Jinên Sûdanî yên koçber bi sunetkirinê re rûbirû ne
Çalakvanên jin ên Misrî, dan zanîn ku Misir û Sûdan her du welatên ku rêjeyên sunetkirina jinan lê zêde ne û gotin: "Pêwîst bi ku hişmendiya zagonên Misrê yên ku sunetkirina jinan di nav civakên koçber ên Sûdanî de sûcdar dikin, heye."

ESMAA FETHÎ
Qahîre – Navenda Lêkolînên Zanistî lêkolînek bi sernavê "Sunetkirina jinan di nav koçberên Sûdanî de li Qahîreya Mezin: Trend û Têgihîştin" bi beşdariya nûnerên ji qadên cuda yên bi vê mijarê re eleqedar in, çêkir.
Di xebata lêkolînê de navendê bal kişand ser rastiya sunetkirina jinan a di nav koçberên Sûdanî de. Navendê ev yek mîna mijarek nû û girîng binav kir. Lêkolîn li ser bandora koçberiyê ya di navbera du welatên ku rêjeyên sunetkirina jinan bilind in de, sekinî. Koçberiya ji Sûdanê ber bi Misrê ve, piştî şerê dawî qewimiye. Li gor lêkolînê, taxên ku koçberên Sûdanî lê pir zêde ne, wek "Sûdanek biçûk" tên nasîn.
'Bandorên koçberiyê li ser sunetkirina jinan'
Rêvebera Navenda Lêkolînên Zayendî Emel Fehmî diyar kir ku ev lêkolîna yekem a bi vî rengî ye û wiha got: "Sinetkirina jinan li nêzî 35 dewletên cîhanê heye. Lêkolîn vedikole ka çi di nav malbatên koçber ên li Misrê de diqewime û pirsa gelo ew ê sunetkirina jinan berdewam bikin? dike. Pêşniyarên herî girîng ên lêkolînê bi awayê xebata bi jinên Sûdanî re yên di pêşerojê de ve, girêdayî ne. Ev pêwîstî bi destnîşankirina sunetkirina jinan û zewaca zarokan dike. Her wiha balê dikşîne ser pêwîstiya perwerdekirina wan a li ser qanûn û cezayên herêmî ji bo binpêkaran. Her wiha girêdana karûbarên ku bi jinên saxmayî yên sunetkirinê re têne peydakirin, dike."
Gelek kes hê jî sunetkirina "Sunnî" wek tiştê ku herî kêm zirarê dide dibînin. Bi tevliheviyên kêm am bê tevlihevî. Piraniya Sûdaniyan sunetê wek tundiya li dijî jinan an wek kontrolkirina jiyana cinsî ya jinê nabînin. Lê ew ji aliyê perspektîfeke bijîşkî ve lê dinhêrin.
'Misir û Sûdan du welatên rêjeyên sunetkirinê lê zêde ne'
Şêwirmenda zayendî ya rêxistina Equlity Now li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Neclaa Serhan diyar kir ku ew li ser vê mijarê bi navenda Lêkolînên Zayendî re hevkariyê dikin. Neclaa Serhan wiha axivî: "Lêkolîn bi taybetî li ser bandora koçberiyê li ser berdewaniya pratîka sunetkirina jinan sekinî. Ji ber ku Misir û Sûdan du welatên ku rêjeyên vê pratîkê bilind in. Ev lêkolîn xwe dispêre hevpeyvînên bi koçberên Sûdanî yên li Misrê dijîn re, da ku nêrînên wan li ser hin pirsan were lêkolînkirin ku encam û pêşniyarên lêkolînê li ser wan hatine avakirin. Her wiha bandorên koçberiyê ji welatekî ku rêjeyên bilind ên sunetkirina jinan hene, ber bi welatekî din ê ku rêjeya zêdebûnê heman e, tê lêkolînkirin."
'Sûdaniyên li Misrê dijîn li gor xwe sunnetê dikin'
Dr. Yusra Mehmûd ku rêvebera bernameyên li navenda Lêkolînên Zayendî ye, da zanîn ku encamên vê lêkolînê bersiva hemû pirsan nade, lê ew hemû akademîsyen û aliyên peywendîdar ji bo rûbirûbûna vê pratîkê dikin ser riya rast. Yusra Mehmûd wiha got: "Lêkolînê gelek encam derxistine holê. Encama herî girîng jî cudahiyên di pratîkê de yên di nav herdu welatan de bûn. Sûdaniyên li Misrê dijîn, heman pratîkên ku li welatê xwe dikin pêk tînin û ji rewşa herêmî ya Misrê bi bandor nabin."
Pêşniyarên ku di lêkolînê de derketine pêş
Hêjayî gotinê ye ku di lêkolînê de gelek pêşniyar derketine pêş. Di nav wan de pêwîstiya bilindkirina hişmendiya li ser zagonên Misrê heye. Ev zagon, sunetkirina jinan a di nav civakên koçber ên Sûdanî de sûcdar dikin. Her wiha ev pêşniyar jî hatine kirin: “Mîsogerkirina yekbûna mafên mirovan û perspektîfên zayendî. Balkişandina ser binpêkirina xweseriya laşî û bandorên civakî yên sunetkirina jinan. Pêwîste dê û bav bi zanîna pêwîst bên perwerdekirin da ku li hember zextên civakî û malbatî li ber xwe bidin. Lêkolînek berfireh divê li ser sunetkirina jinan a di nav civakên Sûdanê yên piştî koçberiyê de bikin. Dînamîkên hêzê yên nifşan di nav "Sûdana biçûk" û civakên wekhev de lêkolîn bikin da ku bandora wan li ser biryargirtinê di derbarê sunetkirinê de were fêmkirin.