Jinên Sirînê: Pergala me bi yekîtiya pêkhateyan hat avakirin
Jinên Ereb ên bajarokê Sirînê yên gotin “Pergala me bi yekîtiya pêkhateyan hat avakirin” hêrsa xwe nîşanî bûyerên ku li Dêrezorê derketin holê dan û destnîşankirin ku hemû tevlîheviyên tên jiyîn ziyanê dighînin pêkhateyên li herêmê.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Çekdarên Dîfa El-Wetanî, kom û hîn eşîrên di bin sîwana Rêjîma Baas de, ji 7’ê Tebaxê ve êrîşeke dijwar birin ser kantona Dêrezorê. Di encama êrîşên ku pêk tên de gelek welatiyan jiyana xwe de ji dest dan ku di komkujiyên pêk hatin de herî zêde jin û zarok bûn. Di çarçoveyên êrîşên pêk hatin de, hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) mafê xwe yê parastina rewa bikar tînin ku li gelek cihan jî pevçûn derdikevin.
Jinên Ereb yên bajarokê Sirînê yê kantona Firatê li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, rewşa Dêrezorê nirxandin û bertek nîşan dan.
‘Bûyerên li Dêrezorê siyasî ne û lîstokeke mezin e’
Behiya El-Elî da diyarkirin şer çekdarî ye û di rastiya xwe de siyasî ye: “Pevçûnên ku li Dêrezorê xwe didin der ji bo me şoqeke mezin bû, bi taybet jî komkujiyîn ku pêkhatin em matmayî man. Piştî hêzên QSD’ê Dêrezor ji çeteyên DAIŞ rizgarkirin, êdî ewlehî û îstqrarek li herêmê hatin jiyîn. Lê çeteyên ji nava gel û hêzên ji aliyan ve birêxistinkirî, sal bi sal tevlîheviyên nû derdixin û hewil didin ku bi riya terora xwe aramî û hevgirtina pêkhateyan tune bikin. Bi taybet Rêjîma Baas ku ji hêzên QSD’ê hîn cihên taybet daxwaz dikir ku weke dixwest armanca wan nehat cih, yekser alîkarî ji hêzên din xwest ku di encamê de şer derket. Li Dêrezorê pevçûnên çekdarî ne, lê di rastiya xwe de mijar siyasî ye û lîstokeke ku destê gelek hêzên navdewletî di nav de heye. Tevî hemû nakokî û bûyerên tên jiyîn, em li ser soza xwe ne. Axa Sûriyê ya pêkhateyên wê ye û mafê me heye ku em bi rûmet li ser bijîn û biparêzin. Bedelên ku me dan jî, ne ji bo ku em bi hêsanî axa xwe radestî Rêjîma Sûriyê ango dewleta tirk bikin.”
‘Çima di rojên teng de cesareta xwe binax kirbûn’
Ji aliyê xwe ve Neyîma Ehmed bal kişand ser bêdengiya aliyên ku li Dêrezorê tevlîhevî derxistin di dema çeteyên DAIŞ de û got: “Gelek deverên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêvajoya çeteyên DAIŞ jiyankir, ger ez bêjin ku di wan deman de henaseyeke aram ji bo me hesret bû, wê watedayîn kêm be. Ew jiyan bi hatin hêzên QSD’ê re û rizgarkirina me ji tarîtiya DAIŞ re veguherî ku ev zêdetî 7 salin em bi rûmet û nirxê xwe di nava ewlehî û aramiyeke bê dawî de dijîn. Ev yek ne tenê li Sirînê, li hemû herêmên ji çeteyan hatin rizgar kirin tê jiyîn. Di nava vê rastiyê de, komkujiyên ku îro kantona Dêrezorê pêk tên cihê mixabîniyê ye. Bi taybet jî serhildana eşîr û rûspiyên wê ya li dijî QSD’ê, gelo di dema DAIŞ de ev cesaret û hêza we li ku derê bû. Wê demê yek şêxê eşîran cesaret nedikir li ber çeteyekî DAIŞ jî deng derxe ango biryarekê pêk neyne. Bira li ber birayê xwe dihatin qetilkirin û nedikarî bû helwest nîşan bide.”
Neyîma Ehmed bihêrseke mezin wiha got: “Piştî ku em ji vê hovîtiyê rizgar bûn û me pergaleke xwe ava kir, ew kesên ku xwe weke xwediyên Dêrezorê nîşan didin daxwaza rêveberiya wir dikin. Lê em dibêjin na, Dêrezor ya gelê wê û hêzên ku ew parastin e. Ji bilî vê wê Dêrezor û hemû deverên din jî nebe ya hêzên ku nû bi cesart bûn. Ev sînaryonên li Dêrezorê pêk tên, ne mijarên ji nişkeve ne. Wer xûya dike ku pilaneke mezin hatiye amedekirin ku di nav de şaneyên razayî, Rûsya, Rêjîma Baas û Tirkiye hene.”
Neyîma Ehmed da diyarkirin ku ew ne amede ye qonaxa paşverûtiyê bijî: “Ez yek jin jinên ku herî zêde li dijî biryar û kiryarên DAIŞ têkoşîn kiriye. Çeteyan çiqas jî hewil dan, lê min rûyê xwe negirt û çarşefa reş bikar naynî. Her wiha dema ku hemleya rizgarkirina Sirînê destpê kir, min terka mala xwe jî nekir. Lewra ne mumkine ku ez careke din wê jiyana tarî û paşverû bipejirînim û ji nû ve bijîm. Em ji rê û têkoşîna xwe bawer in, ji bo vê jî bi taybet weke jin emê rê nedin tevlîhevî û fitenyên xwe didin der li ser me bandor bikin. Bi hêz û baweriyeke mezin, emê pirojeya xwe biserxînin û van êrîşan vala derxin.”
‘Em veguhertinên dîrokî dijîn’
Fatma El-Mele ku wê jî behsa veguhertinên piştî rizgarbûna ji çeteyên DAIŞ kir, wiha axivî:”Bi nêrîna min girîng e ku mirov her dem qonaxa DAIŞ bibîr bixe ku em jibîr nekim em ji jiyaneke çawa derbasî yeke çawa bûn. Bi taybet weke jin ku me nedikarî serê xwe ji derî derxin, di asta ku ger me cil li ser banî raxistinana divyabû ku em rûyê xwe bigirin û xwe bipêçin. Ger em niha bala xwe bidin rewşa xwe, emê ferq bikin ku em bi guhertinên dîrokî re rû bi rû hatin. Niha em û zarokên xwe bi ewle û pêşerojeke ku em ji bo wê bixebitin heye. Sazî û dezgehên me hene ku bi rêveberiyeke hevbeş ya jin û mêr tên birêvebirin. Ez bawer dikim ji vê rewşê baştir, me caran xeyal û jiyan nekiriye.”
Fatma El-Mele teqez kir ku kesên ji aliyê hêzên navdewletî de hatine kirîn nûnertiya wan nakin: “Erdîngariya Sûriyê bûye qada hêzên navdewletî ya pêkanîna berjewendiyên xwe. Mixabin ev hêzên navdewletî zarok û hêzên navxweyî di vê mijarê de bikar tînin û dixapînin. Heta niha yên di van komkujiyan de hatin qetilkirin û yên di parastina Dêrezorêde şehîd ketin zarokên me ne û kesî ji derve di nav de tune ye. Ev hêz agir kûr dikin û em pê tên sotandin. Ev eşîrên ku niha di nava van bûyeran de cih digirin ji aliyê hêzên ji derve hatine kirîn û bi navê gelê herêmê jî diaxivin. Lê ew kes nûnertiya me nakin, ji ber em tu carî naxwazin ev pergala ku bi yekîtiya pêkhateyan hatiye avakirin hilweşe û em pevçûnên nû bijîn.”