Jinên Til Temirê bi çek û amûrên xwe yên muzîkê beşdarî seferberiyê bûn

Hejmarek ji jinên bajarê Til Temirê beşdarî seferberiyê bûn, gotin ku îro dema biçekbûnê ye û mebesta wan parastina erdîngariya ku azadiya xwe lê dîtine û pê re dijîn e.

SORGUL ŞÊXO 

Til Temir – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek pir nazik re derbas dibe, warê şoreşê rûbirûyê êrîşên pir dijwar û hov e ji hêla cîhadîstên HTŞ’ê û çeteyên DAIŞ’ê ve tevî hevkariya dagirkeriya Tirk.

Li dijî êrîşên ku çarenûsa herêmê diyar dike, jin, ciwan, kal, pîr û her kes xwe biçek kiriye û erka parastina welat bi her awayî bicih tînin.

Hejmarek ji jinên Til Temirê yê Komîna Şehîd Demhat îro xwe biçek kirin û li taxa xwe banga seferberiya ku Rêveberiya Xweser ragihandî, bicih anîn.

‘Xeman nexwin dayik û xwişkên we li pey we ne’

Hedla Ebdilwehab li ser beşdariya seferberiyê got: “Em jinên şoreşê ne, îro beşdarî seferberiyê dibin û soz didin ku di qada şer de ligel şervanên xwe yê di vê berfê de li ber xwe didin, bimînin. Bila dilê şervanên me rihet be, îro xwişk û dayikên wan li pişta wan in. Bi Jin Jiyan Azadî em ê bi ser bikevin.”

Destên ku pênûsê girtibin dikarin çekê jî hildin

Mamosteya zimanê Kurdî Eyhan Yûnis jî banga seferberiyê bi cih anî. Eyhan li ser mijarê got: “14 sal in şoreşa me li ser piyan e, ev bi keda welatparêz û şehîdan e. Li dijî gelê Kurd û pêşberî çavên dunyayê êrîşên pir hovane tê kirin û dijminatiyek pir mezin li hember vî gelî heye. Em mamosteyên Til Temir beşdarî seferberiyê dibin, çek hildigrin û berxwedana tê kirin didomînin. Di aramiyê de em mamoste ne, bi lênûs û pênûsa xwe zanistê belav dikin. Di demên şer de jî em çekê hildigrin û şoreşa xwe diparêzin.”

Bi tembûrê beşdarî seferberiyê bû helbestekê ji bo keziya şervana YPJ’ê got

Nalîn Yûnis a porê xwe kiriye kezî bi tembûra xwe hat beşdarî seferberiyê bû. Piştî xwendina helbestekê li ser birîna keziya şervana YPJ’ê, armanca xwe ya beşdariya serferberiyê bilêv kir: “Îro ez bi tembûra xwe beşdarî seferberiyê dibim lê ger were xwestin ez ê wê deyînim û çekê hilgirim, da ku kolan û bajarê xwe biparêzim.”

 ‘Çanda Kurdî ya bi hezaran sal li dijî qirkirinê serî hilda ye wê neyê qirkirin’

Nalîn Yûnis da zanîn ku êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker ne tenê erdîngarî lê nasname û hunera wan jî hedef digre û dixwaze qir bike. Nalîn wiha pêl da gotinên xwe: “Cîhadîstên êrîş dikin ne hezkerê hunerê ne ew li dijî muzîkê û çanda Kurdan êrîşên qirkirinê dimeşînin lê ew nizanin ku çanda me ya Kurdî bi hezaran sal li dijî êrîşên qirkirinê serî hildaye.”


         


        

‘Em ê ji bo azadî û serkeftinê bistirên’

Nalîn Yûnis di dawî de got ku: “HTŞ’ê nizane ku îradeya me ji çek û hovîtiya wan mezintir e. Bi çand û hunera xwe ya Kurdî em ê bi serbilindî li ber xwe bidin. Bi saz û helbestên xwe em ê strana azadiyê û serkeftinê bistirên û dengê xwe bighînin giştî cîhanê. Wê zimanê me jî neyê qirkirin.”

Bi 61 saliya xwe çeka keça xwe cangorî hildigre

Fehîma Ebdilselam dayika cangorî Arjîn Cûdî jî bi hestên tolhildanê îro çek rakir û beşdarî seferberiyê bû. Fehîma ya 61 salî got: “Ger were xwestin em ê li gel şervanên xwe heta Kobanê jî li ber xwe bidin. Em ê dest ji doza xwe ya azadiyê jî li çar aliyên Kurdistanê, bernedin. Keça min li vir şehîd bû, ez jî li vir im û çeka wê hildigrim. Em ê heta dawî axa xwe biparêzin.”