Jinên Suweydayî: Em ê dev ji parastina mafên xwe bernedin
Jinên Suweydayê bertek nîşanî daxuyaniya ku tê gotin “Xwezaya jinan ji bo hemû karên wek Wezareta Parastinê, ne guncaw e” dan û gotin: “Em ê dev ji parastina mafên xwe bernedin.”
ROCHELLE JUNIOR
Suweyda – Berdevkê Rêveberiya Siyasî ya Saziya Operasyonên Leşkerî ya li Sûriyê Ubaida Arnaout, daxuyaniyek da û got ku “Xwezaya biyolojîk û derûnî ya jinan ji bo hemû karên wek Wezareta Parastinê, ne guncaw e.” Piştî vê daxuyaniya li hember jinan hat dayîn, jinên li Suweyda rabûn ser piyan.
Bi aşkerakirina hikûmeta demborî re, nerazîbûn jî zêde bûn. Daxuyanî û tevgerên ku endam û nûnerên hikûmeta demborî nîşan didin, dibe sedema nerazîbûna jinan. Herî dawî, Berdevkê Rêveberiya Siyasî ya Saziya Operasyonên Leşkerî ya li Sûriyê Ubaida Arnaout, daxuyaniyek da û got ku “Xwezaya biyolojîk û derûnî ya jinan ji bo hemû karên wek Wezareta Parastinê, ne guncaw e.” Jin li hember van gotinan kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman. Jinan got ku ji destpêka krîza Sûriyê heta hilweşîna Beşar Esad, di hemû astan de jinan jî rola xwe lîstine.
Gelek jin li Qada El-Kerame û ji qadê wê de, ji bo ku nerazîbûna xwe bînin ziman, gihîştin hev. Jinan destnîşan kir ku Berdevkê Rêveberiya Siyasî ya Saziya Operasyonên Leşkerî ya li Sûriyê Ubaida Arnaout fikra ‘jin dikarin bibin xwedî pozîsyonek’ aşkera kiriye. Jinan fikra berdevk red kir û wek “bêqîmetkirina jinê” û “xurtkirina feraseta mêr a di civakê de” nirxand.
‘Em ê tu car dev ji parastina mafên xwe bernedin’
Yek ji berdevkên Qada Heysiyetê parêzer Radina Al-Khatib, diyar kir ku daxuyaniyên Arnaout rola jinan lawaz dike. Radina wiha got: “Awayê nirxandina mafên jinan, bi tu awayî nîşana tiştên ku jinên Sûrî dixwazin nîne. Henekên xwe bi jinan dikin. Em vê yekê bi awayekî kategorîk red dikin. Em, beşdar û welatiyên ku ji hemû mafên xwe sûd digirin, dibêjin ku zayendî ji bo astengkirina erkgirtina jinek a di wezaretan de, nabe hincet. Em daketin qadê ku em bêjin em dewletek hiqûqê, azadî û wekheviyê dixwazin. Em ê tu car dev ji parastina mafên xwe bernedin.”
Ragia Al-Shaer jî daxuyaniya Ubaida Arnaout şermezar kir û rola jinan a di rûxandina Beşar Esad de bi bîr xist.
Nagham Adel jî got ku ew dewletek azad û demokratîk dixwazin.