Jinên Sûdanî: Feraseta RSF û HTŞ’ê yek e

Çalakvanên jin ên Sûdanê bal kişandin ser îşkenceyên ku li Şêx Meqsûdê û li Darfûrê li jinan hatine kirin û gotin ku ev binpêkirin, polîtîkayên hikûmetên tundrew û vegotinên olî û siyasî yên derewîn nîşan didin.

MÊRVET EBD EL-QADIR

Sûdan – Jinên li çar aliyê cîhanê, ji ber êrîşên tolhildanê yên li ser bedenên xwe, barê şeran hildigrin. Tevî cûdahiyên erdnîgarî û demkî, binpêkirinên ku ew dikşînin dişibin hev. Ev pêkanîn, di hemû awayên xwe de, dikevin kategoriya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.

Li Sûriyeyê, rewşa mirovî li Helebê bi lez xirab dibe, nemaze li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ku li wir rageşiya ewlehiyê di navbera hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDF) de zêde bûye. Vê zêdebûnê êşa sivîlan bêtir zêde kiriye û rewşa mirovî ya jixwe nazik a li van taxan qels kiriye. Zêdebûna rewşê asta karesata mirovî ya ku li herêmê belav bûye nîşan da, ku di encamê de gelek mirin û birîndarî çêbûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn û rasterast rastî êrîşê hatin.

Îşkencekirina li bedenên jinan

Sûcên xwînî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku di nav de kuştin, îşkence, koçberkirina bi zorê ya sivîlan, û îstismara sîstematîk a li dijî jin û zarokan hene, dişibin tiştê ku li El Faşer, li Darfûr, rojavayê Sûdanê, dema ku ew ket destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn qewimî. Di her du rewşan de jî, jin rastî tecawizê hatin û rastî awayên herî hovane yên wek destdirêjî, lêdan û zewaca bi zorê û her wiha revandin û firotinê hatin. Bi taybetî jî, li bazarên ku ji bo firotina jinan hatine destnîşankirin, dîmenek ku tevî cûdahiya dem û cihan dubare dibe, ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.

‘Binpêkirina mafên jinan binpêkirina eşkere ya nirxên mirovî û gerdûnî ye’

Çalakvana jin Elaph Mahjoub dibêje ku pevçûna li Sûdanê ne cuda ye ji tiştê ku li Sûriyeyê û gelek welatên din qewimiye, ku jin wekî xeta êrîşê û çekek şer têne bikaranîn, ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in û di dema pevçûnan de rastî binpêkirinên giran tên. Elaph tekez dike ku mafên jinan beşek yekgirtî ya mafên mirovan in û her binpêkirinek wan, binpêkirinek eşkere ya nirxên mirovî yên gerdûnî ye.

Jina li Helebê ji avahiyê de avêtin û jina ku li Sûdanê bi darê ve dalqandin yek e

Elaph balkişand ser sûcên ku di şeran de li dijî jinan têne kirin wek hev in. Elaqh, bûyera  şervanek jin a Hêzên Ewlekariya Navxweyî ku ji hêla cîhadîstên Hayat Tahrîr el-Şam ve li Helebê hatiye kuştin bi bîr xist û wiha got: “Vîdyoyên ku li ser înternetê belav dibin nîşan didin ku cîhadîst bedena jinê davêjin û perçe dikin, sûcê wan ê hovane pîroz dikin û şa dikin. Ev pêkanîn asta binpêkirinên sîstematîk ên ku jinan di pevçûnên çekdarî de hedef digirin nîşan didin û piştrast dikin ku bedenên wan wekî qada şer û amûrek ji bo terorîzekirina civakan têne bikaranîn. Ev bûyer, bi awayekî berbiçav dişibe binpêkirinên ku li dijî jinan li Sûdanê hatine kirin. Li Darfûrê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn jinek kuştin û bedena wê bi hovane perçe kirin, ew bi darekê ve daliqandin. Binpêkirin bi vê yekê nesekinîn, tevî destdirêjiyên takekesî û girseyî, heta li kampên koçber û penaberan jî, asta trajediya mirovî ya ku jinên li wir dijîn, nîşan dide.”

‘Tenê ji sedî 2’yê tevahî binpêkirinên nehatine ragihandin temsîl dikin

Elaph destnîşan kir ku şerên li welatên cûda ne tenê bi çekan, di heman demê de li ser laşên jinan jî têne kirin, ku qurbaniyên wan ên herî mezin in. Elaph diyar kir ku pevçûna li Sûdanê, nemaze di demên dawî de, bi zêdebûnek girîng a rêjeyên destdirêjiyê, nîşan dide ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn binpêkirinên cidî di forma destdirêjiyên takekesî û girseyî de kirine ku armanc dikin îradeya jinan bişkînin û berxwedana wan qels bikin. Elaph ragihand ku keçên Sûdanî jî hatine revandin û ew birine cihên nenas û ev agahî dan: “Yên din bi zorê hatin zewicandin û li Darfûrê, jin wekî qurbaniyên bazirganiya mirovan ji welatên din re hatin firotin. Tevî giraniya van binpêkirinan, li gorî rêxistinên pispor, di belgekirina sûcên li dijî jinan de, ew tenê ji sedî 2’yê tevahî binpêkirinên nehatine ragihandin temsîl dikin.”

‘Şîdet û şer encamên hikûmetên tundrew in

Çalakvana jin Munîra Musa jî, tundî û binpêkirinên li dijî jinan a di şeran de, bi xwezaya hikûmetên tundrew ên ku van welatan birêve dibin ve girêda. Munîra da zanîn ku ev hikûmet rasterast tundrewiya xwe li dijî jinan bikar tînin, wekî ku li Sûriye, Yemen, Îran û herî dawî li Sûdanê tê dîtin. Munîra wiha got: “Nakokiya li Xartûmê, ji bilî nîşandana polîtîkayên hikûmetek tundrew a bi meylên terorîst ên Îslamî - hikûmeta el-Beşîr ku di sala 2019’an de hate hilweşandin - tiştek din nîne.” Munîra Musa da zanîn ku hemû qanûnên ku di dema rejîma Îslamî ya el-Beşîr de hatine derxistin armanc dikin ku jinan bindest bikin û sînordar bikin. Munîra got ku yek ji mînakên herî berbiçav, Qanûna Rêziknameya Giştî bû, ku berî destpêkirina pevçûnê li paytext Xartûmê hatibû bicîhkirin, ku astengiyeke girîng li pêşiya azadiyên jinan ên li Sûdanê bû. Munîra ragihand ku ev polîtîka her wiha qanûnên rewşa kesane jî dihewînin ku cudakariyê xurt dikin û pozîsyona jinan di civakê de qels dikin.

Munîra Musa diyar kir ku ew qurbana van qanûnên neheq bûye, tenê ji ber ku di heyamekê ku rayedaran lixwekirina şalwaran li jinan qedexe kiribûn de, bi lêpirsîn û tacîza qanûnî re rû bi rû maye. Wê diyar kir ku binpêkirinên ku jin dikşînin, rasterast nîşaneya polîtîkayên hikûmetek tundrew, dîktatorî, mîna Naziyan e - rejîmek baviksalar, dijminê jinan - ku nirxa jinan nas nedikir û rêz li mafên wan ên bingehîn nedigirt.

Rêzikên çewt ên serkeftinê

Çalakvana jin û lêkolînera akademîk Rahma Jaber bal kişand ser binpêkirinên ku jin di dema şer de li Sûdan û Sûriyeyê lê rast hatine, yên wek tecawiz, binçavkirin, revandin, kuştin, seqetkirin û bêrûmetkirina cenazeyan. Rahma destnîşan kir ku ev kiryar di bingeha xwe de perspektîfa van civakan a li hember jinan nîşan didin. Rahma anî ziman ku dîmenên wekî daliqandina jinekê ji darê an avêtina wê ji bilindahiyê piştî kuştina wê, ne tenê kiryarên hovîtiyê ne û wiha got: “Ev, di heman demê de peyamên ku ji hêla aliyên şer ve tên şandin e. Peyamên bi armaca ku hêz û kontrola xwe li ser aliyê din nîşan bidin.”

‘Jin her gav qurbaniyên herî berbiçav ên di pevçûnan de ne

Rahma da zanîn ku komên ku sûcên wiha dikin, jinan ne wekî hebûnên serbixwe, wekî bindestên mêrên li aliyê dijber dibînin, wan wekî amûrên şer dibînin ne wekî mirovên hêja û mafên xwerû. Rahma tekez kir ku jin her gav qurbaniyên herî berbiçav ên di pevçûnan de ne, ku şer bi laşên wan têne meşandin û êşa wan ji bo şandina peyamên hêz û kontrolê tê bikaranîn. Rahma wiha domand: “Gelek şervan bawer dikin ku kuştina mêran, tecawizkirin û bêrûmetkirina jinan, hilweşandin û şermizarkirina civakê û kêfxurî ji hesta kontrol û serfiraziyê, di nav qaîdeyên serkeftinê de ne.”

Çîrokên olî û siyasî wekî veşartinek ji bo binpêkirinan

Çalakvana Sûdanî Nîmat Kuku di warê pêşketin, polîtîkayên alternatîf û pirsgirêkên zayendî de pisporek e. Nîmat jî, sûc û binpêkirinên li dijî jinan şermezar kir û tekez kir ku tiştê ku hatiye serê niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiya li Helebê û îşkencekirina li bedena endama Hêzên Asayîşa Hundirîn, binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e. Wê tekez kir ku divê edalet û mafên sivîlan kevirê bingehîn ê her guhertinek pêşerojê bin û wiha got: “Divê xwe ji retorîka radîkal û polîtîkayên tund ên ku rijandina xwîna Sûrî rewa dikin û bi hincetên qels, di serî de ol û siyaset, ji bo veşartina sûc û binpêkirinên li dijî mirovahiyê, nemaze jinan, bikar tînin, dûr bisekinin.”