Jinên Suweydayê: Em cesaret û rola jinên Kurd teqdîr dikin
Jinên Suweydayî diyar kirin ku ew li dijî êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin jinên Kurd û wiha gotin: “Em cesaret û rola jinên Kurd teqdîr dikin, diyar dikin ku em bi wan re ne, em yek in, ew in, ew jî em in.”
ROŞÊL CANYOR
Suweyda- Li Sûriyeyê rêveberiya demkî ya HTŞ’ê û gelek komên çete yên çekdar, bi desteka dewleta Tirk, êrîşê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ji çar aliyên cîhanê bertekên li dijî êrîşan zêde dibin, jinên Suweydayî jî bal kişandin ku ew bi jinên Kurd re ne û piştgiriyê didin wan.
Berteka li dijî bêdengiya cîhanî
Aktivîst Şam Nafaa, rewşa ku Kurd îro dijîn weke ‘senaryoya qirkirinê, derxistina ji cih û warê xwe û qirkirina nijadî’ pênase kir, got ku tiştên li Suweydayê hatin jiyîn jî bi heman rengî bûne. Şam Nafaa, bal kişand ku hevgirtina bi Kurdan re, tenê wisa şermezarkirineke ji rêzê nîn e, ew bi tecrubeyên xwe piştgiriyê didin. Şam Nafaa diyar kir ku li herêmen Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, binpêkirinên li dijî jin û zarokan hem ji aliyê mirovî hem jî hiqûqa navneteweyî ve bi tu awayî nayê pejirandin û got ku bêdengiya cîhanî mirov pir xemgîn dike.
‘Îşkenceya li ser cenazeyan hovîtî ye’
Şam Nafaa bertek nîşanî îşkenceya li ser cenazeyên şervaneke Kurd hatibû kirin da û wiha got: “Ev hovîtî ye û divê di qada navneteweyî de were şermezarkirin. Divê li welatê me zimanê mirovî û hezkirinê bikeve pêşiya mezhebgeriyê. Dixwazî bila qebûl bikin dixwazî jî nekin, em bi Kurdan re bi hev re dijîn û xwik û birayên hev in. Li her derê Sûriyeyê Kurd em in û em jî ew in ango em yek in.”
‘Rêxistinên mafan tiştên tên jiyîn jinedîtîve tên’
Walaa Taj El-Dîn, got ku ji ber kuştina mirovên sivîl û zarokan pir xemgîn e û wiha domand: “Bedel her dem bi jiyana sivîlan tê dayîn. Tevgerên bi vî rengî ku tu sînoran nas nakin, ne hemû hevgirtiyên Sûriyeyê, tenê bîrdoziyek temsîl dikin. Komkujî ji bo her kesê windahî ne û divê di navbera Sûriyeyiyan de diyalog, xwe li ser hezkirin û eştiyê be. Îro tiştên li dijî Kurdan tên kirin, tiştên li bajarên keviyên Sûriyeyê û Suweydayê tên jiyîn, ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên alîkariyê ve jinedîtîve tên dîtin.”
‘Em bi jinên Kurd re ne’
Grace Hîlal jî berteka xwe wiha anî ziman: “Zagonên navnetweyî yên ku mafên jin û zarokan diparêzin hene. Ji ber ku yên ji şer zêde bi bandor dibin jin in; divê sivîl ji herêmên bi pevçûn werin derxistin û li herêmên bi ewle bi cih bibin. Hevgirtina jinan a li Sûriyeyê divê li her aliyê welat li dijî binpêkirinan bisekine. Em cesaret û rola jinên Kurd teqdîr dikin, diyar dikin ku em li ba wan in. Em dixwazin hem ji bo wan hem jî ji bo hemû Sûriyeyê aştî çêbibe.”