Jinên Til Temirê xwestin destûreke demokratîk li Sûriyeyê were derxistin
Jinên bajarê Til Temirê daxwaz ji hikûmeta veguhêz a demkî ya Sûriyeyê kirin ku destûreke nû ya demokratîk binivîsînin ku di nav de destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de digre bin temînatê hebin da ku rê li ber Sûriyeya demokratîk vebe.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Destûrê ku hikûmeta veguhêz a demkî li Sûriyê nivîsandî rastî nerazîbûna jinên Rojavayê Kurdistanê tê. Çimkî ti mafê jinan garantî nake herwiha destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pergala demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, paşguh dike.
Jinên bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê têkildarê vê mijarê daxwazên xwe anîn ziman.
‘Destûreke bê zagon û mafên jinan nabe destûreke demokratîk’
Zeyneb Eyo got ku civakên azad li ser bingeha azadiya jinan misoger dibe, bêyî azadiya jinan civak û pergal qels dimîne û wiha pêl da gotinên xwe: “Em ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikin ku di destûra Sûriyeyê de zagonek ji bo jinan hebe, da ku bikaribin di civaka lê dijîn de xwedî rol bin. Lê ger zagonek jinan biparêze tunebe wê civakek azad û demokratîk neyê avakirin. Çi civaka Sûriyeyê çi jî li welatekî din be ger destûreke demorkatîk mafê hemû neteweyan neparêze wê ferdên wê civakê erka xwe baş bi cih neynin.”
‘Pêdiviya jinên Sûriyeyî bi azadiya fikrî heye’
Zeyneb Eyo da xuyakirin ku pêwistiya jinên Sûriyeyî bi azadiyê heye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Pêwist e pergala nû ya li Sûriyeyê ezmûnan ji bûyerên li welat çêbûne derbixe û jinên Sûriyeyî careke din bê maf nehêle. Çimkî di civaka Sûriyeyê de mafên jinan tunebûn, em îro daxwaza zagoneke ku hebûn û nasnameya wan biparêze dikin. Binpêkirina mafên jinan di sîstemên berê de heta roja îro, hewcedariya wê bi zagonê tekez dike, ji bo ku nîvê civakê li ser xwe be divê jin xwedî biryar bin.”
Zeyneb Eyo di dawî de got ku ji bo Sûriyeya demokratîk û azad ava bibe pêwist e mafên hemû neteweyan di destûra Sûriyeyê de, bikeve bin temînatê.
‘Şêxên eşîran jî ji xebata erênî ya Mala Jin matmayî diman’
Hedla Ebdilwehab ku got ku Mala Jin û Zagona Malbatê yek ji destkeftiyên Şoreşa Jinan a li Rojavayê Kurdistanê ye û wiha behsa bandora vê pergalê li ser jiyana civakî û hebûna jinan kir: “Şêx, mela û eşîr ji ber xebatên Mala Jin û awayê çareserkirina dozên jinan û malbatê, matmayî dimînin. Ji 2012’an ve heta 2026’an dozên hemû pêkhateyan tên çareserkirin.”
Hedla Ebdilwehab ji hikûmeta demkî ya ku îro hebûna jinan nas nake van pirsan dike: “Hikûmeta veguhêz a demkî li ku derê bû gava ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş li dar xistin? Li ku derê bû ev hikûmet gava ku me bi hezaran jinan ji kuştinê xilas kir û malbatan ji komkujiyan parast? Mala Jin nimûneya herî serkeftî ya Şoreşa Jinan e. Me dozên malbatê ku jin li vir û mêr li Erebistana Siûdî bûn çareser dikir. Bi nêrîna min ev serkeftinek e, nabe neyê dîtin. Ji ber ku her jinek li Mala Jin dixebite parêzer û dozger e.”
‘Divê Mala Jin û Zagona Malbatê nas bikin û di destûrê de bigrin bin temînatê’
Hedla Ebdilwehab got ku îro pêwistiya Sûriyeyê ew e ku Mala Jin li hemû bajar û parêzgehên wê were avakirin û wiha pêde çû: “Tenê jin ji doza jinek fêm dikin û dikarin heta dawî guhdar bikin. Jin nikarin doza xwe bibin dadgehan an jî parêzer bigrin. Bi qasî ku doza wan li Mala Jin bi edalet tê çareserkirin li dadgehan nayê çareserkirin. Ji lewre destûreke mafên jinan û zagona jinan tê de tunebe wê ne li gorî berjewendiyên jinan be.”
Hedla Ebdilwehab daxwazên xwe wiha anîn ziman: “Divê ku destûr Mala Jin û Zagona Malbatê nas bike û jê sûdê bigre. Divê ku li Şamê jî îro Mala Jin were avakirin û dozên jinên Sûriyeyî çareser bike. Ger hebûna jinan nas neke wê gelek pirsgirêk çêbibin û dê jin bi tundiya ne normal re rûbirû bimînin.”
‘Jin ji bo şoreşeke din amade ne’
Hedla Ebdilwehab di dawî de got ku ger destûra Sûriyeyê zagona malbatê û Mala Jin nas neke jin amade ne şoreşeke din di 2026’an de li dar bixin.