Jinên Til Temirê tundiya aborî û têkoşîna li dijî wê nîqaş dikin
Komîteya Aborî ya Kongra Star bi jinên Komuna Şehîd Demhat a bajarê Til Temirê re civiya û li ser tundiya aborî ya ku cureyekî tundiyê ye nîqaş kirin û li ser rêbazên aktîfkirina projeyan û xweserbûna jinan di qada aborî de sekinîn.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Yek ji hedefên Rêxistina Kongra Star xurtkirina beşdarbûna jinan di jiyana aborî de, bi taybetî bi pêşxistina projeyên aborî yên xweser û kolektîf e. Ji lewre bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Komîteya Aborî ya Kongra Star dest bi serdana jinên di taxan de kiriye û li ser mijara tundiya aborî nîqaşan dikin.
Komîteya Aborî ya Kongra Star a bajarê Til Temirê bi jinên komuna Taxa Şehîd Demhat re civiya û semînerek da. Nîqaş li ser xweseriya jinan di qada aborî de hatin kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama komîteyê Semîra El-Hesen dest bi semînerê kir.
Semîra El-Hesen got ku tundiya aborî cureyekî tundiya nûjen û tevlihev e. Berovajî tundiya fîzîkî ku şopên fîzîkî yên rasterast nahêle û berevajî tundiya psîkolojîk her gav bi awayên eşkere xuya nake, zirarê ddide bingeha jiyana mirov, serxwebûn, rûmet û mafên wan yên madî dixe.
‘Bandorê li jiyana bi rûmet a jinan dike’

Semîra El-Hesen da zanîn ku ew rasterast bandorê li ser şiyana wan a jiyana bi rûmet û gihîştina xwe fêmkirinê dike û got: “Tundiya aborî behsa kontrola hêza darayî, milk û çavkaniyên aborî yên takekesî, malbatî an civakê dike ji bo armanca bindestkirin, kontrolkirin an zirardayînê. Ev yek pir caran bi awayê bêparkirina pere yan çavkaniyan, kontrola li ser mûçeyan, redkirina gihîştina kar an perwerdeyê û cudakariya aborî di nava malbat, sazî yan civakê de rûdide.”
Takekesiyê derbas dike û dibe diyardeyek civakî
Semîra El-Hesen got ku tundî ji asta takekesiyê derbas dibe, dibe diyardeyek civakî ya kûr ku bandorê li aramiya malbat û civakan dike.
Paşê deriyê nîqaşê li pêşiya jinan vebû, jinan li ser pirsgirêkên ku di qada aborî de dijîn nîqaş kirin. Li kêleka nîqaşkirinê jinan pêşniyarên xwe yên têkoşîna li dijî tundiya aborî kirin. Pêşniyarên wan, xurtkirina jinan di qada aborî de û çêkirina proje û kooperatîfên çandiniyê û bazirganiyê bûn.
Xezal tundiyê çawa dibîne?

Xezalê Hisên yek ji jinên beşdarî semînerê bû nêrîna xwe der barê vê mijarê de anî ziman û got: “Jin hem di nava malbatê de hem ji hêla hevjîn ve rastî tundiyê û bêparkirinê tên. Li gorî min yek ji sedemên ku tundiyê çêdike xizanî ye û ev rê li ber hizirîna polîtîk digre.”
Komîteya Aborî piştre li jinan guhdarî kir
Semîra El-Hesen a ku semîner birêve bir piştî ku li jinan guhdarî kir ev tişt ji ajansa me re got: “Li her malekê li kolanê û li cihê kar jî jin bi tundiya aborî re rû bi rû dimînin. Lê belê hemû jin dibe ne di ferqa wê de bin, ev ne rewşeke asayî ye. Me wekî Komîteya Aborî li jinan guhdarî kir, nêrînên wan girt ku em çawa bi hev re li dijî tundiya aborî têbikoşin.”
Komîteya Aborî ji bo bihêzkirina jinan di qada aborî de li vir e û amade ye
Semîra wiha bi dawî kir: “Şerê çêbûye jî bi awayekî bandor li psîkolojiya jinan kiriye. Ji lewre îro jin dixwazin vê gavê bavêjin, her yek ji wan dikare di mala xwe de jî projeyek ava bike, sûdê jê bigre û sûdê li civaka xwe jî bike. Jin dixwazin di warê aborî de tirsa xwe bişkînin û gavek bavêjin û em jî li vir in ji bo alîkarî û piştgiriya wan dixebitin.”