Jinên Ranyayê serhildana li dijî êrîşên ser Rojava: Kilîta çareseriyê yekîtiya netewî ye
Jinên çalakvan ên Raperînê ragihandin ku parastina Rojavayê Kurdistanê, parastina hemû Kurdistanê ye, divê jin bi pêşengiya xwe birijin qadan û gotin: “Niha ne dema rûniştinê ye û divê partî ji bo yekîtiya neteweyî berjewendiyên xwe li aliyek bihêlin.”
Ranya- Li navçeya Ranya ya devera Raperîn, bi pêşengtiya jinên çalakvan li dijî êrîşên dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hate lidarxistin. Hejmarek berbiçav a jinan beşdarî çalakiyê bûye, piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana Rojava nîşan dan û daxwaza Yekîtiya Neteweyî kirin.
‘Ger em îro bêdeng bin, dê agir bighîje Başûr’
Çalakvan Tara Asos li vir peyamek tund da û got: “Hatina vê çalakiyê tenê ne bes e, divê îro me bazar girtiba û hemû keç û ciwan birijiyan qadan. Rojava di bin metersiyek mezin de ye û ger ev agir li wê derê nevemire, Tirkiye û çeteyên xwe dê bighê Başûr û hemû parçeyên din.”
Tara Asos da zanîn ku divê jinên pêşeng bin û got: “Îro ne roja rûniştinê ye, ne roja bêdengiyê ye. Kilît û çareseriya hemû pirsgirêkan yekîtiya neteweyî ye. Divê hemû partî, li gel Rojava bibin yek.”
‘Biryara komkujiyê ji aliyê dewletên serdest ve hatiye dayîn’
Çalakvan Şadî Semed êrîşên çeteyên HTŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Ev biryarek ne mirovane ji aliyê dewletên serdest ve û dijminê Kurdan li ser gel hatiye dayîn. Wek jinekê ez bang li hemû welatiyan dikim ku bi jin û ciwan birijin qadan. Gel li hemû parçeyan bûne yek. Ev cihê kêfxweşiyê ye ku gel niha bûne yek. Li Bakur jî sînor derbas kirin, lê belê mixabin niha partiyên Başûr helwestek wana diyar nîne. Em bang li desthilatê dikin ku bên ser xetê û vê komkujiyê qebûl nekin.”