Jinên Tûnisî bi aboriya kesk re pêşerojê şêwe dikin

13’emîn Foruma Karsaziyê ya li paytexta Tûnisê hate lidarxistin, ji tecrûbeyên îlham didin ên jinên karsaz ên pirsgirêkên jîngehê vediguherînin derfetên aborî yên nûjen û careke din nîşan da ku aboriya kesk ji bo pêşketina domdar rêyek bi hêvî ye.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis- Li Paytext Tûnisê 13’emîn Foruma Karsaziyê hate li darxistin û forum du rojan dom kir. Ajansa me bi gelek jinên serkeftî re di qada projeyên dostane yên jîngehê de hevpeyvîn pêk anî.

Fethiye Abdulhak a ji bajarê Tataouine, diyar kir ku ew xurmeyan vediguherîne berhemên mîna şekirê xurmeyê, sirkeya xurmeyê û qehweya tovê xurmeyê û berhemên xwezayî yên bêyî pêzeya tevkirî hildiberîne. Fethiye destnîşan kir ku pêwîst e dîmsa xurmeyê ya di mîrateya xurekê ya Başûrê Tûnisê de xwedî cihekî girîng e, ji nû ve were nirxandin û diyar kir ku ew bi karanîna xurmeyên ku ji ber guherîna avhewayê hişk dibin, di qada projeyên aboriya kesk de xebatan dimeşîne û di encamê vê yekê de xelatên girîng wergirtiye. Fethiye diyar kir ku ew bi projeya xwe pêşveçûnek domdar armanc dike û karê wê xwedî aliyên jîngehî, aborî û civakî ye, ji bo jinan derfetên kar peyda dike û ji bo jîngehê pakêtkirina xwezayî ya dostane bikar tîne. Fethiye Abdulhak, bang li hemû jinên Tûnisî yên ku xwedî ramanek guncaw in kir ku bi baldarî bixebitin.

Projeyên jîngehê

Inas Belshib a ji Kairouanê, berhemên xwe yên qabên çêkirina xwarinê yên ji bermayiyên birîna zeytûnê hilberandine û berhemên ku bi karanîna giyaya alfa çêkiriye da nasîn û bang li jinên ku xwedî perwerdehiya bilind kir ku li şûna li benda kar bimînin, berê xwe bidin projeyên jîngehê.

Inas Belshib, wiha axivî: “Ez di sala 2011’an de ji Hunerên Bedew mezûn bûm û di atolyeyekî ku min giyaya alfa û bermayiyên zeytûnê veguherand de staj kir. Piştî mezûnbûnê, min di vê qadê de xebata xwe domand û beşdarî Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî bûm û di çarçoveya aboriya çerx de 300 jinan perwerde kir. Di bernameyê de vezîvirandina bermayiyan û parastina jîngehê bi materyalên xwezayî tê fêrkirin. Minak bermahiyên zeytûnan, di kelûpelên malê yên tendurist û hilberên xemilandinê de tên bikaranîn.”

Platforma 'Deriyê Kesk'

Şêwirmenda guherîna avhewayê û pispora parastina jîngehê Îslam Ez-Zeyyalî jî wiha got: "Piştî ku min li Tûnisê perwerdehiya xwe wergirt, min xwendina xwe ya parastina okyanûsan li Fransayê temam kir. Piştî mezûnbûnê, min nêzîkî deh salan di rêxistinên nehikûmî de xebitî, perwerdehiya parastina jîngehê û vezîvirandina bermayiyan ji bo zarokan li deh dibistanan peyda kir. Dema ku min projeyek di warê guherîna avhewayê de birêve dibir, min dîsîplînek nû ya bi navê 'polîtîkayên avhewayê' nas kir û beşdarî Civîna Bilind a Avhewayê ya COP24 bûm. Ji wê demê ve, ez beşdarî çalakiyên li çaraliyê cîhanê dibim û hewil didim tercûbeya xwe bipêş bixim.”

Îslam Ez-Zeyyalî, bi van gotinan behsa dijwariyên ku pê re rû bi rû ma kir: "Ez mîna jinekî ciwan a Tûnisî, min di warê parastina jîngeh û okyanûsê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mam û malbata min jî di aliyê pêşeroja min a pîşeyî de bi fikar bû. Lê belê, baweriya min a ji bo min û şiyanên min ji her tiştî xurttir bû. Dema ku min astengiyên mîna vîze û fînansmanê derbas dikir, min platforma 'Deriyê Kesk' ava kir ku piştgiriyê bide ciwanên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê. Platform ji ciwanên ku dixwazin bikevin vê qadê re gihîştina agahdarî, rêberî û bursan peyda dike. Kesên li dora min nasnava "Lebibe" ku li Tûnisê sembola hişmendiya jîngehê ye, li min kirin. Ez îro bi vê yekê serbilind im. Ez bawer dikim ku baweriya bi xwe û li dijî zehmetiyên avhewayê bikaranîna jêhatîyên xwe, ji bo serkeftin û adaptasyonê bingehîn e.”