‘Jinên rojnemeger dîrokek nû ya jinan dinvîsin’
Hevseroka Daîreya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed tekez kir ku di vê serdemê de rola raghandina jinê pir girîng û hesas e û got: “Dengvedana şoreşa Rojava bi ked û pêşengtiya jinên rojnemeger pêk hat.”
Qamişlo – Yekîtiya Ragihandina Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê YRJ, di 28`ê Hezîrana 2020`an de hat avakirin. Li gorî rêziknameya YRJ`ê her du salan konferans pêk tê, lê ji ber rewşa ewlehiyê û êrîşên li ser herêmê ev 4 sal in konferans pêk nehatibû. Îro Konferansa 4`emîn a Yekîtiya Ragihandina Jinê bi beşdariya 150 delegeyan li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Di konferansê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî. Îlham Ehmed diyar kir ku piştî avakirina artêşek ji jinên rojnameger, kes nikare deng û rastiyê qut bike û wiha got: “Di serdema şoreşê de, hêza jinan di dîroka gelê Kurd û jinên Rojhilata Navîn de rolek girîng û wateyî ye. Heta niha di mijara gel de, an jî di mijara jinan de, dema ku ragihandin serbixwe û azad nebe û piştgiriya doza gel û jinan neke, di jiyanê de edalet tuneye. Di dîroka mirovahiyê de jinan di hemû qadên şoreşê de rolek girîng lîstin. Lê mixabin, dengê rastiyê her tim tê hedefgirtin û rastî êrîşên dijwar tên.”
‘Jin bi biryar û îsrarek mezin dibin dengê rastiyê’
Îlham Ehmed da zanîn ku hebûna hejmarek bi vî rengî ya ji jinên rojnameger, hêza biryardayîna derxistina rastiyê nîşan dide û wiha got: “Hebûna rojnamevanên jin li vir di konferansê de delîla biryardarî û îsrara wan a ji bo derxistina dengê rastiyê û gelê bindest e. Dema jina rojnameger beşdarî qada ragihandinê dibe û biryar dide ku bibe dengê rastiyê, em wê biryarê serkeftî û bi wate dibînin.”
Îlham Ehmed balkişand ser tekoşîna jinan a domdar û wiha berdewam kir: “Serdema têkoşîna mezin gihîştiye qonaxekê ku encam ango çareseriyekê dixwaze. Doza jinan ku li seranserê cîhanê belav bûye, di nav şerên herî dijwar de tekoşîna xwe dewam dike û rojnamegerên azad yên jin jî ji bo dengvedana vê dozê rola xwe dilîzin.”
‘Çareseriya krîza Sûriyeyê di destê gelê wê de ye’

Îlham Ehmed destnîşan kir ku rewşa Sûriyeyê di qonaxek pir girîng û hesas re derbas dibe û wiha got: “Sûriye, di çareserkirin û gurkirina aloziya Rojhilata Navîn de esas e. Lewma îro hemû dewlet li ser Sûriyeyê dixebitin lê çareseriya vê krîzê di destê hemû reng û pêkhateyên gelê Sûriyê de ye. Îro bi hatina hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê re, gelek hêviyên gelê Sûriyeyê têk çûn. Tu guhertinên erênî nehatin kirin, piştî hilweşandina Rêjîma Baasê. Lewma îro ev artêşa ku îro li vê derê amade bûye, erk û berpirsyariya wê ye ku heqîqet û tekoşîna jinên Sûrî li hemû deveran ji raya giştî re ragihîne.”
‘Medyaya alternatîf bi pêşengtiya jinan dîrokek nû dinvîse’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Nergiz Mihemed jî di konferansê de axivî. Nergiz Mihemed diyar kir ku şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinên rojnamevan dengvedanek cîhanî kiriye û wiha berdewam kir: “Şoreşa Rojava her qad bi hewldan û biryara jinan veguherand şoreşeke mezin. Îro, jin li her derê bi coş tekoşîna xwe dewam dike da ku civakek azad û wekhev bide avakirin. Em di kêliyên dîrokî yên girîng re derbas dibin, ku dîrok bi her kêliyê re nû dibe. Rêber Apo gotiye `Dîroka jinan hîn nehatiye nivîsandin’, lê ew ê bi medyaya jinên azad were nivîsandin.”
Nergiz Mihemed di dawiya axaftina xwede anî ziman ku konferans baweriya wê xurt dike ku medyaya jinên azad ne tenê amûrek raghandinê ye, kiryareke berxwedanê û nivîsandina dîrokek nû ye ku hêjayî qurbanî û tekoşîna jinan e.
Konferans bi xwendina rapora xebatên 4 salan a YRJ’ê berdewam kir.