Jinên Rojava xwedî kokên qedîm û gotinên bêdawî ne

Di 14 salên Şoreşa Rojava de jin û mêran bi têkoşîna xwe fedakariyên mezin raber kirin. Têkoşîna ku meşandin li herêmê bi xwe re gelek destkeftiyan anî. Kurdan bi salan ji bo mirovahiyê ji bo azadî û aştiyê fedakariyên mezin kirin.

ZAHÎDA MAMÛ

Jin di riya jinên Kurd de bi felsefeya jiyana azad û hebûnê bi pêş ketin û hewl dan ji bo jinên cîhanê bibin ronahî. Bi cesareta xwe nîşanî cîhanê dan ku jin bi tena serê xwe dikarin bigihîjin azadiyê û perçebûnê ji holê rakin.

Jin di şer û pêvajoyên biryaran de bûn pêşeng, dengê xwe gihîştandin hemû jinên cîhanê. Her yek ji wan weke pêşeng, kesên xwedî fikrên ronî û dayîkên fedakar, bi salan ked dan û xwe îsbat kirin. Dengê wan tevî hemû bahozên ku jiyane jî ji bo parastina nasname, hebûn û jiyanê hê jî li hemû qadan olan dide.

Şoreşa Rojava, şoreşa ku jiyanê diafirînei hêvî û azadiyê dirêse ye. Jinan bandora xwe li hemû cîhanê kir, bi jinên şoreşger re di nava hevgirtinê de bûn, şopa xwe hiştin, nasnameyek ava kirin û perdeya reş qetandin. Jinan li dijî zordariyê sekneke bi hêz raber kirin û li dijî hemû amûran şer kirin, mîrasa şoreşê parastin.

Hemû gelan bi hev re li dijî êrîşan şer kirin

Di serê gel ê şoreşgerî de û di xweparastinê de guherînek mezin çêbû. Ermen Suryan, Çerkez, Tirkmen û Ereb di refên pêş de li dijî cîhadîstan sekinîn, jin ji bo di şer de destek bidin zarokên  xwe di şer de peywir girtin ser xwe. Jin tevî hemû xeteran neketin nava fikaran, li dijî teslîmiyetê bi biryardarî û cesaret sekinîn. Bi salan li dijî êrîşan sekinîn, li dijî hemû rêbazên mêtinkar, dagirker û zalim şer kirin.

Serdest û zaliman her dem ji civakan re gotin ku jin kole ne, cihê wan di têkoşîna ji bo parastinê, di pêvajoyên biryaran de tune ye û nikarin çekê bigrin şer bikin.

Li taxeke biçûk li Şêx Meqsûd, cenazeyê şervaneke ciwan a ku taxa xwe û gelê taxê diparast ji avahiyê avêtn, xwestin tirsê çêbikin. Xwestin bi vê yekê peyam bidin ku jin bêdeng bibin û dest ji têkoşînê berdin lê nizanibûn ku dema jinek şehîd dikeve, bi hezaran jin dengê xwe derdixin û li dijî zulmê serî radikin.

Şer û binpêkirinên li dijî jinan her çû zêdetir bû, bi tankan di ser cenazeyên şervanan de derbas bûn, îşkence li jinên dîlgirtî hat kirin, li ber çavên hemû cîhanê lê çav kor bûn, wijdan lal bû. Van êrîşên ku di bin navê ola îslamê de dihatin kirin lê di rastiyê de tu eleqeya wan bi olê re tunebû. Ji hêza jinan ditirsiyan loma wisa êrîş dikirin lê nizanibûn ku bi van yekan agirê kîn û tolhildanê di dilê jinan de geştir kirine.

Mirov ji şer nereviyan, çalakiyan li dar xistin lê kujerên ku ji bo talan û kuştinê hatibûn, mirovan ji malên wan derxistin, malan talan kirin. Mirov tenê ji bo Kurd in tên kuştin.

Kurd tenê nîn in; gelek mirovên ku destekê didin wan, bi wan re têdikoşin hene. Van hêzên tarî bi desteka dewletan gihîştin Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Kobanê hat dorpêçkirin, pênc zarok ji sermayê qefilîn, ne av, ne cereyan ne jî derfetên ku mirov xwe germ bikin hene. Dorpêç hê jî didome û hewl didin vê herêmê dagir bikin. Di vê serdemê de zarok ji birçîbûn û sermayê dimrin gelo ev çi bêwijdanî ye?

Keziyek hat birîn; ew ne tenê keziyek bû, bîra dîrokî ya rûmet û têkoşînê bû. Wî kesî digot ku ew wê keziyê diyarî kesên din dike wekî ku xenîmeta şer be. Bi wê yekê pesnê xwe da lê nizanibû ku dê ev kezî bibe sembolek. Nizanibûn ku ev kezî amûreke ku ji bo xemilandinê were bikaranîn nîn e, sembola nasname û berxwedanê ye. Xwedî kokên dîrokî ye. Di hinek civakan de kezî tên wateya girêdana olî û ruhanî, di heman demê de sembola şîn û girêdana bi dozê re ne.

Di tevahiya dîrokê de di şer û pevçûnan de, şîdeta li dijî bedena jinan, bi armanca şikandina rûmeta civakê û biçûkxistinê hat meşandin. Jin rastî îşkenceyê hatin, destdirêjî li dijî wan hat kirin û xwestin zirarê bidin nasnameya wan. Hêzên serdest bi zextên xwe sînorên mirovî û exlaqî derbas kirin. Çawa ku simbêlê mêran sembola mêranî û rûmetê ne, keziyên jinan jî bi heman wateyan sembol in.

Dîmenên bi vî rengî, ne tenê kiryareke şexsî bû, peyameke bi nefret bû. Xwestin vê bibêjin: Em ji jinên azad, ji civaka demokratîk ditirsin, em ji zarokên we ji darên we û ji malên we ditirsin, em tiştên di dilê xwe de der dikin lê me jî got em ê di şeran de, li malan û li taxan her dem qehreman û  cesûr bin. Her jin dê ji bo rûmet û nasnameya xwe, bi çeka di destên xswe de hebûna xwe biparêze. Em li vê derê ne; kokên me naqedin û dê dayîkên me bi hezkirina welat, qehremanan biwelidînin.

*Endama Akademiya Zanistên Rojhilata Navîn