Jinên Sûdanî: Divê sûcên li dijî me werin cezakirin

Li herêmên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de gelek sûc li dijî jinan hatin kirin. Çend jinên Sûdanî destdirêjiya li dijî wan hatiye vegotin, xwestin kiryarên wan sûcan bi awayê herî giran werin cezakirin.

AYA ÎBRAHÎM 

Sûdan – Ji Nîsana 2023’yan ve heta niha li Sûdanê di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de pevçûn çêbûn û yên ku ji vê yekê zêdetir zirarê dîtin jinên Sûdanî bûn. Gelek sûcên dermirovî ku di navbera wan de destdirêjî jî hebû hatin kirin. 

Eyaleta Cezîreyê û herêmên berfireh ên girêdayî wê piştî ku ketin bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn. N. M ya ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku li herêma Ebu Quwta ya ku careke din ket destên artêşa Sûdanê sê leşkeran avêtine ser mala wan, li malê geriyane pere û zêran xwestine lê nedîtine. 

Di serdegirtinên malan de destdirêjî 

Jina ku navê xwe neda da zanîn ku li malê ew dayîka xwe û du hevjînên birayên xwe li malê bûne û got: “Leşkeran bi çekê gef li min xwarin û bi derbkirin destdirêjî li min kirin. Bi heman rengî destdirêjî herdu hevjînên birayên min jî kirin.” 

Fatma Îbrahîm a zewicandî û dayîka du zarokan jî destdirêjiya ku ji aliyê leşkerên girêdayî Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve lê hat kirin vegot û got ku wê qet texmîn nekiribû tiştek wiha were serê wan û xwest tu kes rastî vê yekê neyê. 

Fatma Îbrahîm diyar kir ku nîvê şeve heft leşkerên girêdayî Hêzên Piştgiriya Lezgîn avêtine ser mala wan, du ji wan bavê û birayê wê bi çekê dane sekinandin û sê leşkerên din jî ketin odeya wê û du xwişkên wê û wiha domand: “Ez ji bo xwe netirsiyam lê ji herdu xwişkên xwe tirsiyam. Piştî destdirêjiyê me pêvajoyeke psîkolojîk a pir giran derbas kir. Me êdî texmîn nedikir em sax bimînin. Xwişkên min heft rojan ji odeyê derneketin. Divê wan kesan werin cezakirin.” 

Li ber çavên dayîk û bavê xwe rastî destdirêjiyê hatin 

Dîna Mustafa ya ku di nexweşxaneyeke li Eyaleta Cezîreyê de hemşîre bû got ku ew bûye şahida gelek bûyerên tecawizê. Dîna Mustafa got ku sê xwişkên temenê wan di navbera 18 û 35 salî de li ber çavên dayîk û bavê xwe, bi hovîtî rastî tecawiza komî hatine, dayîk û bavê wan ji ber vê sehneya dermirovî ji hemdê xwe çûne. Her wiha diyar kir ku xwişka herî biçûk xwînjêçûnê derbas kiriye, bi temamî xwe girtiye û nikaribûye bikeve nava civakê û da zanîn ku herdu xwişkên din piştî seansên psîkolojîk hinek baştir bûne. 

Dîna Mustafa da zanîn ku gelek malbatan xwe negihîştandine keçên xwe yên rastî destdirêjiyê hatine, ji sedî 80 malbat ji ber demxebûna şermê, vî sûcê veşartine û wiha got: “Ji bo ku dawî li bûyerên destdirêjiyê were, ewlehî çêbibe, îstîqrar pêk were divê sûcdar werin cezakirin.”