Jinên Til Temirê: Em li dijî êrîşan ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin

Jinên bajarê Til Temirê, bertek nîşanî êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji aliyê cîhadîstên rêveberiya demkî û şaneyên DAIŞ’ê ve dan û gotin ku ew heta dawî bi QSD’ê re ne û wê êrîşên li ser projeya wan a demokrasiyê têk biçin.

SORGUL ŞÊXO  

Til Temir- Cîhadîstên HTŞ’ê û şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên berfireh dane destpêkirin. Rêveberiya Xweser ji bo vê rewşa awarte seferbetî ragihand. Jinên bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê li dijî êrîşan bertek nîşan dan.

Xedîce Asim got ku ew jî beşdarî seferberiya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye dibe û wiha berdewam kir: “Em ê bi QSD’ê re li dijî êrîşên ku herêmên me hedef digrin, bisekinin. Em ê dev ji axa xwe bernedin û parastina rûmeta xwe bikin.”

Êrîşan rawestînin’ 

Xedîce Asim, bang li hêzên garantor, Koalîsyona Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir û wiha got: “Pêwist e van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin. Çeteyên ku êrîşî Şêx Meqsûs kirin îro heman çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. lê ev çete ne çeteyên Sûriyeyê tenê ne, çeteyên biyanî yên Efganistanî, Şîlan û hwd din in. Heman çeteyên duh êrîşî Asayişa Şêx Meqsûd kirin, îro êrîşê QSD’ê dikin.”

‘Armanc bi êrîşan zindîkirina DAIŞ’ê ye’ 

Xedîce Asim, da zanîn ku bi êrîşên çêdibin armanc zindîkirina DAIŞ’ê ye û axaftina xwe wiha domand: “Em îro li dijî êrîşan, bi Kurd, Ereb û Aşûran re bi hev ne. Pêwist e îro em hemû piştgiriya QSD’ê bikin. Em ji êlên Ereban re dibêjin ku yên herêm û rûmeta wan parast hêzên QSD’ê bûn, lewma divê îro hemû kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û piştgiriya QSD’ê bike.”

‘Em ê heta dawî ji bo parastina mafên xwe têbikoşin’

Xedîce Asim, plana şerê mezhebî yê ku rêveberiya demkî di navbera Kurd û Ereban de derdixe şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne bi daxuyaniyekê, em dixwazin mafên me di vî welatî de parastî bin û mafên hemû neteweyan jî werin parastin. Em ê heta dawî ji bo parastina mafên xwe têbikoşin.”

Em ji bo azadî wekhevî û demokrasiyê têdikoşin 

Selma Berekat jî, êrîşên li dijî gelê Kurd û Ereb pêktên şermezar kir û got: “Em bi tundî binpêkirina peyaman agirbestê û hedefgirtina hêzên me şermezar dikin. Êrîşeke qirêj bi navê Îslamê li dijî jin, zarok û gelê me tê kirin. Projeya me projeyek demokratîk e û em ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin, lê çeteyan dixwazin me qetilbikin. Em hemû jin palpiştên QSD’ê ne.” 

Nalîn Sîdo jî, da zanîn ku êrîş çêbibin û dê careke din jin bi karesetek mezin re rû bi rû bimînin.