Jinên Sûdanî banga hevgirtinê dikin û dibêjin 'Em hemû El Faşer in'
Bûyerên darvekirin û binpêkirinên mafên mirovan ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve piştî dorpêça du salan, El Faşêrê ku paytexta eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê ye xist bin kontrola xwe roj bi roj zêde dibin.
MEYSA EL-QADÎ
Sûdan – Li gorî Neteweyên Yekbûyî û hinek rêxistinên mafên mirovan, Hêzên Piştgiriya Lezgîn binpêkirinên mîna komkujî tasfiyekirina nexweşan û tecawizan didomînin. Bi deh hezaran sivîl neçar man di nava şert û mercên nebaş de, di mercên jîngehê yên xirab de ji bajêr birevin. Van bûyerên bi êş, di nava sivîlan de hêrs û nerazîbûnek mezin çêkir.
Jinên Sûdanî, ji ajansa me re hestên ku dema komkujî û binpêkirinên li dijî xelkê El Faşêrê û penaberan bihîstinê hîs kirine û hewldanên xwe yên ji bo alîkarî û piştgiriya penaberan, vegotin.
‘Min tenê bêhêvîtiyê hîs kir’
Halîma Mihemed a berê ji ber pevçûnan koçber bûye, wiha got: "Dema min bihîst ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajar girtine, min tenê bêhêvîtiyê hîs kir û fikirîm ku her tişt qediyaye. Lê min dev jê berneda û biryar da ku ji bo alîkariya penaberan bikevim nava tevgerê. Min pêdiviyên penaberan li ser medyaya dîjîtal ragihand, bexş kom kir û gihîştand El Faşêrê.”
Halîma Mihemed, wiha axivî: "Ez pir baş dizanim windakirina her tiştî û terikandina welat û malbata xwe tê çi wateyê lewma dixwazim di vê pêvajoya dijwar de alîkariya wan bikim. Ez xwe bi her penaberek re dibînim û ez êşa wan hîs dikim. Ji ber ku ez jî mîna wan penaber im. Me berî pevçûna li Xartûmê, nizanibû şer an jî koçberî çi ye lê piştî pevçûna 15’ê Nîsanê, me dev ji malên xwe berda û penaber bûn. Em li bajarê xwe di ewlehiyê de bûn lê ji nişkê ve belav bûn, me malên xwe hiştin û ji malbatên xwe dûr ketin, her yek ber bi aliyekî cuda ve çû. Em êşa wan hîs dikin."
‘Hestek tirsnak e’
Rojna Adem, kêliya bihîstina kontrola El Faşêrê, mîna tirsnak bi nav kir û got: "Hest tirsnak bû; min ji tiştên dibihîst bawer nedikir. Hestek tevlihev û tirsnak bû. Pir tirsnak bû, ez hêvî dikim careke din dubare nebe.”
Rojna Adem, axaftina xwe wiha domand: "Hewldan baş in û divê bidomin lê pêwist e hemû Sûdanî beşdarî vê xebatê bibin. Divê em bibin yek, konvoyên alîkariyê organîze bikin, hewldanan organîze bikin û di tevahiya koçberiya wan de alîkariya wan bikin. Divê ji bo ku xwe biyanî yan jî bêmal hîs nekin, bibin yek û pêdiviyên wan mîsoger bikin. Em hemû yek in û Sûdanî ne."
Rojna Adem, da zanîn ku bûyerên li El Faşêrê gelê Sûdanê kiriye yek û riya hevgirtinê vekiriye û wiha domand: "Ez ji gelê El Faşêrê re dibêjim: Em hemû El Faşêr in. Êdî hest û dilê me yek e. Min li ser medyaya dîjîtal parvekirinan şopand; hemû kes bûn yek dil û hevgirtinê nîşan didin. Ez yekîtî û helwesta xwe ya bi gelê El Faşêrê re careke din diyar dikim. Ez bi dirûşma 'Em hemû El Faşêr in', bang dikim; em hemû bi we re ne, hûn malbata me ne û em hemû yek in."
‘El Faşêr bajarekî ku bi perwerdeya xwe tê nasîn e’
Temenî Îbrahîm a di bazara taybet de dixebite, ji ajansa me re bîranînên xwe yên li El Faşêrê bi bîr xist û da zanîn ku ev bajar ji bo wê sembola yekîtiyê ye û got: "El Faşêr bajarekî ku bi perwerdeya xwe tê nasîn û mîna dilê Sûdanê tê hesibandin. Dema hûn bi balafirê nêzî bajêr dibin, hûn ji bedewiya wê, xwezaya wê, girên wê yên kesk, golên wê yên payîzê dibînin. Dema ku hûn dikevin bajêr, bi civakên xwe yên cihêreng re we hêmbez dile û hûn qabîleyên cuda yên Sûdanê hemû bi hev re dibînin. Dema min serdana El Faşêrê kir, qebîleyên cuda min pêşwazî kirin. Dema ez El Faşêrê bi bîr tînim, yekîtî û yekbûn tê bîra min; ew ji bo yekîtiya Sûdanê mîna mînakek bû.”
Temenî Îbrahîm, da zanîn ku ji ber binpêkirinên li ser gelê El Faşêrê gelek xemgîn e û wiha axivî: "Ez ji ber tiştê li El Faşêrê qewimî pir xemgîn im. Ji ber ku ez pir baş dizanim ew ne mirovên ku bi hêsanî bên reşkirin an jî biçûkxistin in. El Faşêrî mêvanperwer, comerd in û yekîtî û hevgirtina neteweyî nîşan didin. Ew mînakek rastîn a kevneşopî, comerdî û mêvanperweriya gelê Sûdanê ne. Ez hêvî dikim ku ev zehmetî zû biqede. El Faşêr ji bo min cihekî tijî bîranînên xweş e û ez naxwazim ev di destên hovan de bimîne. Divê em bajarê zanist û ramanê biparêzin."
‘El Faşêr veguherî sembola berxwedana gelê Sûdanê’
Temenî Îbrahîm, da zanîn ku hevgirtina gelê li Sûdanê kêliyek dîrokî ye û diyar kir ku gelê Sûdanê zarokên welatekî yekane ne û di demên zehmet de piştgiriyê didin hev û got: "Ez hêvî dikim ku ev zehmetî zû bi dawî bibe. Em hemû ji tiştê ku li El Faşêrê diqewimin pir bi bandor dibin û hêvî dikin ku bajar were rizgarkirin, şêniyên wê vegerin."
Temenî Îbrahîm, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “El Faşêr êdî ne tenê bajarek e, veguherî sembola berxwedana hemû Sûdaniyan û pirsgirêk çiqas mezin be jî îsbat dike ku şikandina ruhê hevgirtinê û comerdiya gel ne pêkan e.”