Jinên Reqa û Dêrazorê: Em bi QSD'ê re ne
Jinên ji Reqa û Dêrazorê destnîşan kirin ku hewldanên derxistina fitneyan bi tundî red dikin û di demekê ku Rêveberiya Xweseriya demokratîk misoger e de hewl didin bi hev re jiyaneke aştiyane bijîn û gotin: “Em bi QSD'ê re ne.”
YARA EL XILÊF
Navenda Nûçeyan – Di demekê de ku li ser rûbera Sûriyê tevgerên leşkerî hene de, şaneyên razayî bi riya torên medya dîjîtal yan jî wek kom hewl didin fitneyan di navbera pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî jî di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de derxin. Di nav van deran de kantona Dêrazorê jî heye.
Derbarê bûyerên dawî yên li Dêrazorê çêbûn de welatiyên jin ên ji vê herêmê, nêrîn û helwesta xwe ji ajansa me re vegotin. Ji Dêrazorê Riweyda Silêman El Şilaş diyar kir ku kiryarên hin kesan, tenê ji bo derxistina fitneyan û derbkirina ewlehî û aramiyê ye. Riweyda wiha got: “Di demekê de ku pêwîstiya welat bi yekîtî û hevgirtinê heye, em xelkê Dêrazorê derxistina fitneyan a di navbera gelê Sûriyê de red dikin û em bang li her kesî dikin destê xwe bidin hev û milkên giştî bi hev re biparêzin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dehan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin piraniya wan jin û zarok in. Ev êrîş bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û derxistina fitneyan e. Em xelkên Dêrazorê bi Hêzên QSD'ê re ne û em ti carî hêviyên şervanên ku canê xwe ji bo me feda kirine, li erdê nahêlin. Herêmên me ji DAIŞ'ê rizgar kirin û welat xilas kirin.”
‘Piştgiriya xelkê Dêrazorê ji QSD'ê re niyeta pêkanîna ewlehiyê ye’
Riweyda Silêman El Şilaş anî ziman ku ew bawer in diyalog awayê herî guncaw e ji bo yekbûna xaka Sûriyê û wiha domand: “Yekîtiya gel bi hemû pêkhateyan e, bi taybetî piştî azara ku zêdetirî 13 salan hat kişandin. Em nahêlin kesek me ji hev qut bike. Piştî hilweşîna rejîma Esed em di pêvajoyeke hesas de ne. Tiştê herî girîng ji me re di dema niha de, aramiya herêmê ye. Piştgiriya xelkê Dêrazorê ji QSD'ê re niyeta pêkanîna ewlehiyê ye."
Gumana dubrekirina tiştên DAIŞ’ê heye
Jina bi navê Rîm El Rewam yek ji jinên Dêrazorê ye ku metirsiya xwe ji vegera DAIŞ'ê tîne ziman. Rîm El Rewan diyar kir ku ev tirsa wê ji tecrubeyên berê hatiye û wiha got: “Me gelek malbat û hezkiriyên xwe wenda kirine. Ez bûme şahida gelek binpêkirinên DAIŞ'ê. Hê jî jin niha di nav metirsiya wendakirina azadiyan de dijîn, bi taybetî jî piştî ku Sûriye ket destê HTŞ’e. Metirsî di asta wendakirina ewlehî û aramiyê, her wiha qeydkirina mafên jinan de ne. Guman hene gefên cidî li dijî herêmê hene, ji ber ku şaneyên razayî yên DAIŞ'ê li herêmê hene. Aramiya siyasî jî tuneye. Rewşa aborî jî zehmet e û dibe ku vegera DAIŞ’ê hêsan bike, ger ku pirsgirêkên sereke çareser nebin.”
‘Em jin bibin beşek ji proseya siyasî û ewlehî’
Rîm El Rewam destnîşan kir dibe ku ewqas geşedan bandorê li jiyana jinan a rojane jî bikin û di encam de metirsiyên dewam û stres hebe. Rîm El Rewan metirsiyên xwe bi van gotinan anî ziman: “Dibe ku jin nema ji malên xwe derkevin û ne jî beşdarî çalakiyên civakî bibin. Ev yek dê bandorê li zarokan jî bike, yên ku dê bi ewlehiyê hest nekin. Hêviyên jinên Dêrazorê hinekî li wan vegeriyan, lê belê tirsa ji vegera DAIŞ'ê heta niha di dilê wan de heye. Azadkirina Dêrazorê kêliyeke dîrokî ji me re bû. Ji beriya çend salan ve ji bo cara yekê hestê azadiyê hat min, lê belê ez dibînim divê hîn zêdetir civaka navdewletî piştgiriyê bike ji bo ku DAIŞ venegere. Em jin divê beşek ji proseya siyasî û ewlehî bin, ji bo em xwe û malbatên xwe biparêzin."
‘Di dema DAIŞ’ê de jin di nav tarîtiyê de bûn’
Derbarê rastiya jinan a di dema kontrolkirina DAIŞ'ê ya li herêmê de Endama Meclisa Kombûna Jinên Zenûbya li kantona Reqayê Emîne El Salih jî ev tişt gotin: “Di dema kontrolkirina DAIŞê ya li ser bajarê Reqayê de, jin di taritiyê de bûn. Ji ber ku gelek binpêkirin li dijî jinan pêk hatin. Di bin hincetên ne rast de hemû cureyên tundî, qetilkirin, recmkirin, revandin û her wekî din, li dijî jinan pêk dihatin. Li ser jinan cilên reş hatin ferzkirin û qedexeya derketina ji malê lê hat ferzkirin. Her wiha dengê jinan qedexe bû derkeve. Di hemû waran de hatibû paşguhkirin."
‘Jin di dema hêzên QSD’ê de azad bûn’
Emîne, derbarê gava dîrokî ya piştî rizgarkirina Reqayê de jî diyar kir ku rizgarkirina bajarê Reqayê li ser destê Hêzên QSD'ê, weke jiyaneke nû bûye ji bajar û welatiyê wê re. Emîne wiha got: “Jinan dikarîbûn cilên reş ji xwe deynin. Her wiha dikarîbûn bi riya fikir û rêbaza pirojeya neteweya demokratîk, azadiya xwe û mafê xwe bidest bixin. Jinan roleke pêşeng û xuyayî di hemû waran de li kêleka mêr lîstin. Cihekî girîng di warê leşkerî û siyasî de girtin.”
‘Metirsiyên jinên Reqayê hene’
Derbarê vegera DAIŞê de Emîne metirsiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, bi taybetî jî di warê siyasî de. Metirsiyeke mezin heye ku DAIŞ ji nûve zindî bibe. Ji ber wê em jinên Reqayê dibêjin ku metirsiyên me di vî derbarî de ne, bi taybetî jî piştî zilm û tundiya ku me ji DAIŞê dîtiye.”
Banga li jinan û hêzên navnetewî
Emîne El Salih bang li hemû jinên herêmê kir ku ji bo xwe û herêmên xwe ji metirsiyan biparêzin, bighên hev. Emîne daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku yekser destwerdanê bikin û parastina herêmê bikin. Emîne bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em teslîm nabin û em ê nehêlin dagirker êrîşî herêmên me bikin û dagir bikin.”