Jinên TJK-E li Dusseldorfê name ji CPT re şandin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT re name şandin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240507-20240507-20240507-img-20240507-wa0056-jpgf64e1e-image-jpg4d9b24-image-jpg85d59b-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berpirsyariya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT’ê bînin bîra wê, bi sedan nameyên di çarçoveya kampanyayê de kom kiribûn ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê şandin.
Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl nakin û ew ê di bin her şert û mercî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.
Jinan bi berzkirina dirûşmên “Ji Rêber Apo re azadî” û "Jin Jiyan Azadî" name avêtin kutuyên postexaneya navendî ya Dusseldorfê.