Jinên Suweydayê banga rawestandina êrîşan kirin

Komîteya Bilind a Qanûnî, Rêxistina Cîhanî ya Durzî û rêxistinên mafên mirovan û jinan ên li Suweydayê, êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

Suweyda – Komîteya Bilind a Qanûnî, Rêxistina Cîhanî ya Durzî û Rêxistinên mafên mirovan û jinan ên li Suweydayê, êrîşên rasterast bi çekên giran li dijî sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, qetilkirin û koçberiya girseyî ya bi darê zorê ya sivîlan bi tundî şermezar kirin.
‘Êrîşên heyî binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî ye’

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Suweydayê, der barê êrişên çeteyên rêveberiya demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de daxuyaniyek weşand. Komîteyê, êrişan şermezar kir û diyar kir ku ev êriş binpêkirineke aşkera ye qanûnên navneteweyî yên mirovî û rêgezên parastina sivîlan di demên şeran de ye.

Komîteyê, piştgiriya xwe bi mafên rewa yên şêniyan van taxan  nîşan da û girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê vegot. Komîteyê, di daxuyaniyê de banga rawestandina şer û parastina sivîlan kirin. Her wiha bang li saziyên hiqûqî û mirovî kir ku binpêkirinan belge bikin û hesab ji berpirsên van êrişan bipirsin.

‘Koçberiya jin û zarokan birînên mirovî yên vekirî ne’

Komeleya Hişyarî û Bihêzkirina Jinan, xemgîniya xwe ya kûr der barê tundî û koçberiya bi darê zorê ya jin û zarok de anî ziman û destnîşan kir ku asta mirovî ya koçberiyê nîne û civakên cuda ber bi rêyek tarî û girtinê ve dibe. Komeleyê, destnîşan kir ku ji peravê bigre heta Hums, Suweyda û Helebê gelek deverên li Sûriyeyê, hêj bi birînan re têdikoşin û daxwaza rawestandina êrîşan û ji bo hemû gelê Sûriyeyê daxwaza avakirina jiyanek ewle û bi rûmet kir.

‘Em ê ji bo mafên mirovan û jinan bibin deng’

Buroya Jinê ya Suweydayê jî, bi daxuyaniyekî êrîşên bi çekên giran a li dijî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrîş bûne sedema mirin û birîndarbûna bi dehan sivîlan û bêdengiya medyayê û navneteweyî jî dibe sedema berdewamkirina êrîşan.  Buroya Jinê ya Suweydayê, destnîşan kir hedefgirtina taxan qanûna mirovî ya navneteweyî binpê dike û diyar kir ku ew mafê jiyana ewle ya gelê herêmê diparêzin û ji bo mafên mirovan û jinan bibin deng û her cûre tundî û terorê red bikin.

‘Em bi rûmeta mirovan re hevgirtin nîşan didin’

Rêxistina Cîhanî ya Durzî jî, êrîşa bi çekên giran a li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û qetilkirina sivîl şermezar kir. Rêxistinê, diyar kir ku ev dîmen di siya bêdengiya medyayê û navneteweyî de hovîtiya mirovan kurte dike. Rêxistinê, ragihand ku ew li kêleka gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne û bibin dengê parastina rûmeta mirovan.