Jinên Sûdanê rol û rewşa xwe ya piştî şer bi forumek nîqaş kirin
Jinên Sûdanê yên Dongola ya Eyaleta Bakur, ji bo nîqaşkirina rolên xwe yên piştî şer, li hev civiyan. Jinan, berxwedan, xurtkirina aborî û parastina keçan tekez kirin û xwestekên xwe yên ji bo pêşengiya pêvajoya ji nû ve avakirin û pêşketinê anîn ziman.
EYA IBRAHÎM
Sûdan- Duh li bajarê Dongola ya Eyaleta Bakur, forumek ku lîder û rêveberên Yekîtiya Giştî ya Jinên Sûdanî di bin dirûşmeya “Jin di her qadê de ramanê pêşeng û Cezbeyê” de tîne cem hev hate lidarxistin. Di foruma ku bi beşdariya berfireh pêk hat de, jinên Sûdanê bi wêrekî mezin nêrînên xwe yên têkildarî rewşa welat û rola jinan a di serdema piştî şer de anîn ziman. Di forumê de mijarên sereke yên têkildarî rewşa jinan a di serdema piştî şer de û bi taybetî zirara giran a ku jinên Sûdanî ji ber koçberiya bi darê zorê, qetilkirin, tecawiz û binpêkirinên giran ên li deverên ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tên kontrolkirin dijîn, hate nîqaşkirin.

Jinên piştî şer
Di çarçoveya forumê de Seroka Yekîtiya Jinên Giştî ya Sûdanê ya li Eyaleta Bakur Besmat Şerîf, diyar kir belgeya bi sernavê "Jinên Piştî Şer" der barê parastin û berxwedana jinan a di dema şer de nîşaneyên girîng hildigire û da zanîn tevkariyên jinên Sûdanî ji bo tevahiya gel çavkaniyek hêzê ye.
Besmat Şerîf, diyar kir ku jin bi rêya bername û planên pratîkî dê pêşengtiya pêvajoya ji nû ve avakirinê bikin û destnîşan kir pêşniyarên ji forumê derbikevin dê ji bo serdema pêş mîna bernameyek xebatê xizmet bikin. Besmat Şerîf, binpêkirinên ku jin rû bi rû dimînin bi awayekî aşkera şermezar kir.
Mey Ezzedîn jî, forumê mîna berfireh û bi hedef bi nav kir û diyar kir ku belgeya "Jinên Piştî Şer" yek ji belgeyên herî girîng ên hatine pêşkêş kirin e û rola girîng a jinê ya di dema şer de eşkere dike. Mey Ezzedîn, destnîşan kir ku di qonaxa pêş de, ji bo piştgiriyê bidin herêmên bandor bûne wê projeyên pêşkeftin û vejînê werin pêkanînin û balkişand li ser hevgirtina jinên Sûdanê.
‘Ezê dev ji rola xwe ya destekkirina jinan bernedim’
Mamoste û rêvebera sendîkayê Elawiya Ehmed Babikir, destnîşan kir tevî hemû êşên jinên Sûdanê jî, dê dev ji rola xwe ya piştgirî dayînan jinan bernede û diyar kir pêvajoya piştî heyama şer dê ji zehmetiyên berê zêdetir be.
Elawiya Ehmed Babikir jî, da zanîn ku divê pirsgirêk bi rihekî neteweyî bên destgirtin û ji bo her rewşa pêşerojê bê jiyîn amade bin û got ku jinên Sûdanê bi sebir, bihêz in û ji bo qonaxa pêş amadetir in. Elawiya Ehmed Babikir ragihand ku jinan tevî hemû êşan jî serdema dijwar derbas kirine.
Pêşniyarên ku hatin kirin
Di formê de hate pêşniyarkirin ku divê jinên bi taybetî ji şer bandor bûne, bi awayekî aborî bên bihêzkirin, kapasîteya wan bê pêşxistin, perwerdehî bê destekkirin, zarokên keç bên parastin, qanûnên mayînde werin pêşxistin û ji bo hewildanên jinan ên başbûna zû werin tevlîkirin. Her wiha banga afirandina projeyên debara jiyanê û dabînkirina piştgiriya lojîstîkî ya ji bo malbatên koçber hate kirin.