Jinên Sûriyeyî û têkoşîna li dijî tundiya baviksalar GOTAR

HÊVÎDAR XALID

Li ber çavan pêşketin û guhertinên heyî, xwendineke analîtîk a rastiya jinan û xwezaya têkoşîna wan pirseke bingehîn derdixe hole. Çima tundî li dijî jinan bi hemû şêweyên xwe berdewam dike û çima mêr zanist û teknolojiya nûjen ji bo xizmeta rojevên xwe yên pêşerojê bi kar tînin?

Tiştên ku jin dikşînin ne tenê tundiya fîzîkî ye, wekî ku mirov dema li ser tundiya li dijî jinan di civakê de nîqaş dikin, bi wê re rûbirû ne; berevajî vê, jin îro di cîhana dîjîtal de bi şêweyên nû yên tundiyê re rûbirû dimînin. Bi rastî, serdestiya mêran li ser pîşesaziya teknolojiya ku sînor derbas kiriye veguheriye kabûsek ku li pey jinan diçe û wan aciz dike. Lê belê xuya ye ku lêgerîn û têkoşîna jinan ji bo sînordarkirina vê diyardeyê, di her aliyê jiyana wan de belav dibe, ji bo şikandina serdestiya mêran li ser wan û ji bo berxwedana li hemberî hewldanên marjînalîzekirina hewldanên wan, di demên dawî de gihîştiye asteke xeternak. Ev pêvajo bi rêbazek li ser pêşxistina têkoşînarewşenbîrî, îdarî û rêxistinî û hilberandina çareseriyên bilez ji bo pirsgirêkên ku rasterast bandorê li jiyana jinan dikin, pêşve diçe.

Jin bi rêbazên nûjen têkoşînê bênavber dimeşînin

Jin li çar aliyên cîhanê bi tundiya sîstematîk re rûbirû dimînin. Ji şerên ku ji aliyê mêran ve tên dexistin bigre heta 0koçberî,  zewaca bi zorê û zewaca di temenê zarokatiyê de, heta îstîsmar, bazirganiya li ser mirovan, îstîsmara zayendî û di dawiyê de kuştina jinan gelek caran sûcên tên kirin bê ceza dimînin. Her çend sûcdarên van binpêkirinan di lîsteya sûcên li dijî mirovahiyê de ne jî bê ceza dimînin. Ev yek êş û azarên jinan her roj kûrtir dike. Ji ber ku her diçe şert û mercên jiyanê xirabtir dibin, rastiyên aborî dijwartir dibin û ewlehî û aştî winda dibe.

Tevî vê yekê, bi saya berxwedana ku jinan li dijî polîtîkayên ku ji bo rewakirina tundiyê di hemî awayên wê de hatine çêkirin nîşan didin, jin li çar aliyên cîhanê bi rêbazên nûjen têkoşîneke bênavber dimeşînin. Bi van rêbazan, hişyariya hemû komên bêparastin zêde dikin û enerjî û potansiyela xwe vediguherînin xaleke destpêkê ji bo vekirina riyên nû yên guhertinê. Li Sûriyeyê, bêaramiya ewlehiyê serdest e. Jin bi riya zagonên ku tundiyê rewa dikin û wan ji mekanîzmayên biryardayînê dûr dixin, ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar dimînin. Ev yek dibe sedema paşguhkirina mijarên tundî û kuştina jinan.

Divê her jineke Sûriyeyî xwe veguherîne şervaneke li hemberî rejîmê

Ji ber vê yekê, jinên Sûriyeyî hewce ye stratejiyeke ku parastin, têkoşîna li dijî tundiyê û her wiha serweriya siyasî, rêveberî û civakî jî tê de hebe bimeşînin. Pêdivî heye ku ew armancên zelal destnîşan bikin, hikûmeta heyî neçar bikin hebûna wan weke dînamîka bingehîn a pêşkektina civaka Sûriyeyê û rizgarbûna ji krîzên heyî nas bike.

Wekî din, pêwîstiya jinan bi rêbazên yasayî, kampanyayên hişyariya li dijî tundiyê zêde bikin. Zincîra bêparkirina ji mafên xwe yên herî bingehîn bişkînin û rê li ber jiyana azad, bê tundî, zilm, dûrxistin, bêdengkirin û îşkenceyê, vekin.

Karê jinên Sûriyeyî ne hêsan e

Îro li Sûriyeyê, ji bo jinan ne hêsan e ku hawirdora civakî ya bi qedexe û tabûyên ji hêla rejîma heyî ve hatine ferzkirin, dîwarê bêdengiyê bişkînin. Lê belê jinên Sûriyeyê yên ku zulmê dîtine xwedî ezmûneke dewlemend a têkoşînê ne. Bi salan e, wan bedelên giran dane û li dijî hewldanên desteserkirina hemû mafên xwe rawestiyane. Ew in ên ku ji êş û hêviya xwe, bêhêvîtî û berxwedana xwe veguherandine çîrokeke bêdawî ya têkoşînê. Bi vî rengî, ew bûne sembola jinên ku neheqî, şantaj û êrîşên tolhildanê yên bi rêbazên herî kirêt li dijî wan tên kirin qebûl nakin. Ew red dikin ku werin marjînalîzekirin û di siya kesan de werin hiştin. Erka hemû jinan ew e ku hesabên xwe yên dîjîtal ji platformên hedefgirtin û şermezarkirinê veguherînin platformên zanist û zanînê. Qadên hişmendiyê û kanalên ku piştgirî û pêşengiya têkoşîna jinan dikin, li dijî yasayên baviksalar ên ku bêcezatiyê teşwîq dikin e.

Divê her jineke Sûriyeyî xwe veguherîne şervanek li dijî rejîma ku hebûn, rol û berpirsiyariyên wê di warên perwerde û tenduristî, aborî û siyasetê de înkar dike. Ev helwest dê bingeha rejîma hişk bihejîne.

Ji bo têkoşîna hevpar û hevgirtî ya jinên Sûrîyeyî

Li dijî nêzîkatiya rêvebirina civaka Sûriyeyî bi rêzikên şerîetê bi riya fetwayên zordar û dadgehan, yasayên mezhebî, serdestiya baviksalar û tundiya mêran divê ji niha û pê ve di têkoşîna rizgariya jinan de cihekî girîng bigrin. Ji ber ku jinên Sûriyeyî xwedî şiyana beşdariya jiyana giştî, aborî û siyasetê ne. Jin her wiha xwedî hêz in ku li hemberî polîtîkayên zext û dûrxistinê li ber xwe bidin û civakê ji nû ve ava bikin. Hem bi avakirina mekanîzmayên parastinê yên girîng hem jî bi riya perwerde, kar û hişyariyê.

Ji aliyekî din ve divê hewldanên bikaranîna teknolojiyê, sepanên înternetê û reklamê ji bo şikandina îradeya jinan, sînordarkirina azadiya wan û hedefgirtina ruh û hebûna wan bi dawî bibin. Divê em li hemberî hewldanên algorîtmayên alîgir ên ku maf û hebûna jinan binpê dikin û serdestiya mêr bi rêbazên ku îdia dikin modern in ji nû ve hilberînin, li ber xwe bidin.

Îro, pirsgirêkên jinan di civaka Sûriyeyê de nikarin ji pirsgirêkên siyaset û edaletê ku piraniya gelên Sûriyeyê bi lezgînî hewcedarên wê ne, werin veqetandin. Ji ber vê yekê çareseriya van pirsgirêkan berpirsyariya hevpar a her kesê ye.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Hemberî Jinan re ji bo têkoşîneke hevpar û hevgirtî ya jinên Sûriyeyê ku li ser bingeheke şaristanî û mirovî hatiye avakirin divê em tekoşînê mezin bikin. Ji bo bidawîkirina tundiyê û aktîfkirina hemû mekanîzmayên têkoşîna aştiyane ji bo azadî û rûmetê pêwîst e pira hevgirtinê were avakirin!