Jinên Sineyê li dijî tundiyê belavok belavkirin
Komekî aktîvîstên jin ên li bajarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya 25’ê Mijdarê bi armanca hişyarkiririna li ser mafên jinan û cûreyên tundiyê belavok belavkirin. Aktîvîstan, diyar kirin ku ewê xebatên xwe bidomînin.
Navenda Nûçeyan – Li seransê cîhanê jin rastî gelek zehmetiyan tên. Maf û azadiyên wan tên sînordarkirin, di temena zarokatiyê de bi darê zorê tên zewicandin û rastî cudakariyên aborî û civakî tên.
Li Bajarê Sineyê ya Rojhilata Kurdistanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî ji bo jinan çalakiyek hate li dar xistin. Komekî aktîvîstên jin, li herêmên cuda ya bajêr bi armanca hişyarkirî avakirina der barê mafên jinan û cûreyên tundiya li dijî jinan de broşor û belavok belavkirin.
Yek ji aktîvîstan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca çalakiyê dijî derketina avahiyên civakî, malbatî û saziyî yên ku tundiya li ser jinê ji nû ve dihilberînin e.
Aktîvîstan, diyar kirin ku ewê heta ku jin hemû mafên bidestbixin, têkoşîna xwe bidomînin.