Jinên Sosyalîst ên Awistralyayê: Em bi YPJ'ê re ne

Jinên soyalîst ên li Awistralyayê bi peyamekê piştgiriya xwe bi YPJ'ê re anîn ziman.

Navenda Nûçeyan – Kampanya “Em hemû YPJ ne” ku 26'ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hate destpêkirin, li seranserê Kurdistanê û cîhanê rastî eleqedarî  û piştgiriyeke xurt tê. Di vê çarçoveyê de Jinên Sosyalîst ên Awistralyayê peyamek piştgiriyê şandin.
Di peyama jinên soyalîst ên li Awisturalyayê de wiha hate gotin:

“Em jnên sosyalîst ên li Awistralyayê piştgiriyê didin şervanên azadiyê yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ). Ew maf, rûmet û azadiya jinan ên ji hemû netewe, gel û baweriyan diparêzin ku ji bo wan di şoreşa Rojava de şer kirine û bi dest xistine.

Beşdarbûna jinan di hemû waran de, tevî beşdarbûna wan di parastina civaka rêxistinkirî de, mafek e ku divê were parastin. Naskirina YPJ’ê û rêzgirtina mafê wê hebûna xwe di Sûriyeyeke nû de pirrengiyê nîşan dide da ku Sûriye xwedî pêşerojeyeke demokratîk, yekgirtî û aştiyane be.