Jinên Suweydayê li dijî tundiya li ser jinê daketin qadan

Jinên Suweydayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê a Cîhanî li qada Keramayê hatin ba hev. Jinan li dijî tundiya li ser jinê banga tekoşînê kirin.

Suweyda – Jinên Suweydayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê a Cîhanî bi daxwaza dawîkirina tundiya li ser jinê li qada Kerama ya ku ev salek nîv e bi daxwaza edalet û aştiyê çalakî tê li darxistin kom bûn. Her wiha jinan diyar kirin ku heya daxwaza wan neyê bicîhanîn ew ê qadê neterikînin û tekoşîna xwe mezintir bikin.

Jinan bi pankartên bi rengê pirteqalî yên bi nivîsa "Na ji tundiya li ser jinan re" hilgirtin û gotin ku  pêdîvî bi dawîkirina tundiyê heye.

‘Em ê ji bo xwe di nav tekoşînê de bin’

Mamoste Îlham Rîdan a tevlî çalakiyê bû got ku ew bi cilê porteqalî ku rengekî cihêreng û geşbîn e û temsîla paşerojeke bê tundiya li dijî jin û zarokan dike, beşdar bûye û got ku ev çalakî hezkirina wan a ji bo aştiyê û jîyanê nîşan dide. Îlham Rîdan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li dijî tundiya mêr û pergalê herdem li berxwe bidin ji ber ku çalakiyan wan bi wayek aştiyane destpêkiriye, her wiha destnîşan kir ku heya daxwaza wan neyê bi cîh anîn ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Îlham Rîdan wiha pê dû çû: “Ji berê ve civaka mêrsalar jinan ji mêran biçûktir dibûne. Mêr vê mafê di xwe de dibînin ku mûdaxeleyî jiyana jinan bikin. Divê jin li dijî vê hişmendiyê hişyar bin, li ser jiyana xwe ev bi xwe biryar bidin. Em ê heya dawiyê xwe pêş bixin. Ji bo xwe û zarokên xwe pêşerojek baş ava bikin di nav hewildanê de bin.”

‘Jin ji ber tirsa demxe xwarinê bêdeng dimînin’

Rakîa Al-Shaer a tevlî çalakiyê bû got ku rûxmê li ser çalakiyê 457 roj derbas bûye jî heya niha tu encam bi dest nexistine, diyar kir ku di nav 15 mehan de bûye gelek şahîdên bûyeran û wiha anî ser ziman: “Di çalakiya me ya vê hefteyê de em ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê a Cîhanî kom bûn. Em dixwazin tundiya li ser jinê bi dawî bibe. Jin di serî de tundiya dinav malê de rastî gelek cûreyên tunidyê tê. Lê ji ber ku bi tirsa ku were demxe kirin bêdeng dimînin û nahêlin bûyerên tundiyê eşkere bibin.”