Jinên Suweydayê: Em ji bo ax û rûmeta xwe têdikoşin
Jinên ji bajarê Suweydayê dan zanîn ku ew ê ax û malên xwe biparêzin û gotin ku ew parêzvanên ax û rûmeta xwe ne li dijî êrîşkaran xwe têkoşin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Piştî hefteyek ji bombebaran û wêrankirina giran a ku sivîlên bêparastin hedef digirtin, li bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê agirbest hat ragihandin. Lê peyman ji aliyê Ewlekariya Giştî ya di destê HTŞ’ê ya cîhadîst ve zû hat betalkirin. Komên çekdar ên girêdayî Ewlekariya Giştî û girêdayî Wezareta Parastinê ku li nêzî gundê El-Heyat ê Suweydayê bi cih bûne, bi karanîna çekên giran û navîn êrîşek li ser komên herêmî yên ku sînor ji zeviyan diparastin, dan destpêkirin.
Ev alozî bû sedem ku komên herêmî bi alîkariya hêzên piştgiriyê ji gundên cîran, piştî ku hejmarek ji wan hatin kuştin an birîndarkirin, vekişin. Du roj in, gundê El-Heyat rastî kelehên berfireh û hişyariyek giştî tê.
Jinên ji gundê Cerîn li gundewarê rojavayê Suweydayê, şahidiyên li ser êrîşa ku malên wan ên aram veguherandiye qadên şer, vedibêjin. Jin neçar man rolên xwe yên kevneşopî berdin û bibin rizgarker û parêzvan di nava nebûna parastin û alîkariyan de.
'Em parêzvan in ne êrîşkar in'
Xenwa Ebû Hesûn behsa êrîşa ku jiyana wê û malbata wê serûbin kir dike û dibêje: "Dema ku em li mala xwe rûniştibûn, ji nişkê ve pevçûn dest pê kir û gule ji sê aliyan ve barîn. Me wê demê fêm kir ku xetere nêzîk e. Ji bilî hewldayîna xweveşartinê, tu çareyeke me tunebû. Tevî gule û topên hawanê, me biryar da erkên xwe parve bikin. Xwişka min çû ji bo ku xaltîka min a pîr rizgar bike û ez li pişt mam da ku alîkariya dayika xwe bikim. Jin û zarok zêdetir bûne hedef din ava pevçûnan de. Sivîl dihatin hedefgirtin. Em parêzvan in, ne êrîşkar in. Em li ser ax û malên xwe hatin kuştin û rastî îstîsmarê hatin."
Agirê terorê kesek nehişt
Henan Ebû Hesûn kêliyên êrîşê li ser gundê xwe wiha vedibêje: "Ciwanan tevî hovîtiya bombebaranê bi mêrxasî şer kirin. Em neçar man malên xwe terk bikin. Bi trajediyek mirovî ya dijwar re rûbirû man bê xwarin, derman û stargeh. Jin û zarokan hewl dan birevin lê yên ku nikaribûn hatin kuştin. Dema êrîşan dest pê kir ez li derveyî malê bûm. Bi tirs û trajediyek mezin, min xwe gihîştand malê. Heya niha jinek ji gundê me çarenûsa wê ne diyar e. Em hêvî dikin ku her kes bi aştiyane vegere malên xwe."
'Ji ber êrîşan aramî li gund nema'
Sumaya Ebû Hesûn a temenê wê mezin jî kêliyên bombebaranê wiha anî ziman: "Ji ber van êrîşan aramî li gund nema û me mala xwe di bin agir de hişt, ji bo ku xwe biparêzin. Ji ber tendirustiya min xirabtir bû, ji tirsa revandin û dîlgirtina wan min ji keçên xwe re got birevin min bihêlin lê wan red kir. Çekdar tenê bi topan nesekinîn, wan cihên îbadetê jî talan kirin û şewitandin. Xanî ji dizî û wêrankirinê xilas nebûn. Heta lûleyên avê û têlên elektrîkê jî hatin talankirin, gund bêcan û bê pêdiviyên bingehîn ma. Em ê çawa bikaribin bê av û elektrîk li gundê xwe bijîn? Me êrîşî kesê nekir; wan êrîşî me kir. Em hêvî dikin ku tundî bi dawî bibe û yên revandî vegerin malên xwe.”