mûsa ye ku ji ber beşdariya wê di jiyana siyasî de hat girtin. Tundiya siyasî li Tûnisê bandor li jin û ciwanan kir. Li ser rûbera siyasî em nema insiyatîfên ciwanan dibînin ji ber tengaviyên derdikevin her wiha teşwîqkirina beşdariya di jiyana siyasî de jî nemaye. Vegereke mezin di hebûna jinan di parlementoyê de çêbûye bi taybet piştî sala 2011’an û jin nema di rêveberiyên wezaretan û rastiya siyasî ya welat de ne."

‘Pirsgirêk di sîstemên baviksalar de ne’

Di heman çarçoveyê de çalakvan Bexta El Qadirî Cemûr got: "Ji bo min tundiya siyasî li dijî jinan ji mêj ve heye û mixabin jinên Tûnisê ji dema welatê wan hatiye dagirkirin ji bo maf û azadiyan li ber xwe didin. Di dîroka me de gelek berxwedêrên jin hene ji ber mixabin hemû sîstemên welat hikum kirine tundiya siyasî  kirine û bi taybet li dijî jinan. Pirsgirêk di sîstemên baviksalar de ne û pirê caran diktatorî ne. Tevî van jî jinên Tûnisî bi maf û girîngiya hebûna xwe di civakê de girêdayî ne. Tevî derfet ji jinan re venabe biaxivin jî lê jinên Tûnisê nerîna xwe ferz dikin."

‘Cihêkarî heye’

Bexta El Qadirî Cemûr behsa tecrubeya xwe kir û wiha anî ziman: "Min demeke dirêj di warê sendîkayê de weke femenîst û berxwedêrekê kar kir bi wateya ku jin di sendîkayan de li ber xwe didin lê belê mixabin cudakarî heye. Weke kesayet ez li hember tundiya siyasî ji sîstemên desthilatdar rûbirû mame. Min çalakiyên siyasî û civakî ji biçûkanî ve kirine. Dayîka min berxwedêr bû bi awayê xwe yê taybet alîkariya jinan dikir ji bo biaxivin û hebûna xwe isbat bikin. Ji ber wê min dizanîbû jin tevî hemû berdêlên bide jî dê hemû astengî li pêşiya wê werin danîn ji bo tişta kiriye û wê bike were tepisandin. Bi taybet partiyên siyasî çi desthilatdar yan jî opozisyon be vê yekê dikin. Em dibînin jin di hemû tevger û civînan de ne lê belê ji bo girtina biryarê paşguhkirî ne."

Jin li dijî tundiya siyasî û aborî têdikoşin

Bexta El Qadirî Cemûr ev yek jî vegot: "Hin mêr hene baweriya wan bi wekheviya rast tune ye. Me çewisandina siyasî û tengavî dîtine. Weke kes ez beşdarî hemû xwepêşandanên bi daxwaza azadî û mafê aborî û civakî bûme. Em weke jin rastî lêdanê ji mêran zêdetir dihatin. Her wiha destdirêjiya cinsî û lefzî li me bûye. Me hewil da en wekheviyê di hemû aliyên siyasî û civakî de pêk bînin lê belê mixabin rê hîna dirêj e. Tişta min rehet dike ciwanên jin ên dema niha bi van perspektîfan dagirtî ne û kar dikin ku hebûna xwe ferz bikin û li hember tundiya siyasî û aborî têdikoşin."