Jinên Tûnisê: Em bi her awayî piştgirî didin jinên Rojavayê Kurdistanê

Jinên Tûnisê piştgirî dan berxwedana jinên Rojavayê, diyar kirin ku jinên Kurd ne tenê ji berku jin in, ji ber aydiyeta erdnîgarî û nasnamê jî tên hedefgirtin û gotin ku divê herkes li dijî van êrîşan rabe.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Di dinyayek ku nûçe bi lezgin diçin û hinek caran hûrgîlî winda dibin de, girîngiya piştevanî û hişyariya mirovî derdikeve holê. Îro jinên Tûnisê, ji bo piştevaniya bi jinên Rojavayê Kurdistanê ku jiyan, rûmet û nasnameya wan di bin gefê de ye û rastî êrîşan tên, dengê xwe bilind kirin. Jinên Tûnisê diyar kirin ku şahidiya jinên Kurd êşek kûr derdixe holê û di heman demê de peyama hêvî û berxwedanê hildigrin, her çiqas ji bo bêdengkirina dengê jinan hewl bê dayîn jî, diyar dike ku wê tine nebe.
‘Ji bo desteka bi jinan re em dengê xwe bilind dikin’

Fedva Bîn Mustafa ya ji Tûnisê ye, diyar kir ku ti erkek wê ya siyasî, endamtiya partiyan û xebatên civaka sîvîl nîne, rewşa rojane ya jinên li Rojava dişopîne û da zanîn ku ew piştgiriya wan dike. Fedva wiha got: “Ji dema ku komên cîhadîst ên Heyet Tahrîr el-Şam êrîşî herêmê kirî heta niha, jin her roj rastî êrîşan tên, dengê wan nayê bihîstin û ger were bihistîn jî nayê dîtin û nayê guhdarkirin.”

‘Bêdengbûna li dijî van sûcan, havkarî ye’
Fedva Bîn Mustafa li hember binpêkirinên li dijî jinan jî nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Ev tiştên hatin jiyîn, ne tenê ji ber ku jin bûn, ji ber aydiyeta nasname û erdnîgariyê ne jî. Komên çete hebûna jinan li wê derê, ji bo xwe wek gefê dibînin û jinan dikin hedef. Em jinên Tûnisê, bi her awayî pişgiriyê didin jinên Rojava û divê jin werin parastin. Bêdengbûna li dijî van sûcan, havkarî ye.”
Li herêmên ku hikûmeta demkî kontrol kiriye, zarokên keç bi zorê tên zewicandin
Ranya Nasirî da zanîn ku ji bo piştgiriya bi jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dengê xwe bilind dikin û wiha pê de çû: “Em jinên têkoşer in. Em li kuderê bin emê rûmeta jinan biparêzin û tiştên li wê derê tê jiyîn me hemûyan diêşîne. Li herêmên ku hikûmeta demkî kontrol kiriye, zarokên keç bi zorê tên zewicandin, ji perwerdeyê bê par dimînin û di civakê de dengê wê tine tê hesibandin. Tenê ji ber jin in, tên hedefgirtin. Ev jin dema xeyalê rola wekhev a jiyanek normal di civakê de, ji ber krîzên siyasî û şer ji vê bê par dimînin. Li hember vê tabloya tarî piştevanî neçarî ye. Dengê jinekê jî ji bo bi hezaran jinên ku bêdeng êşê dikşînin dibe hêvî. Di heman demê de ez bang dikim ku divê hemû jinên dinyayê hev bigrin û divê mafê jinan li her derê bê parastin.”
‘Jina Kurd bi hêz e’
Rahme Bîn Falih jî bi van gotinan piştvanî da jinên Rojava: “Em li gel we ne û em we bi tenê nahêlin. Jina Kurd bi hêz û têkoşer e. Divê bi her cûre derfetê bê destekkirin û parastin.”
Jinên Tûnisê diyar dikin ku piştgiriya bi jinên Rojava re ne hestek demkî ye, seknek mirovî û ehlaqî ye jî. Jinan destnîşan kirin ku her êrîşek li dijî jinan, êrîşek li dijî hemû mirovahiyê ye. Jinan ragihand ku bêdengiya li dijî van sûcan, tê wateya hevkariyê. Ev dengê ku ji Tûnisê bilind bûye, vê peyamê dide hemû jinan: “Hûn ne bi tenê ne. Maf û rûmet sînoran nas nake. Piştevanî ne bijarteyek e, erkek mirovî ku siyaset û erdnîgariyê derbas dike. Wek dengê edalet û mirovatiyê divê li dijî tundî û zilmê were sekinandin.”