Jinên Qamişloyî: Piştgiriya ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyê peywirek e ji bo me
Bertekên li dijî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê her diçe zêde dibin. Fatima Hasan El Cesem û Fatima Muhammed diyar kirin ku parastina perçeyek tê wateya parastina tevahî û gotin ku ew li ba şêniyên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê ne.
ESMA MUHAMMED
Qamişlo – Li dijî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirk û Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tên kirin, bi armanca piştgiriya bi şêniyên li wan taxan re seferberî hat îlankirin. Vê gavê girêdana gel a bi mafên xwe û parastina rewa careke din nîşan da.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima Hesen El-Cessem, diyar kir ku li dijî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, berxwedanan gelên taxana li dijî dorpêç û polîtîkayên hedefgirtinê bûye mînak. Fatima El-Cessem wiha got: “Ev berxwedan, ji hebûn, rûmet û mafê me yê parastina mafên bingehîn çêdibe. Seferberiya giştî ya ku şêniyên taxan îlan kirin, tedbîreke lezgîn an jî bertekek demkî nîn e, tê wateya ku dê serî netewînin, mafê xwe yê parastina çarenûsê diyar bikin. Ev îradeyek kolektîf a bi zanîn e.
‘Desteka ji bo taxan peywireke wijdanî ye’
Fatîma Hesen anî zimanku ew wek endama Malbatên Şehîdan, tiştên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diqewimin wekî mijareke ku ji sînorên erdnîgarî derbas dibe û wijdanê her kesê ku di parastina vê axê de şehîd ketiye dibînin û wiha got: “Têkoşîna îro ne tenê têkoşînek li du taxên dorpêçkirî ye. Li dijî projeyên ku armanc dikin tevna civakî hilweşînin, ruhê hevgirtinê têk bibin û rastiya siyasî ya nû li ser bingeha dûrxistin û serdestiyê ferz bikin, şerekî îradeyan e. Ji vê perspektîfê, berpirsyariya sekinandina li kêleka gelê me yê li wir erkeke exlaqî û neteweyî ye li ser milên her kesê.”
‘Heman senaryo li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dubare dibe’
Fatîma Hesen destnîşan kir ku ezmûnên berê, bi taybetî jî berxwedana li dijî dagirkirina Bendava Tişrînê, piştrast kirine ku helwesteke gelêrî ya hevgirtî dikare hevkêşeyan hilweşîne û planên herî xeternak jî têk bibe. Fatîma Hesen wiha domand: “Îro, heman senaryo li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dubare dibe. Rewşeke bi yekîtî di navbera niştecih û hêzên ewlehiyê de çêdibe û tax vediguherin qadeke berxwedanê ya rêxistinkirî. Qadeke ku li ser bingeha îradeyeke kolektîf a neşikestî û zexm ku bi hişmendî û berpirsiyariyê tê birêvebirin ava dibe.”
‘Ev polîtîka bi ser neketin û dê bi ser nekevin’
Fatîma Hesen El-Cesam tekez kir ku dorpêça ji aliyê hikûmeta demkî ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 6 mehan zêdetir e hatiye ferzkirin, cureyek cezakirina kolektîf e, diyar kir ku ev yek bi awayekî zelal polîtîkayê eşkere dike û wiha pê de çû: “Polîtîkayeke ku armanc dike bi birçîbûn û zehmetiyên aborî gel bitepisîne, wan neçar bike ku rewşa heyî qebûl bikin û dest ji mafên xwe yên bingehîn berdin lê belê ev polîtîka bi ser neketin û dê bi ser nekevin. Ji ber ku gelê me yê bi têkoşîna herî dijwar re rû bi rû maye, bi hezaran şehîd dane, îro fêm dike ku paşvekişandin dê bibe sedema binpêkirin û hedefgirtina bêhtir.”
Fatîma Hesen El-Cesam diyar kir ku tiştê rewa û hêzê dide vê berxwedanê, pabendbûna wê ya kûr a bi nirxên edalet, azadî û jiyana hevbeş re û redkirina mantiqa tolhildan an jî dûrxistinê ye, piştrast kir ku hevgirtina bi Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re dê bi daxuyanî yan jî jestên sembolîk sînordar nemîne û wiha domand: “Ev yek dê bi piştgiriyek berbiçav û berfireh, wekî di hemû qonaxên berê yên têkoşînê de, ji Qamişloyê heta Hesekê, ji Dêrikê heta Reqa û Dêra Zorê, were temsîlkirin. Ev tax xwedî wateyên mezin in, beşek ji tevna civakî ya berfireh in. Em baş dizanin ku parastina perçeyeke tê wateya parastina her derê.”
‘Berxwedan mafeke rewa ye’
Fatîma Mihemed ku ji bajarê dagirkirî yê Efrîn koçber bûye, got: “Koçberkirina dubare ya bi zorê ya niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, binpêkirinek eşkere ya mafên niştecihan e, ne rewşeke îstîsnaî ye, siyasetek berdewam e ku demek dirêj li ser niştecihan hatiye ferzkirin. Van taxan gelek pêlên koçberiyê dîtine, di nav de pêla dawî jî ji ber bombebarana rasterast çêbû, bû sedema koçberiya gelek sivîlan û windakirina debara wan a bingehîn. Ev kiryar, binpêkirinek eşkere ya peymanên îmzekirî ne ku destnîşan dikin berpirsyariya parastina taxan û mîsogerkirina ewlehiya sivîlan li ser milên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e. Tevî sozên fermî, êrîşên li ser taxan berdewam dikin. Ev yek têkçûna eşkere nîşan dide, tiştê ku li ser hatiye lihevkirin pêk hatiye û niştecihên taxan niha bedela polîtîkayên qirêj didin.”
Peyama seferberiyê
Fatîma Mihemed destnîşan kir ku kes nikare vîna gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bişkîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biryardariya wan a berdewam peyameke ji bo kesên ku hewl didin bi zorê kontrolê ava bikin. Nîşan didin ku maf nayên desteserkirin û jiyan nayê sînordarkirin. Piştgiriya me ji bo wan û pabendbûna me ya li kêleka wan ne bijartinek e, erkek e. Seferberiya giştî ji bo ewlehiyê ye, ji bo parastina sivîlan û parastina rûmeta wan e. Ew peyameke eşkere ye nîşan dide ku edalet û rastî dê her dem li dijî hewldanên zilm û zorê bi ser bikeve.”